‘Em li pişt gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne’

Li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civaka Êzidî bi hêrs e. Jinên Êzidî diyar kirin ku ew heta dawiyê piştevaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

MEDYA HAWAR

Şengal – Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên hemû rêxistinên navnetewî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcê şer pêk tîne, komkujiyan dike. Balafirên dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê dikin, li zarok, jin, pîr û kal, kedkarên tenduristiyê û rojnamevanan dixin. Lê tevî vê hovîtiya dewleta Tirk a bi piştgiriya erêkirina hêzên navnetewî jî, gel liberxwe dide û li pişta şervanên xwe yê QSD, YPJ û YPG ye.

Endamên Meclîsa Jinê ya Şengalê ji me re axivîn û diyar kirin ku ew berxwedaniya Rojava silav dikin û heta dawiyê ewê li gel Rojava bin. Her wiha dan zanîn ku xeteriya li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Şengal û hemû Kurdistanê jî heye.

‘Berxwedana Rojava pîroz e’

Nesrîn Dexîl ku Endama Meclîsa Jinê ya Zorava ye, ji me re axivî û piştgiriya xwe ya bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re anî ziman. Nesrîn wiha got: “Tevî êrîş û şehadetan miletê Rojava dîsa jî liberxwe didin û axa xwe bernadin. Ev cihê dilxweşiyê ye û dest xweşiyê ye. Em jî wek tevgera jinê ya Şengalê û hemû jinên Êzidî, piştevaniya miletê Rojava dikin. Her tiştekî ji destê me were emê ji bo Rojava bikin. Em her bi miletê Rojava re ne. Civaka me ev êş jiyan kiriye û dîtiye ji bo wê jî yê ku Rojava hîs bike em in. Em berxwedaniya wan pîroz dikin. Balafir li wan didin zarok û mezin hemû tên qetilkirin. Tevî wê jî riya berxwedanê ji bo xwe esas girtine. Serkeftin wê ya miletê Rojava be.”

‘Ax axa miletê Rojava ye’

Endama Meclîsa Jinê ya Guhbelê Rena Salih jî berxwedaniya miletê Rojava silav kir û da zanîn ku tiştê herî hêja ew e ku mirov li axa xwe xwedî derkeve. Rena wiha got: “Ax axa xelkê Rojava ye, dewleta Tirk dixwaze wan koçber bike û axa wan dagir bike. Tu kes naxwaze ji gund û warên xwe derkeve. Sivîlan qetil dikin, jin û zarokan qetil dikin, lê tu kes ji axa xwe dernakeve. Êrîşek li Şengalê jî rû bide kes axa xwe bernade, tişta herî zehmet berdana axa xwe ye. Miletê Rojava ji zarokan heta pîr û kalan hemû liberxwe didin û axa xwe diparêzin. Em jî wan û berxwedaniya wan silav dikin.”

‘Em ê ji bo Rojava her tiştî bikin’

Endama Meclîsa Jinê ya Guhbelê Heyfa Qasim jî axivî û da zanîn ku erkekî sereke ye ku Şengalî xwedî li Rojava derkevin û wiha got: “Li cihekî dayîk û zarok şehîd bibin, qetlikirin û wêrankirin hebe, dilê mirov baristan nade. Emê ji bo Rojava her tiştî bikin û heta dawiyê em li pişta miletê xwe yê Rojava ne. Em tu car jibîr nakin ku di fermanê de Rojava bi hewara me ve hat û li pişta me bûn. Em xelkê Şengalê heya dawiyê emê xwedî li Rojava derkevin. Em berxwedaniya xelkê Rojava silav dikin. Her kes xwe û axa xwe diparêze, ev birûmetirîn tişt e. Di bin êrîşên balafiran de jî emê piştevaniya Rojava bikin. Divê hemû Şengal li Rojava xwedî derkeve û roleke esasî bilîze.”