"Em jinên Tûnisê li hemberî rewşa heyî bêdeng nemîn in"

Seroka Komeleya Jinên Tûnisê Dengê Hawa Jannat Kadaşî hem girêdayî çalakiyên jinan ên 16 rojan ku sibê dê bi meşek bêdeng bidawî bibe hem jî ji bo revandina Heyfa Mehfûzî nirxandin kir û got: “Bêdengiya dewletê li Tûnisê jinan dikuje. Em ê jin li hemberî van rewşan bêdeng nemîn in.”

Seroka Komeleya Jinên Tûnisê Dengê Hawa Jannat Kadaşî hem girêdayî çalakiyên jinan ên 16 rojan ku sibê dê bi meşek bêdeng bidawî bibe hem jî ji bo revandina Heyfa Mehfûzî nirxandin kir û got: "Bêdengiya dewletê li Tûnisê jinan dikuje. Em ê jin li hemberî van rewşan bêdeng nemîn in."
ZİHUR EL MEŞRİQÎ
Tûnis - Seroka Komeleya Jinên Tûnisê Dengê Hawa Jannat Kadaşî girêdayî çalakiyên jinan ên di çarçoveya 16 rojên li hemberî tundiya ser jinan hatî despêkirin û ku sibê dê biqede de nirxandin kir.
Jannat Kadaşî diyar kir ku divê bi cidî li ser mijara kuştinên jinan bê rawestan. Jannat Kadaşî bilêv kir ku ew ê weke komele bêdengiya hikumetê ya li hemberî rewşê nepejirînin û rewşa heyî weke şermê binav kir. Jannat Kadaşî da zanîn ku rêjeya şidetê ji daneyên di medyayê de tên dayîn gelek zêdetire û bang li komeleyên jinan kir ku li hemberî rewşa heyî kampaniyayên hişyariyê bidin despêkirin. 
"Li Tûnisê bêdengiya dewletê jinan dikuje"
Jannat Kadaşî bal kişand ser revandina Heyfa Mehfûzî ya li parêzgeha Qeyrûnê ji aliyê hevjînê xwişka xwe ve hatî revandin û wiha domand: "Ya ku di vê bûyerê de mirov dêşîne jî ewe tecawîzkar karmendê ewlehiyê ye û di beşa têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de kar dike. Ji şewitandinê heta rakirina neyînokên keçikê îşkenceyên giran lê kiriye, divê hesabê vê bide û bi cezayê herî giran bê cezakirin. Em ê jin li hemberî van rewşan bêdeng nemînin. Bêdengiya dewletê li Tûnisê jinan dikuje."
Tê payîn ku jinên Tûnisê sibê bi girseyî rabin û tundiyê bi meşek bêdeng şermezar bikin.