‘Em qonaxa duyemîn a berxwedanê li Şehbayê dimeşînin’

Jinên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji Efrînê koçber bûne, têkoşîna xwe ya li kampên li Şehbayê yên li dijî şert û mercên dijwar weke "qonaxa duyemîn a berxwedanê" bi nav kirin û diyar kirin ku têkoşîna wan dewam dike.

RAPERÎN BEKÎR

Şehba – Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di 20’ê Çileyê de bi erekirin û piştgiriya hêzên navneteweyî destbi êrîşên xwe yê dagirkirinê kir. Di êrîşên dagirkirinê de dewleta Tirk li ber çavê hemî cîhanê li Efrînê qetlîam pêk anî. Gelê Efrînê 58 rojan li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe da. Ev berxwedana gelê Efrînê bi navê “Berxwedana Serdemê” derbasî dîrokê bû. Li Kantona Efrînê ya ku di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hatibû dagirkirin, di dema êrîşa dagirkeriyê û piştî wê de, bi hezaran sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin.

Piştî biryara Rêveberiya Xweser a derketina ji şêniyên Efrînê ji bo pêşî li komkujiyeke mezintir bê girtin, beşek ji şêniyên herêmê koçberî Şehba ya girêdayî Efrînê bûn. Jinên Efrînê têkoşîna xwe ya li hemberî şert û mercên dijwar ên li kampên ku li Şehbayê lê dimînin weke "qonaxa duyemîn a berxwedanê" bi nav kirin û gotin ku ew ê bi hêviya ku rojek wegerin xaka xwe, berxwedana xwe bidomînin.

'Em berxwedana xwe didomînin'

Yek ji jinên Efrînê Salwa Şeyho, da zanîn li Efrînê beriya dagirkeriyê jiyana wan gelekî baş bû û wiha got: “Li Efrînê hejmarek zêde darên me yên zeytûn û fêkî hebûn. Axên me çavkaniya debara me ya herî girîng bû. Em bi dagirkeriya dewleta Tirk re ji cih û warên xwe bûn.” Salwa Şeyho, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ji gelê Kurd re tol bigre, êrîşê qadên jiyana wan dike û hawîrdora wan a ewle û aram tune dike û wiha got: “Lê em ê axên xwe ji çeteyan re nehêlin. Gelê Efrînê li dijî balafirên şer û çekên giran ên dewleta Tirk 58 rojan li ber xwe dan û em li Şehbaya koçber bûn, berxwedana xwe didomînin.”

‘Koçberbûn tiştekî mîna mirinê ye'

Salwa Şeyho, bal kişand li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Efrîna dagirkirî û wiha got: “Goristanên şehîdan ên li Efrînê ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin hilweşandin. Ev rewş bi awayekî vekirî hovîtiya wan datîne holê. Koçberbûyîn jî tiştekî mîna mirinê ye. Lewra em ê wan kêliyan ji bîr nekin û her tim di hefizeya me de zindî bimînin."

'Em li Şehbayê qonaxa duyemîn a berxwedanê dimeşînin’

Salwa Şeyho, anî ziman ji ber dagirkeriyê neçar mane ax, mal û bîranînên xwe yên dayikbûnê û mezinbûne li pey xwe bihêlin û berê xwe bidin kampan, balkişand li ser tiştên di rêya koçberiyê de şahidî kirine û wiha got:

“Ez qêrîna dayikek ku zarokê wê di hembeza wê de jiyana xwe ji dest da, tê bîra min. Me fêmnekir sedema mirina wê ji birçî an jî serman bû. Ev rewş xemgîniya dayikê zêde dikir. Gava jin li aliyek êşa windakirina zarokê xwe jiyan dikir, li aliyê din jî êşa terikandina axa xwe jiyan dikir. Berxwedana Serdemê em ê bidin berdewam kirin. Em li Şehbayê qonaxa duyemîn a berxwedana xwe pêktînin. Her roja ku em di konên li kampan de derbas dikin, nîşaneya berxwedana me ya li dijî dewleta Tirk e. Lê li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk, dewletên navneteweyî bêdengiya xwe berdewam dikin.”

'Me dev ji armanc û doza xwe berneda’

Zeynep Xelîl jî, destnîşan kir berxwedana ku li Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan dane, li Şehba yê jî berdewam dike û wiha got: “Me dev jî armanc û doza xwe berneda. Lewra em li Şehbaya ku koçberbûn, têkoşîna xwe didomînin. Li Şehbayê jî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a dagirker û dewletên komploger bi dawî nebû. Êrîşên li dijî Şehbayê her roj berdewam dike, em jî rastî polîtîkayên birçîbûnê yên hikûmeta Şamê jî tên. Bi van hemûyan re dixwazin Efrînê veguherînin herêmek girêdayî dewleta Tirk.” Zeynep Xelîl, da zanîn piştî hatin Şehbayê li gorî rêgezên Neteweya Demokratîk xwe birêxistin kirin û di meclîs, komun û saziyên jinan de cih girtin û wiha axivî:

“Li ser vê bingehê me 6 salan li Şehbayê li ber xwe da û em hêvî dikin rojek bi vî rihê rêxistinî û berxwedanê vegerin ser axa xwe Efrîn ango warê xwe ya zeytûnan. Hêzên Rizgariya Efrînê hêviya me ya vegerê ye. Efrîn ya me ye û wê ya me bimîne. Di serî de jinan, gelê Efrînê dê li dijî planên dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin. Heta Efrîn rizgar bibe, em ê li gel hêzên xwe bin."

'Ji bo em vegerîn Efrînê, li dijî her cure zehmetiyan li ber xwe bidin’

Susan Owusu ya ji Efrînê, diyar kir ku ji bo vegerin Efrînê li dijî her curê zehmetiyan li ber bidin û da zanîn li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên her roj rastî tên li ber xwe didin û bi vê berxwedanê re wê hemû curên zehmetiyan derbas bikin. Susan Owusu, vê peyamê da: “Em ê heta ku Efrîn rizgar bibe û şer bi dawî bibe, li ser axên xwe bin û berxwedana xwe bidomînin."