‘Em weke jin li hemberî daxwazên Talîbanê serî natewînin’

Sadaf Omerî ya ku li Efganîstanê ji aliyê Talîbanê ve mafê wê yê perwerdeyê ji dest hat girtin, diyar kir ku tirsa wê ya herî mezin zewace. Sadaf Omerî da xuyakirin ku weke jin ew ê serî li ber daxwazên Talîbanê netewînin.

BAHARÎN LEHÎB

Perwan- Bi hatina Talîbanê re, bi milyonan zarokên keç û jin li Efganîstanê ji mafê xwe ê xwendinê bê par man. Yek ji van zarokên keç jî Sadaf Omerî ye. Sadaf Omerî ku li Perwanê dijî, got ku dema Talîban derbasî Perwanê bû ew refa 10’emîn bû.

‘Armanca min xwendina arkeolojiyê bû’

Sadaf Omerî got: “Piştî qedandina dibistanê, armanca min ew bû ku ez biçim zanîngehê û beşa arkeolojiyê bixwînim. Lê ji ber astengiya Talîbanê min nekarî xwendina xwe temam bikim. Bi hatina Talîbanê re zewaca keçên ciwan zêde bûye û malbat jî ji bo ku keçên xwe ji Talîbanê biparêzin dizewicînin.”

‘Tirsa min a herî mezin zewicandine’

Sadaf Omerî diyar kir ku tirsa wê ya herî mezin zewicandina di temenê biçûk de ye û got: “Malbata min alîgirê xwendinê bû, lê ji ber rewşa heyî dikaribû bi zorê bizewicim. Ez di waneyên wan de alîkariya xwişk û birayên xwe yên biçûk dikim. Ez li malê waneyên Îngilîzî didim zarokên keç. Zexta Talîbanê li ser jin û zarokên keç zêde dibe û ji ber ferzkirina hîcabê gelek caran ji aliyê endamên Talîbanê ve em rastî heqaretan hatine.”

‘Em ê serî li ber daxwazên Talîbanê netewînin’

Sadaf Omerî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Her cara ku endamên Talîbanê gefan li jinan dixwin, ev yek min bêhtir kêfxweş dike ku em wek jin dikarin bi çalakiya xwe ya herî biçûk jî bibin sedema hêrsa wan. Dema ku min ev dîmen dît, min biryar da ku ez rêzikên hîcabê pêk neynim. Em jin li hemberî daxwazên wan ên ehmeqî serî natewînin. Ji aliyekê ve ez jî dixwazim tola xwe hilînim ji ber astengkirina perwerdeya min. Dema Talîban li ser hicabê hişyarî da min, dest û lingên wê dihejiyan û ez bi wan dikeniyam. Çima ew qas ditirsin ku ez hicabê li serê xwe nakim?”