“Em piştevaniya gelê Şengalê dikin”
Endama Kongreya Star a navçeya Şêranê Cîhan Ismaîl li hevkirinên li ser gelê Şengalê nirxand û da zanîn ku gelê ku bi israr li dijî her cure desthiladarî têkoşîn bike wê di dawiyê de bi serkeve.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - 9'ê Cotmeha 2020'an di navbera hikûmeta Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de lihevkirinek li ser Şangalê pêk hat. Ji wê rojê heya vê kêliyê jî gelê Şengalê li dijî van pilanan li ser piyanin û têkoşîna xwe didomînin. Ev demek dirêje welatiyên Şengalê çalakiya konê rumetê ya bi navê "Em hemû asayişin" didome. Gelê Şengalê çanda, bawerî, ax û rumeta xwe li dijî hemû pilanan diparêzin. Piştî gefên dewleta Iraqê yên li ser Şengalê, Kurdên Êzidî li hember van gefan xeta berxwedanê hilbijartin û çalakiyên xwe didomînin. Gel bi meşan, daxuyaniyan, komxebat û çalakiyên kon nerazîbûnên xwe li hemberî gefên Iraqê tînin ziman. Herî dawî hikumeta Iraqê demek ji gelê Şengalê re dane ku hêzên Asayişa xwe ji Şengalê vekşîne û xwe li wir bi cih bikin, ev yek jî xeteriyekê li ser gel dide avakirin.
Di derbarê lihevkirinên li ser Şengalê de Endama Kongreya Star a navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Ismaîl nêrîna xwe parve kir.
"Pilana ser Şengal pilaneke polîtîk e"
Cîhan Îsmaîl li ser rewşa Şengalê ev nirxandin kir: "Destê dewleta tirk di her pilan û komkujiyan de heye. Ev pilan bi alîkariya dewleta tirk tê kirin, her kes di wê ferqêdeye ku dewleta tirk dixwaze navbera kurdan xirab bike û tevlîheviyan derxe holê. Mixabin kesên ku alîkariya ji dijminê kurdan re dike ne kurdin, ji ber kurdîtiya xwe winda kirine. Di sala 2014'an de fermanek li ser Şengalê pêk hat, wê demê Şengal girêdayî PDK'ê bû, lê PDK'ê gel neparast. Bi van pilanên qirêj dixwazin cardin fermenekê nû bi serê gelê Şengalê de pêk bînin. Ruxmê hemû xeteriyan welatiyên Şengalê li ser piyanin û rûmeta xwe diparêzin."
"Gelê Şengalê sazî û dezgehên xwe ava kirin"
Cîhan destkeftiyên ku welatiyên Şengalê bi dest xistine wiha tîne ziman: "Şengal bi xwîna bi hezaran lehengan hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê gelek serkeftinên mezin hatin bi dest xistin û welatî sazî û dezgehên xwe ava kirin. Niha welatî xwe bi xwe bajêrên xwe bi rêve dibin. Ji ber serkeftina gel desthilatdar û dijmina kurdan tehemûl nekir û cardin dixwazin Şengalê bixin bin hikmê xwe, lê gelê Şengalê rêya berxwedanê hilbijartin û li ber xwe didin."
"Kurdên Êzîdî xwedî li nirxên xwe derdikevin"
Cîhan Îsmaîl berxwedana gelê Şengalê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê wiha parve dike: "Di sala 2014'an de pilanên dijmin vala derket, gelek kes bûne şahidê bûyera Şengalê lê hemû dewlet bê deng man. Çeteyên DAIŞ'ê yên girêdayî dewleta tirk a faşîst xwestin di wî şerî de ola Êzidiyan tune bikin, lê Kurdên Êzîdî xwedî li nirxên xwe derketin û heye roja îro jî çanda xwe li beramberî dijminên xwînxar diparêzin."
"Têkoşîn û israra gelê Şengalê"
Cîhan Îsmaîl herî dawî diyar kir ku têkoşîn û israra gelê Şengalê li beramber desthilatdaran xurt e û wiha bi dawî kir: "Dema ku mirov bixwaze gelekî qirbike, di civakê de destpêdike, îroj dewleta tirk û hevkarên wî dixwazin gelê Şengalê tune bikin û wan di fermanan re derbas bikin. Ev yek ji bo dewleta tirk wê xewin û xeyalbin ji ber ku têkoşîn û israra gelê Şengalê li beramberî hemû cureyên desthiladariyê xurtir e. Mirov dema vedigere dîroka dewleta tirk gelek qirkirina gelan pêk anîne, loma dema behsa dewleta tirk tê kirin yekser kiryar û bê exlaqiya dewleta tirk tê ziman."