7 salên dagirkeriyê û 2 koçberî: Vegera me dê bi hêz û rêveberiya me re be

Hemîde Mihemed a ji bajarê Efrînê di 7’emîn salvegera dagirkirina bajarê wê de diyar kir ku şertê vegera wan, dîsa jiyankirina di bin sîwana Rêveberiya Xweser û QSD’ê de ye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Dewleta Tirk û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de dest bi êrîşên dagirkirina herêma Efrînê kirin. Gelê Efrînê bi hemû beşên xwe re 58 rojan li dijî bombebarana herî dijwar a bi balafirên şer û bê mirov, şerê bejahî, tang û topan liberxwe dan ku ev yek bi Berxwedana Serdemê hat binavkirin. Efrîn di 18’ê Adara heman salê de ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin û bi hezaran şêniyên wê koçberî Şehbayê bûn û di kampên berxwedanê de bi cîh bûn.

7 salên dagirkeriyê, 2 koçberî

Piştî 7 salan ji berxwedana gel a li kampan, dewleta Tirk derfeta têkçûna pergala Esed di pêkanîna berjewendiyên xwe de bikar anî û êrîşî koçberên Efrînê yên li Şehbayê kir. Lewra jî Rêveberiya Xweser hejmareke mezin ji koçberan ber bi Kobanê, Tebqa, Reqa, Qamişlo û Hesekê ve anîn. Bi vê êrîşê re dewleta Tirk bû sedem ku gelê Efrînê koçberiya duyemîn bijî. 

Di 10’ê Adarê de di navbera hêzên QSD’ê û hikûmeta nû ya Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin. Ji şertên bingehîn yên QSD’ê, vegera bi ewle ya koçberan ku di nav de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hene bû. Di vê çarçoveyê de û bi wesîleya 8’emîn salvegera dagirkirina Efrînê, ajansa me li gel Hemîde Mihemed ku di pêvajoya dawî de koçberî Kobanê bû, bîranîn û hêviyên xwe bi me re parve kir.

‘Em aşiqê ax û jiyana xwe bûn’

Hemîde Mihemed di despêka nirxandinên xwe de qala rewşa Efrînê ya niha û hesreta xwe ya ji bo warên xwe kir. Hemîde da zanîn ku ji 2018’an heta niha êrîş nehatine sekinandin û birînên gelê Efrînê nehatine kewandin, di şûna wê de kûrtir dibin. Hemîde wiha got: “Efrîn di warê dîrokî de gelek kevnar e ku bi xwezaya xwe ya dewlemend tê nasîn. Gelî û newal, zeytûn, gûz, hêjîr û hinarên wê hene. Gelê Efrînê jî parçeyek ji xwezaya wê ne ku afrîner in û ji jiyanê gelek hez dikin. Beriya salên 2011’an me gelek astengî ji Rêjîma Baasê dîtin. Rojane destdirêjî li ser mal û mulkên me dihatin kirin. Ew serdema desthilatdariyê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re bi temamî hat guhertin. Me jî xwe birêxistin kir, Rêveberiya Xweser ava kir û hêzên xwe yên xweparastinê saz kirin. Bi hêza ciwanên me û pêşengiya jinan, me jiyaneke gelek xweş ku keda her kesî di nav de hebû, afirand.”

‘Efrîn di encama lihevkirinên hêzên navnetewî de çû’

Hemîde Mihemed diyar kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke efsûnî hatiye meşandin û wiha pê de çû: “Dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, lihevkirineke hêzên navdewletî bû. Efrîna ku em bi navê dil û rihê Kurdistanê bi nav dikin ku bi erdîngarî, bajar û gundên xwe rengê hemû parçeyên Kurdistanê dide. Li dijî êrîşên dagirkeriyê gelê Efrînê bi zarok, jin, ciwan, pîr, Rêveberiya Xweser, hêzên parastinê, tevgera jinê û wekî din berxwedaneke efsûnî meşandin. Di 58 rojên berxwedana Efrînê de bi hezaran bûyer qewimîn ku mirov bi hevok û gotinan nikare pênase û bi wate bike. Me li milekî şehîdên xwe oxir dikir û li milekî li dijî top û bombebaranê xwe diparast. Lewra jî nayê jibîrkirin berovajî wê, ev birîn her tim teze dibe û xwe nû dike.”

‘Efrîn birîndar e û birînên wê dewam dikin’  

Hemîde Mihemed di berdewama axaftina xwe de êşa ku jiyan kir, anî ziman. Hemîde sond û biryardariya gelê Efrînê bi van gotinan anî ziman: “Di 18’ê Adarê de me weke gel bi hev re biryar girt ku em canê xwe jî bidin, emê di Efrînê de bimînin. Çawa ku di Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedan bipêş ket, em amede bûn ku di heman astê de li berxwe bidin. Lê êrîşên dewleta Tirk gelek dijwar bûn ku em di heman rojê de ji warê xwe derketin û me dest bi rêwîtiya koçberiyê kir. Efrîn di nava agir de ma, me jî termên heyî ji zarok, jin, pîr û şervanan bi xwe re derxistin. Efrîn birîndar e û ev birîn heta vê rojê diçe. Piştî koçberiyê, em li Şehbayê bicîh bûn. Ji xwe tiştek û kesek jî li wir nebû, lewra me jiyaneke nû avakir ku me hêviyên xwe ji rizgarkirina Efrînê tu carî qut nekir. Lê dewleta Tirk ev jî ji bo me nehişt, di demeke ku me xeyal dikir em Newroza xwe li Efrînê pîroz bikin de, careke din em bi karwanan ji Şehbayê koçber bûn û derbasî herêmên din yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Bi wateyeke din, me koçberî di nava koçberiyê de jiyan kir. Gel û Rêveberiya me li her derê xwedî li me derketin, lê koçberî gelek dijwar e û em weke gelê Efrînê hatin wendakirin.”

‘Em ji biryarên hêzên xwe bawer in’

Hemîde Mihemed lihevkirinên ku di navbera Hêzên QSD’ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de pêk hat bi bîr xist û wiha got: “Yek ji bendên sereke vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ya li warên xwe bû. Heta dawiyê baweriya me bi biryarên hêza me hene. Lê baweriya me bi hikûmeta nû tune ye, bûyerên li peravên Sûriyeyê ji komkujî û wêranî tên jiyankirin gumanên me teqez dikin. Lewra ger vegereke me hebe jî, emê di bin sîwana hêz û Rêveberiya Xweser de bijîn. Êdî bes e ji êrîşên dewleta Tirk û dagirkeriya wî re, êdî dem hatiye ku Tirkiyeyê destên xwe ji Sûriyê vekşîne û em weke pêkhateyên Sûriyeyê çarenûsa xwe diyar bikin. Emê têkoşîna rizgarkirina herêmên xwe bi rihê berxwedana Bendava Tişrînê berdewam bikin û emê li gel hêz û rêveberiya xwe vegerin Efrînê.”