“Em jinên Êzidî û Ereb bi rihê 8’ê Adarê yekîtiya xwe çêkin”

Li gundê Xelef yê ser bi Şengalê jinên Êzîdî û Ereb di çarçova xebatên 8'ê Adarê de hatin ba hev û li ser giringiya rojê civînek çêkirin.

Şengal – Bi bonaya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, jinên Êzîdî û Ereb li gundê Xelef yê girêdayî Şengalê civînek lidarxistin. Di civîna bi deqeyeke rêzgirtinê despê kir de gelek jin beşdarbûn. Despêkê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Sebîha Sebrî axivî.
“Em jin dikarin hîn zêdetir xwe rêxistin bikin”
Sebîha roja 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Di serî de em 8'ê Adarê roja tekoşîna jinên cîhanê li Rêber Apo û hemû jinan pîroz dikin, ji ber ku bi fikir û ramana Rêbertî em îro gihan vê astê. Her wiha îro em weke jina dikarin tekoşîn û rêxistina xwe ava bikin."
Sebîha di axavtinên xwe de bal kişand li ser zilm û neheqiya ku li jinê hatiye kirin û wiha qal kir: "Ji demên berê ve û heya niha jin rastî zilm û neheqiyê tê. Her wih jin her tim weke xulama zilam dihate dîtin. Berî fermanê me roja 8'ê Adarê pîroz nedkir, ji ber ku me nedizanî bê ev roj ji bo çiye. Nedhiştin ku em wateya vê roja tekoşînê bizanibin û serî rakin."
“Piştî fermanê me zêdetir xwe naskir”
Sebîha wateya roja 8'ê Adarê eşkere kir û wiha axivî: "Tekoşîna me ya îro berdewamiya tekoşîna jinê ku di roja 8'ê Adarê di kargehan de hatin şewtandin. Weke jin em dikarin tekoşîna xwe mezintir bikin. Piştî fermanê me zêdetir xwe nas kir û xwe bi rêxistin kir. Ger em jinên Êzîdî berî fermanê wiha rêxistinkirî bana, dê ew ferman nedihat serê me. Her wiha ne tenê jinê Êzîdî hemû jinên cîhanê di bn zilm û zoriyê de dijîn."
Sebîha bang li hemû jinên Şingalê kir ku bibin yek û wiha got: "Pêwîste ku em hemû jinê Şingalê bibin yek û bi rihê 8'ê Adarê yekitiya jinan ava bikin. Her wih em bi tekoşîna jinan gîhan vê astê. Lê gavên ku hatine avêtin hîn jî ne besin, pêwîste weke jin em bes nebînin û her û her têkoşîna xwe berdewam bikin. Em weke jin bi têkoşîna xwe dikarin Şengalê ji nû ve ava bikin û bighînin xweseriyê."    
Jinên beşdarî civînê bûne jî nêrînên xwe par kirin û di nava nirxandinên xwe de giringiya yekgirtina jinên Êzidî û Erebî dan nîşandan.