‘Em li hemberî Talîbanê serî natewînin’

Roshan Latîfî li Baxçeyê jinan ku ji aliyê Talîbanê ve li jinan hat girtin, karê dirûtinê berdewam dike û got: “Ji bo em cilên ne li gorî Îslamê nedirûn me hişyar dikin. Dixwazin em ji wan bitirsin û neyên cihê kar. Em serî li ber van nezanan natewînin.”

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl- Ji roja ku Talîbanê rêveberiya Efganistanî xistiye destên xwe heta niha ji bo jinan bixin bin kontrola xwe pêkanîna her cure zextê berdewam dike. Baxçeyê jinan ku yek ji qadên jin lê bêhna xwe vedikin ku weke ‘Baxçeyê Şehrare’ tê zanîn dema ku Talîban dest danî ser rêveberiyê li jinan hate girt.

Baxçeyê Şehrara ku dîroka wê divegere sedsala 16’an, ji aliyê keça Babur Şahrbana Ummet Zahiruddin Muhammed Babur ve li Kabîlê hat çêkirin. Baxçeyê ku ji aliyê rêveberiya beriya Talîbanê ve hat restorekirin, cihê bêhnvedanê, firoşgehên ku cilên jinan lê tên firotin, restoranên biçûk, dewreyên perwerdeyê, navendên psîkolojîk, dewreyên perwerdeya ajokariyê û qada werzîşê lê cih digrin. Ligel Talîbanê navê Wezareta Karên Jinan weke ‘Wezareta Amarba Ma'rouf ve Nahi Ya Mankar’ hat guhertin. Piştre jî baxçeyê jinan bi temamî li jinan hat girtin.

Baxçe bêdeng hatiye hiştin

Ji bo em bizanibin di baxçeyê ku li jinan hatine girtin de çi diqewime em çûn bexçe. Dema em ketin bexçe li cihê deng û rengîniya berê, bêdengiyek hebû. Li beşa firoşgehên jinan tenê du maxaze aktîf bûn û di nava maxazayê de gelek kêm cil hebûn.

‘Em ê serî li ber nezanan netewînin’

Roshan Latîfî diyar kir ku weke jin, Talîban çi dibêje bila bibêje çi dibe bila bibe soz dane hev ger kirîn û firotin jî nebe wê bi hev re bixebitin û got: “Em li hemberî nezanan serî natewînin. Li dijî Talîbanê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”