“Em Meclîsa Gel birêxistin bikin, Xweseriya Şengalê mîsoger bikin”
Di encamnameya kongreya MXDŞ’ê de xalên giring hatin destgirtin û herî girin jî ji bo xweseriya Şengalê ev tişt hat gotin: “Xala herî esasî ya mohra xwe li kongreyê da, daxwaza Statuya Şengalê ango mîsogerkirina Xweseriya Şengalê bû. Di kongreyê de civaka Êzidî vê peyamê bi awayek xurt, zelal û jêbawer da dewleta Iraqê û hemû cîhanê ku Xweserî mafê Êzidiyan e, Êzidî doza mafê xwe yê rewa dikin û ji îro pê ve çi dibe bila bibe dê rêveberiya xwe teslîmî tu kesî nekin. Li ser vê esasê em di serî de dewleta Iraqê bang li hemû cîhanê dikin ku êdî dem hatiye Xweseriya Şengalê were qebûlkirin.”
Şengal - 4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi îradeyeke mezin û biryarên girîng bi encam bû. Bêguman her kongreyek bi armanc û hedefên esasî kom dibe û xwedî girîngî ye, lê kongreya çaremîn a MXDŞ’ê ji gelek aliyan ve wekî kongreyeke dîrokî pêk hat ku dê di rojên pêş de encamên wê bandora xwe li ser Şengalê û Iraqê nîşan bide. Encamnameya kongreyê bi raya giştî re hat par kirin.
Encamname wihaye;
“Beriya her tiştî şert û mercên siyasî, civakî û leşkerî ya kongre di navê de pêk hatiye divê baş were dîtin ku encamên kongreyê jî rast werin nirxandin. Niha li seranserê cîhanê û bi taybet jî li Rojhilata Navîn hemû hêz plansaziya xwe ya serdema nû çêdikin. Ji ber ku Şerê Cîhanê ya 3’emîn gihiştiye qonaxeke nû û herkes dixwaze di vê qonaxê de xeteriyên li ser hebûn an jî berjewendiyên xwe kêm bike, derfet û fersendan jî ji bo xwe birêxistin bike. Hêzeke wekî NATO’yê ku rêxistina şer a pergala kapîtalîst e, di nav vê salê de ji aliyê xwe ve gelek civîn lidarxistin. Di van civînan de rojev ji nû ve tanzîmkirina NATO’yê û hin saziyên navdewletî yên girêdayî pergala kapîtalîst bû. Li gor xwe plansaziyeke demdirêj dan ber xwe û niha di vê çarçoweyê de mudaxaleyê Rojhilata Navîn dikin. Li Îran, Sûriyê û Îsraîlê hilbijartin çêbûn û hikumetên nû bi plansaziyeke nû hatin ser kar. Niha li Iraqê jî pêvajoya hilbijartinê destpê kiriye û xuya ye dê encamên vê hilbijartinê di Iraqê de jî hin guherîn û nûbûnan pêk bîne. Bi cewherî, ji hêzên navneteweyî heya hêzên herêmî, herkes li gor serdema nû hêza xwe ya rêveberiyê nû dike, plansaziyên demdirêj dide ber xwe û li gorî pêvajoya şer ku xuya ye dê demeke din jî berdewam bike, xwe amade dike.
Di nav vê rewşê de Kongreya 4’emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî dibe xwedî rol û risteke dîrokî ku li ser navê civaka Êzidî û gelên herêmê, perspektîf, plansazî û hêzeke nû ya pêşeng ava bike. Ji ber ku Şerê 3’emîn a Cîhanê her ku diçe li Iraqê kûr û berfireh dibe û rewşa Şengalê ya li Iraqê jî xwedî ciheke stratejîk e. Dibe ku Şengal wekî coxrafya biçûk be, lê bandora xwe di asta Iraqê de, heta di asta Rojhilata Navîn de ye. Ji ber vê yekê jî di demên dawî de êrîş, dorpêçkirin û hewldanên teslîmgirtina îrada Şengalê zêde bûne. Her wiha nêzî salvegereke nû ya fermana 2014’an me ev kongre pêk anî. Wekî bersivdayîneke fermanê jî kongre xwedî girîngî û wateyeke xurt e. Di salvegera fermanê de û di nav dorpêçkirin û gefên êrîşê de kombûna îradeya civaka Êzidî bersiveke dîrokî ye.
Li ser van esasan kongreya me di 23-24’ê meha Tîrmehê ya 2021’an de bi beşdariya 250 delege û 50 mêvanî pêk hat. Ji bo kongreya mezin ev demekî ye amadekarî dihatin kirin. Destpêkê li gundên Şengalê civînên amadekariya kongreyê hatin lidarxistin û hilbijartin çêbûn, li ser encamên van civînan me ev kongre pêk anî. Ji ber vê yekê, kongreya me di asteke bilind de îradeya gel temsîl kir û ev bû sedem ku kongre bi serkeftî encam bibe.
Di kongreyê de peyamên girîng hatin dayîn, nirxandinên girîng hatin kirin. Li ser vê jî biryarên ku pêşeroja me ronî dike hatin girtin. Xala herî esasî ya mohra xwe li kongreyê da, daxwaza Statuya Şengalê ango mîsogerkirina Xweseriya Şengalê bû. Di kongreyê de civaka Êzidî vê peyamê bi awayek xurt, zelal û jêbawer da dewleta Iraqê û hemû cîhanê ku Xweserî mafê Êzidiyan e, Êzidî doza mafê xwe yê rewa dikin û ji îro pê ve çi dibe bila bibe dê rêveberiya xwe teslîmî tu kesî nekin. Li ser vê esasê em di serî de dewleta Iraqê bang li hemû cîhanê dikin ku êdî dem hatiye Xweseriya Şengalê were qebûlkirin. Bi taybet divê dewleta Iraqê zanibe Xweseriya Şengalê tu zirarê nade Iraqê, berevajî vê jiyana hevpar a gelan mîsoger dike û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Iraqê jî modeleke pêşkeş dike. Ev maf û derfet di destûra bingehîn a Iraqê û yasayan de jî heye. Divê Iraq ji Xweseriya Şengalê netirse, wekî çareseriyeke bingehîn rê li ber veke. Wekî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo statuya Şengalê di çarçoweya destûr û yasayan de pêk bê emê jî amadekariyên pêwîst bikin.
Kongreya me bang li raya giştî û hemû hêzên navneteweyî jî dike ku îradeya Şengalê nas bikin, dest ji ferzkirina peymanên ku civaka Êzidî temsîl nake û tahakumê li ser îradeya wê dike, berdin. Kongreya me Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an wekî fermaneke nû ya di bin navê qanûnê de binav dike û car din radigihîne ku çareseriya ku îradeya Êzidiyan nas nake, em jî nas nakin.
Yek ji rojevên esasî ya nîqaş û peyamên kongreyê jî mijara berxwedan û xweparastinê bû. Em baş dizanin ku di nav şert û mercên Rojhilata Navîn de ku şereke bê eman tê meşandin, bêyî berxwedan û parastina cewherî ne mimkun e civaka Êzidî hebûna xwe biparêze û xwe bigihîne pêşerojê. Hê jî gef û metirsiya fermanên nû li ser civaka me heye. Di nav rastiyeke wisa de em nikarin parastina xwe teslîmî kes an jî derdorên cûda bikin. Fermana 2014’an îspata herî bi êş a vê rastiyê ye û em rê nadin ku car din dubare bibe. Ji ber vê yekê di kongreyê de jî wekî biryar û helwesta civaka Êzidî hate ragihandin ku hewldana dewleta Iraqê ku dixwaze Asayîşa Êzîdxane belav bike bi tu şêwazî nayê qebûlkirin. Asayîşa Êzîdxanê wekî hêza ewlehiya hundirîn a Şengalê, girêdayî meclîsa gel dê hebûna xwe biparêze. Ji bo mezinkirina YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê emê wekî meclîsa gel xebatên xwe xurtir bikin.
Em dixwazin car din diyar bikin ku yek ji erkên sereke ya hêzên YBŞ/YJŞ’ê, li hemberî hewldanên parçekirin û dagirkirina Iraqê parastina yekbûna axa Iraqê ye.
Mijareke din a esasî ku di kongreya me de wekî helwest û biryar derket pêş jî vegera civaka Êzidî ya Şengalê ye. Niha bi sedhezaran Êzidî an li kampên di bin kontrola PDK’ê de tên girtin an jî li çar aliyê cîhanê belav bûne. Gelê me yê li kampan di rastiyê de dîl hatiye girtin. Em dibêjin ji dîlgirtina Êzidiyan re êdî bes e. Em bi wesîleya kongreyê bang li gelê xwe dikin ku êdî vegerin ser axa pîroz. Civaka Êzidî ne bi çûyîna Ewropayê encax bi vegera Şengalê dikare azad bibe. Li ser vê esasê emê di dema pêş de hem ji bo vegera gelê xwe xebatên xwe xurt bikin hem jî li hemberî polîtîkayên dûrxistina Êzidiyan ji Şengalê bi awayeke xurt têkoşînê bimeşînin.
Ev kongreya me di heman demê de kongreya berfirehbûn û xwe ji nû ve rêxistinkirinê ye. Pêşxistina tifaq û yekîtiya civaka Êzidî wekî yek ji karên me yên esasî ye. Li ser vê esasê em bang li hemû Êzidiyan dikin ku di bin banê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de kom bibin û tevlî têkoşîna azadkirina Êzîdxanê bibin. Ji bo rêveberiya Xweser a Şengalê temsîla gelê Şengalê tevahî bike emê jî pêngaveke rêxistinkirina gel bidin destpêkirin. Wekî destpêka vê, me hejmara endamên meclîsê zêde kirin û 111 kes wekî endamên nû hatin hilbijartin. Her wiha ji kongreyên demên borî cûdatir, di vê kongreyê de cara yekem bû ku gelên Ereb, Şîa û Mesîhî jî beşdarî meclîsê bûn. Ev jî gaveke girîng û dîrokî ye ku hemû pêkhateyên herêmê beşdarî kongreyê dibin. Bi vî rengî Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê dibe modeleke xurt.
Yek jî peyam û biryarên bingehîn a kongreyî jî ew e ku fermana li ser Êzidiyan li hemû cîhanê wekî jenosîde (qirkirin) were qebûlkirin. Ji bo vê jî emê di qada navneteweyî de kampanyayek berfireh û pêngaveke dîplomatîk bidin destpêkirin. Her wiha banga me ji hemû cîhanê re ew e ku li gel biryara jenosîde, biryara qebûlkirina statuya Şengalê jî bidin.
Di encama 2 salên bi berxwedan û kedeke mezin me ev kongre pêk anî. Bêguman di dema borî de li gel kar û xebatên hatine meşandin, kêmasiyên me jî derketin holê. Bi taybet di yekbûna xebatan a di bin banê meclîsê de kêmasî derketin. Car din me nekarî pergala xweseriyê di her milî de bidin rûniştandin û li ser vê bingehê xebateke berfirehbûnê pêş bixini.
Dîsa di pêşwazîkirina pêvajoyê de kêm û kurtî derketin holê. Li ser esasê tespît û rexnedana van kêmasiyan em gihîştin biryar û îradeyeke zelal. Car din di kongreyê de meclîs ji nû ve hate hilbijartin, hevserok û du cîgirên meclîsê hatin hilbijartin. Di encama hilbijartina meclîsê de hevserokên Desteya Rêvebir û 3 cîgirên wan hatin hilbijartin. Bi giştî, rêveberiyeke nû ya bi daxwaz û îddia dest bi pêvajoya nû kir. Em bawer in bi hêzdayîna gelê me jî emê hemû kêmasiyên xwe derbas bikin û di dema pêş de azadî û xweseriya Şengalê mîsoger bikin.”