“Em piştevaniya hevala xwe rojnamevan Roza Metîna dikin”
Jinên rojnemevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbarê nivîskar û rojnemevan Roza Metîna de doza hatî vekirin şermezar kirin û dan zanîn ku dewleta tirk di kesayeta Roza Metîna de çapemeniya jinê hedef digre.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Dewleta Tirk bê navber siyasetmedar, parêzer, nivîskar, rewşenbîr û rojnemevanên Kurd bi hincetên cur be cur binçav digire û davêje girtîgehan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 20`ê Mijdara 2020`an de bi bihaneya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Edîtora Servîsa Kurdî ya Ajansa JINNEWS`ê Roza Metîna binçavkir. Roza di 23`ê Mijdarê de bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya "Endamtiya rêxstinê" di derbarê wê de îdianame amade kir, li gor Îdianmeyê navê Roza Metîna di dokumenên ku hatine bi destxistin derbas dibe ku bi armanca avakirina yekîtiya Kurdan çalakiyên li dijî yekîtiya dewletê birêxstin dike û ev yek dibe sedema jihevqutbûna civakê. Li ser vê bingehê Serdozgeriya Komarê cezayê 5 heta 10 salan ceza xwest. Îdianame ji aliyê 5.emîn dadgeha cezaya giran a Amedê ve hat qebûlkirin ji lewra dê yekem rûniştina doze di 27`ê Gûlanê de were dîtin. Li dijî vê îdianameyê Rojnemevanên ji kantona Kobanê nêrîn û helwesta xwe nîşandan.
“Dixwaze rastiya desthilatdariya xwe veşêre”
Nûçegîhana Televizyona Ronahî TV Cudî Elî diyar ku bûyerên binçavkirinê zêde dibin e û wiha got: "Binçavkirina gelê Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bi tu awayî nehatiye rawestandin. Di van çend salên dawî de jî, ev bûyer zêdetir dibin. Bi taybet kesên zanyar, siyasetmedar, rewşenbîr, mamoste û rojnemevan tên binçavkirin û gelek kes jî doz li wan tê vekirin. Em dixwezin bi taybet bal bikîşnin li ser hedefgirtina rojnemevanan. Rojnemevanên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bal dikşînin li ser desthilatdariya dewleta tirk û binpêkirinên ku li wê derê diqewimin. Dewleta Tirk ji bo ku rastiya pergala xwe veşêre bi dehan rojnemevan binçavkirin e û doza girtinê li dehan jî vekiriye."
Cûdî Elî bi lêv kir ku hedefgirtina Rojnemevan Roza Metîna tê wateya armancgirtina çapemeniya jin û bi axaftina xwe ve çû: "Roza Metîna, yek ji wan rojnemevanên ku doza girtinê lê hatiye vekirin. Mirov dikare li ser vê bûyerê gelek nirxandinan bike. Li Tirkiyê herî zêde mafê jinan tê binpêkirin, her wiha jin pêşengiya têkoşîna li dijî hişmendiya zayendperest dike. Rojnemevanên jin têkoşîn û berxwedaniya jinan bi pênûs û kamereya xwe bi raya giştî re parve dikin. Ji lewra hedefgirtina rojnemevanên jin tê wateya êrîşbirina li ser mîrasa jin. Li ser vê bingehê em binpêkirina dewleta Tirk ji mafên çapemeniyê re şermezar dikin û dibêjin êdî bese ji binçavkirina rojnemevanan re, divê êdî her beşekî çapemeniyê li gor xwesrî û polîtîka xwe ya weşanê kar û xebatên xwe bê astengî bide meşanin."
“Herî zêde rojnamevanên jin dibin hedef”
Pêşkêşvana Radyoya Kobanê FM Istêr Cûcû bal dikşîne li ser zextên ku rojnemevan pê re rû bi rû dimînin û wiha dibêje: "Dewleta Tirk desthilatdariya xwe li hember gelek netewan dide meşandin, lê bi taybet li ser pêkhateya Kurd dijwartir e. Kesên li dijî zordariya dewleta tirk û kiryarên wê bi azadî, demorasî û mafên gelanban dike û serî hilde bi tunekirin û qirkirinê re rû bi rû dimîne. Rojnemevanên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dixebitin rastî hemû cûreyên astengî û zextê tên. Çapemeniya Kurdî li Bakurê Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar û bi nirx e. Rojnemevanên li wê derê dixebitin rastî îşkece, dihatan tên. Di heman çarçoveyê de ajans, rojname, kovar û radyo jî tên girtin. Rojnemevanên jin jî bi van kiryaran re rû bi rû dimînin. Ji lewra em banga têkoşîna li hember desthilatdariya dewleta tirk dikin."