“Em jin li hemberî tecrîdê li ser piyanin”
Endama Kongreya Star a navçeya Ehdasê kantona Şehba Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hemîda Mihemed di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev tişt bi lêvkir: "Tecrîda di hundir tecrîdekê de li ser Rêber Apo didin meşandin. Qedexekirina hevdîtina parêzeran lawaztiya dewleta tirk nîşan dide û hemû biryarên navnetewî binpêk dike."
HESNA MIHEMED
Şehba - Li gelek deverên Kurdistan û cîhanê bi diruşma “Dem dema azdiyê ye” çalakiyên rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Endama Kongreya Star a herêma Şehbayê Hemîda Mihemed jî girêdayî mijarê nirxandin kir.
Hemîda bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê da çû: "Li ser Rêber Apo tecrîdek di hundir tecrîdê de hatiye ferzkirin. Ev ne cara yekem ku tecrîdê li ser wî ferz dikin, bi dehan caran tecrîd girankirine lê tu carî neghêştine armancên xwe. Ev ceza ji bo tendirustiya Rêber Apo ne başe. Ruxmî ku gelek dewlet û rêxistin bi mafê mirovan û girtiyan bang dikin û xwe di milê demokrasiyê de pêş dibînin jî lê dîsa dema mijar dibe Rêber Apo hemû bêdeng dimînin. Emê jin heta azadiya Rêberê xwe mîsoger nekin nesekinin.”