"Em li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin”

Jinên wargeha Mexmûrê têkildarî gef û êrişên li ser wargehê daxuyanî dan gotin:’Em bang li hikumeta Iraqê û NY yekbuyî dikin, li hember van êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin û erka xwe ya li hember gelê wargehê bicih bînin.”

Mexmûr- Jinên wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî gef û êrişên li ser wargehê daxuyanî dan. Daxuyanî bi pêşengtiya Meclîsa Îştar a Mexmurê li ber derê avahiya Meclîsa Îştar ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xurbet İşlek ve hat xwendin.
Xurbet got: “Zihniyeta faşîzane ya tunekirina hebun û desteftiyên gelê Kurd carekdin bi aweyek herî dijwar di meriyetê de ye. Em vêna bi awayek eşkere dibinin ku armaca vê zihniyeta dagirker û faşîzane bi temamî dagirkirina xaka Kurdistanê û têkbirina destkeftiyên gelê Kurde. Heta ne tenê dagirkirina Kurdistanê zihniyeta xwe ya çetewarî li hemu Rojhilata Navîn kirina serwere. Ji ber Erdoxan bi awayek eşkere got ku ewê Musul û Kerkukê bigrin. Êrîşên li ser Başurê Kurdistanê jî, ji me hemuyan re bi awayek eşkere dide diyarkirin ku êrîşî hemu nirx û destkeftiyên gelê Kurd û mirovahiyê dike. Divê em hemu vê pirsê ji xwe bikin çi karê dewleta dagirker li Başurê Kurdistanê heye. Eger armanç ne tunekirina destkeftiyên gelê Kurd be. Ji bo dewleta dakirker ya Tirk û serçete Erdoxan hemu destkeftiyên gelê Kurd xeteriyeke. Ji ber vê yeke bi hemu hêza xwe ya heyî ve êrîşî li ser Kurdê berxwedêr gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin. Ev qasî du meha ne li hember hemu êrîşên dewleta Tirk gerîla li ber xwe dide û hemu teknîka dewleta Tirka faşîst, gerîla vala dertêxe.
Me wek gelê wergehê gelek şahidiya vê zilma dewleta Tirka faşîst kiriye. Ji ber kiryarên dij mirovane yên li sergelê Kurd ev qasî 27 salin em li ser axa xwe penaberiyê jiyan dikin û heya niha jî hêjan em her roj ji ber zilma vê dewletê tên qetilkirin. Wargeha me wargehek ji aliyê NY û dewleta Iraqê ve bi fermî tê naskirin, lê ruxmê van hêzan ji dewleta Tirk tê wargeha me bombabaran dike. Em bag li NY û dewleta Iraqê dikin erka xwe ya li hemberî wargeha me xwedî derkevin û li hember vê hovitiya dewleta Tirk bibin xwedî helwest. Heya ku dewleta Iraqê û NY bêdeng bin dewleta Tirk wê êrîşên xwe berdewam bike û emê wek gelê wargehê bedelan bidin. Lê ev bedelên em didin ne tenê dewleta Tirk, dewleta Iraqê û NY jî berpirsyarin. Hêvî û daxwaza me jinan ji hemu hêzên siyasî û gelê Kurd ewe, civaka Kurd ya ku ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bedeldayîn,  bi yekgirtina gelê Kurd em rê li hember dagirkeriyê bigirin û gelê Kurd bikin xwedî nasnameyek azad.”
Hemu gelê Kurd û hêzên siyasî vêna baş dibinin, xwenegirtina dewleta Tirka dagirker li hemberî desteftiyên ku Gelê Kurd li başurê Kurdistanê bi dest xistine û destektiyên ku niha li rojavayê Kurdistanê tên bi dest xistine. Jinên Kurd bi taybet dayikên Kurd ev yek heq kirine ku hêzên siyasî xwesteka dayikan û sedhezaran cangoriyên gelê Kurd pêkbînin. Em baş dizanin riya ku me ji dagirkerî û mirinê rizgar bike û dilê me şad bike yekitî û misogerkirina azadiya gelê Kurd e. xewna bab û kalên me û heviya zarokên me Kurdistanek yekgirti û azade. Pêkanîna vêna jî yekitiya gelê Kurde û di destê me de ye. Me ev yek di sala 2014 de li beramberî çeteyên DAİŞ’ê jiyankir. Li Rojava, Başur, Şengal û Mexmurê me dît dema cangoriyên Kudistanê mildan milê hev hêza ku tirs berdabu dilê cîhanê jî xwe li hember lehengiya wan negirtin û binketin,ya ku DAİŞ bin xistî teqez yekitiya Kurdan bu. Di heman eniya şerde pêşmerge û gêrîla mil bi mil sozdan ku rê nedin ev çeteyên hov bimînin liser xaka Kurdistanê û gelek ji wan di heman eniyê de gihiştin şehadetê, em di avakirina yekitiya Kurdan û Kurdistanek serbixwe de deyndarê wan cangoriyane. Em dayik êdî naxwazin zarokên me ji ber ne yekbun û bê tifaqiya di navbera mede werin qetilkirin. Tekoşîna bi feraseta Kurd yekin û Kurdistan yeke, wê me serbêxe. 
Wek jinên wargeha Mexmurê em bang li Dewleta Êraqê û NY yekbuyî dikin, li hember van êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin û erka xwe ya li hember gelê wargehê bicih bînin, helwesta raya giştî, gelê Kurd, rayedarên Êraqê û NY wê pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigire.”
Daxuyanî bi duruşmeyên “Bimre îxanet”, “Bê Serok jiyan nabe”,‘Bijî rêber Apo”û “Bijî berxwedan Mexmûrê” bi dawî bû.