"Em jin li hemberî tecrîdê bêdeng nabin"
Hevseroka Meclîsa Edaleta civakî ya herêma Firatê Nesra Xelîl da zanîn ku dewleta tirk ji ber hilweşandina xwe ya di hundir tirkiyê de, zextê li girtîgeha Îmarliyê dike.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi diruşma “Dem dema azadiyê ye” bi pêşengiya jinan her diçe berfireh dibe. Divê çarçoveyê de Hevseroka Meclîsa Edaleta civakî ya herêma Firatê Nesra Xelîl ji ajansa me re axivî.
"Li tirkiyê zagon tên binpêkirin"
Nesra balkişand ser rewşa Îmraliyê û wiha got: "Ji roja ku Rêber Apo hatiye girtin heya vê kêliyê jî, dewlet hewl didin ku Kurdan tune bikin û li şûna wan pilanên nû derxin holê. Wek ku niha çawa li şûna kesên ku mal û milkên wan hatiye talankirin li şûna wan jî hineke din bi cih dibin. Mirov dikare herêmên dagirkirî nimune bide. Her kes dizane ku yek mirov bê girtin ku sucê wan çibe bila bibe, hin hevpeyman hene ku ew girtî malbat û parêzerên xwe bibîne, rewşa tenduristî jî divê bê şopandin an go rewşa wî/ wê di bin şopandinê debe, lê mixabin li tirkiyê hemû maf hatine binpêkirin. Belkî gelek caran bang ji bo Rêber Apo tê kirin, lê bi awayekî fermî an go bi awayekî piratîkî ku saziyên pêwîndîdar xwe berpirsyar bibînin tuneye. Ji xwe ev saziyên pêwîndîdar destek dane dewleta tirk ji ber tiştên ku em li ber çavan dibînin wiha xuya dike."
"Rihê berxwedanê ji faşîzmê bilintir e"
Nesra wiha dom kir: "Di hundir tiriyê de aloziyek tê jiyîn, ji bo ku xwe ji vê aloziyê dur bixe û balê nekşîne ser rewşa xirab ya tirkiyê. Her roj gefan davêje li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava, pêva girêdayî rewşa Rêber Apo ku niha di tecrîdekî giran re derbas dibe. Ji bo gel rewşa Rêberê xwe bizanibin, parêzer û malbatê serlêdan kirin, lê ew serlêdan hemû hatin redkirin, li dide xuya kirin ku bi rastî jî edaleta ku qaşo li tirkiyê heye dernakeve holê. Li şûna wê binpêkirina mafê mirovan tê kirin û bi taybet di girtîgehan de ev yek derdive pêş. Çi mirov be nikare di nava çar dîwaran de jiyan bike, lê berxwedana ku îroj di girava Îmraliyê de tê kirin ne hêsane. Li ber çavên cîhanê tevahî tê xuya kirin ku dewleta tirk çi dike û çi nake, li her derê mafê girtiyan heye ku serlêdan an go hevdîtin heye. Ji bilî girtîgeha tirkiyê. Çima ji ber ku ev kesê ku em behsa wî dikin, pirojeyeke ji bo tevahî kesên bindest, kesên ku rojane dibin desthiladariya dijmin de dijîn. Her roj ev mirov tên kuştin, tenê ji ber ku pirojeya Rêber Apo nas kirine û li cîhanê belav bûye."
"Cîhan li beramberî tecrîdê bê denge"
Nesra li ser hemleya “Dem dema azadiyê ye” ev tişt got: "Ev demeke hemleyek hatiye destpêkir ji bo derxistina tevgera azadiyê ji lîsteya terorê, li rex vê yekê hemleya dem dema azadiyê ye tê meşandin. Di demeke ku divê rewşa gelê Kurd ber bi başbûnê ve biçe, dewleta tirk ji ber van herdû hemleyan tecrîdê girantir dike û cezaya disipilînê dide meşandin, her wiha ji aliyê dewleta tirk ve biryar hat derxistin ku divê parêzer bi miwekilê xwe hevdîtinan heya 6 mehan neke û bi malbatê re jî 3, li kijan welatî ev zagon heya û pêk tê. Dem hatiye ku êdî ev tecrîd bê rakirin û azadiya Rêber Apo em bi dest bixin. Her demê ku dewleta tirk bi bindikeve tola xwe ji hin tiştan hiltîne. Dema ku di Kobanê de binket vê ça tola xwe di komkujiya Kobanê de hiland. Di heman demê de li çiyayên azad binket armanca wî vala derket, li dijî vê yekê jî cezaya disiplînê da destpêkirin. Banga min ji hemû jinan re heye ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Dema ku jin wek ku Rêber Apo xwastiye jin di civakê de azad bibe wê civakê jî bi xwe re azad bike."