“Em naxwazin di bin zilmê de bijîn”
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar li lêgerîna "edaletê" gihîşt roja xwe 57’an. Lêbelê, heya niha ji reyaderên dewletê bersiva tu daxwazên wê nehatiye dayin.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar li lêgerîna "edaletê" gihîşt roja xwe 57’an. Lêbelê, heya niha ji reyaderên dewletê bersiva tu daxwazên wê nehatiye dayin.
Riha- Emine Şenyaşar û kurê wî Ferit Şenyaşar çalakiya xwe, ya ku wan dest bi doza ‘edaletê’ kirin, ji ber qedexeyên derketina kolanan ên di çarçoveya tedbîrên korona virus de, malbat li malên xwe çalakiyên xwe didomîne.
Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin,çalakiya ku di 9’ê Adarê bi daxwaza “Edaletê” li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, daye destpêkirin di roja 57'yan de berdewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev gotin parve kir:"Edalet tune be dê zilim hebe. Em naxwazin di bin zilmê de bijîn. Em ê rojên edaletê ava bikin. Em ê wan rojan bi hev re bijîn”.