"Em soza berdewamiya xeta Şehîdan nû dikin"
Rêveberiya Meclîsa Jin a Malbatê Şehîdan a herêma Cizîrê Gulîstan Ezîz di derbarê konferansê de wiha got: "Wê bi vê konferansê gelek projeyên ku alikariya hevjîn û zarokên şehîdan bike, were avakirin."
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo- Bi dirûşma "Parastina nirxê şehîdan misogeriya şoreşa Rojava bi tekoşîna jina azad pêk tê" Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan konferensa xwe ya duyemîn bi tevlîbûna 400 delegeyên jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan a Kantona Qamişlo- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, despêkir. Di konferensê de dê gelek xalên girîng derbarê kar û xebatê jin di nava Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan de were nîqaşkirin. Têkildarî konferansê, Rêveberiya Meclîsa Jin a Malbatê Şehîdan a herêma Cizîrê Gulîstan Ezîz nirxandin kir.
"Kar û xebatên Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan"
Gulîstan di despêka axaftina xwe de derbarê kar û xebatê Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan de wiha dibêje: "Ev nêzî 6 salane ku Meclîsa Jin a Malbatê Şehîdan hatiye avakirin, me pêwîstî bi avakirina vê meclîsê dît, ji bo ku dayik, xwişk û hevjînên şehîdan kombûneke xwe bidin avakirin û êdî bi hev re kar û xebatekî bidin meşandin. Di nava meclîsê de jinên ku kar didin meşandin bi dayik û hevjînên Şehîdan re pir alîkarin. Kar û xebatê ku di nava meclîsê de tê meşandin, serlêdana malbatên Şehîdan e, her wiha em beşdarî merasîm û hemû çalakiyên ku tên li dar xisitn, dibin. Kar û xebateke baş ji aliyê jinan ve tê meşandin, jin di navbera hevdu de pirsgirêkên xwe û yên jinan çareser dikin û kar û xebat bi rihekî xweş bi hev re didin meşandin. Piştî du salan me konferensa xwe li dar xist, armanca me ya serke ew e ku kar û xebatê du salan di hundirê vê konferensê de were nirxandin, her wiha em hemû jin biryarên girîng ji bo demên pêş derxin û li gorî van biryaran xebatê xwe berdewam bikin."
"Avakirina projeyên nû ji bo hevjîn û zarokên Şehîdan"
Gulîstan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser pilanên ji bo demê pêş û wiha domand: "Jin di nava Meclîsa Malbatên Şehîdan de roleke mezin dileyîzin. Di meclîsê de ji sedî 80 kar û xebat dikeve li ser milê jinê, jin jî bi tekoşîneke mezin karê xwe didin meşandin û çareser dikin. Piraniya karê ku di nava meclîsê de tê kirin, jin pê radibe û weke erkekî ji xwe re dibînin. Ji sala 2012’an de û heta roja me ya îro jinê roleke baş û pir girîng di nava kar û xebatê Meclîsa Malbatên Şehîdan de meşandin û gavên pîroz avêtin. Jin her ku diçe serkeftinên pîroz bidest dixe. Her wiha jin êdî xwe bi xwe rêxistina xwe dide avakirin. Xwesteka me ye ku em hîn bêhtir xwedî li hevjîn û zarokên Şehîdan derkevin. Gelek projeyên me ji bo demê pêş hene, ji wan jî avakirina dibstanên taybet ji bo zarokên Şehîdan. Her wiha avakirina ji bo hevjinên şehîdan dê akademiyên taybet bikevin meryetê. Li gorî hêza hevjînên Şehîdan em dixwazin kar ji bona wan peyda bikin. Her wiha di nava pilanên me de xurtkirina projeyên kevin ên di meclîsê de jî hene."
"Soza şopandina xeta Şehîdan didin"
Gulîstan di dawiya gotina xwe de êrîşên dewleta tirk li ser gorên pakrewanên azadiyê li Efrînê şermezar kir û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk hertim êrîşên xwe li ser me dewam dike, bi êrîşên rû bi rû û êrîşên qutkirina avê bi ser neket, niha jî li herêma Efrînê goristanên şehîdên me vedike û kiryarên qirêj didin meşandin. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Bi van kiryarên qirêj tucarî îradeya me naşike û em ji doza xwe venagerin. Em wek gelê Bakûr û Rpjhilatê Sûriyeyê û bi taybet jin hertim li ser şopa şehîdên xwe bin heta ku em bighêjin daxwaz û armancên wan. Her û her em ê nirxê şehîdên xwe biparêzin û li wan xwedî derkevin. Li hemberî şehîdên xwe em rexnedayinê xwe didin heger heta niha me xewin û xeyalên wan pêk neanîne. Em soza xwe ji wan re nû dikin ku li ser xeta şehîdên xwe bimeşin û xewin û xeyalên wan bi cih bînin."