“Em serkeftina jinên parlementer ên Iraqê pîroz dikin”
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd jinên ji bo parlementoya Iraqê hatine hilbijartin bi peyamekê pîroz kir û got: “Em serkeftina parlementerên jin ên Kurd pîroz dikin."
Navenda Nûçeyan– Di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de, ji kotaya ji bo jinan hatî diyarkirin de 14 parlamenterên jin zêdetire, bi vî awayî jinan kota derbaskir û bi giştî 97 jin weke parlamenter hatin hilbijartin. Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi peyameke nivîskî parlementerên jin ên ji bo meclîsa Iraqê hatine hilbijartin, pîroz kir.
Di peyama platformê de ev tişt hate diyarkirin: "Di hilbijartinên Iraqê de 23 jinên Kurd hatin hilbijartin. Em di serî de jinên Kurd û hemû parlementerên herêma Kurdistanê pîroz dikin û em ji ber vê serkeftinê kêfxweş in. Li her çar parçeyên Kurdistanê rol û mîsyona jinên Kurd roj bi roj bi pêş dikeve. Ji Rojava heta Rojhilat û ji Bakur heta Başûr jinên Kurd bûne sembola têkoşîna azadiyê. Êdî li Kurdistanê û li her dera cihanê tê zanîn ku hêza jinên Kurd bûye hêza veguhertina Rojhilata Navîn. Jinên Kurd li her qadê dengê xwe bilind kiriye û di nav civakê de rengê xwe nîşan dide. Hêvî û baweriya me ew e ku hêza yekîtiya jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dengê jinên Kurd bilindtir bike û armanca jinên Kurd avakirina yekîtiya jinên Kurd be. Em careke din serkeftina parlementerên jin ên Kurd pîroz dikin."