“Em li hemberî dagirkeriyê bibin yek”

Jinên Şengalê piştevaniya xwe ya ji bo berxwedaniya li başur hemberî dagirkeriyê tê kirin nîşan dan û gotin: “Li hemberî êrîşan pêdivî bi hêzkirina berxwedanê heye, mirovê berxwedanî kir teqez wê biserkeve. Pergala deshilat jî di ferqa vê dene lewma cihê ku berxwedanî lê hebe êrîşî wê dikin.”

NESRÎN HÛSÊN
 Şengal - Ji 23’ê Nisanê heya niha bê navber dewleta Tirk êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike. Li herdeverê gel piştgiriya berxwedana li hemberî dagirkeriyê dikin. Li Şengalê jî, ji roja êrîş despêkirine heya niha gel ji bo piştgirya başur li ser lingane. Jinên Şengalê yên pêşengiya çalakiyên li hemberî dagirkeriya axa başur dikin jî diyar kirin ku ewê heta dawiyê li hemberî êrîşên ser axa wan tê kirin bisekinin.
“Bêdengiya li hemberî êrîşan hevkariya bi dagirkeriyê re ne”
Endama Tevgra Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Elyas di derberê berxwdana li başur tê nîşandan de wiha dinirxîne: “Destpêkê em berxwdeniya gerîla silev dikin û piştevaniya xwe ya bi wan re didin nîşandan. Gêrîla mîrovahiyê diparêze mafê her însenkî bindest ji deshilatan digire û radestî wan dike. Li başur jî bi heman awayî li hemberî dagirkeriyê şer dikin, hewceye em hemû bi çalakiyên cuda piştevaniya wan bikin. Her kesê ku li hemberî van êrîşan bêdeng bimîne bi dewleta tirkiyê re dibe halîkar û hevalbendên wane. Ji ber wê jî pêwist e her kes rabe ser biyan û li hemberî van êrîşan helwesta xwe diyar bike. Çawa ku di dema fermanê de gerîlayên azadiyê bi hawera gelê Şengalê ve hatin û em ji fermanê xelas kirin, divê em jî niha li hemberî êrîşên ser aliyek din ê welatê xwe  rabin. Em jî weke dayikên Şengalê çi ji me bê xwestîn em hazirîn, bila kes bêdeng nemine. Berxwedaniya gerîla berxwedaniya me hemûyane. Weke jinên Êzidî em ti caran wan ji bîra nakin û em hertim li pişta wan in û bi serkeftina wan bawerin. Çawan li Garê û Heftanînê bi ser ketîn wisa wê li Zagrosan jî bi ser kevin. Dewleta tirk û Erdogan bi xwe gotibû ku nikare li hembarî gerîla şer bike lewma alîkarî ji mala Barzanî û hikûmta Ireqê xwestibû.”
“Mirovê berxwedanî kir teqez wê biserkeve”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidîr jî wihe dibêje: “Em êrîşên dewleta tirk ên ser başur şermezar dikin. Li hemberî êrîşan pêdivî bi hêzkirina berxwedanê heye, mirovê berxwedanî kir hertim wê biserkeve. Pergala deshilat jî di ferqa vê dene lewma cihê ku berxwedanî lê hebe êrîşî wê dikin. Dewleta Tirk bi alîkariya Hikûmta Iraqê û malbata Barzanî van êrîşên xwe her roj dijwartir dike. Em bi hêza zarokên xwe bawerin û dibêjin dewleta Tirk a dagirker nikare li hemberî berxwedaniya gerîla ser keve. Em jî weke dayikên Êzidî çi ji me bê xwestin em ê bikin. Çawa ku di dema fermanê de  gerîla bi hewara me ve hatin, heke  bê xwestin em ê jî biçin başur û li hemberî dagirkeriyê şer bikin. Em hertim pişt berxwedaniya gerîla ne.