"Em ji êrîş û balafirên dewleta tirk natirsin"

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê li dijî bombebarana dewleta tirk a duh bertek nîşan dan û gotin: "Dewleta tirk hewl dide tola binketina DAIŞ’ê bistîne lê me ev bajar bi xwîna zarokên xwe rizgar kir, ji ber vê em bihêztir dibin."

Kobanê - Duh di seatên êvarê de balafireke bê mirov a dewleta tirk (SIHA) maleke sivîl li taxa şehîd Peyman a li Rojhilatê Kobanê bombebaran kir. Di encama êrîşê de hat zanîn ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê li dijî êrîşê hêrsa xwe nîşan dan û diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrîşan nikare wan çavtirsandî bike. 
"Hêzên garantor hevkarên van êrîşan in"
Ji rêveberiya komîteya jin a meclisa malbatên şehîdan, Dîjle Mislim bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û got: "Dewleta tirk duh di saetên êvarê de bi balafireke bê mirov maleke sivîl bombebaran kir ku di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Ev ne bûyera yekemîn e ku li herêmê çêdibe, beriya vê li Kobanê, Qamişlo û Şengalê jî çêbûye. Di nava ewqas bûyeran de me helwesta tu hêzên garantor ango rêxistinên mafên mirovan nedît. Ji ber vê, bêdengî û bê helwestmayîn, hevkariya wan a bi dewleta tirk re û erêkirina van êrîşan nîşan dide. Rojane gef û êrîş pêk tên, ciwan û zarok birîndar dibin, jiyana xwe ji dest didin, li her derê xwîn diherike."
"Banga me ji bo gelê me ye"
Dîjle Mislim armanca êrîşên ku pêk tên wiha nirxand: "Dewleta tirk komkujiyeke din pêk anî lê em weke malbatên şehîdan dibêjin ku bi her êrîşekê re vîn, hêz û cesareta me xurtir dibe. Her wiha em bi her bûyerê re hezar car soza xwe ya ji bo şehîdan û Rêber Apo nû dikin. Ji ber vê em banga xwe li tu hêzên garantor û civaka navneteweyî nakin, banga me ji bo gelê me ye. Divê ku em weke gelê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her demê zêdetir hevgirtina xwe ava bikin. Ger em wiha bikin, dewleta tirk tu carî nikare komkujiyan çêbike. Ji lewre divê ku em weke gel bi hev re dirust bin û kesên xwefiroş ku bi xwîna zarokên me yên şehîd dilîzin ji nava xwe derxin. Di nava her malbateke ji Kobanê de zêdetirî şehîdek heye, heger şehîd nebin jî birîndar, şervan û yên girtî hene."
"Kobanê bi xwîna zarokên me rizgar bû"
Her wiha Fatma Mihemed Îsa ku zarokê wê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, wiha axivî: “Ji êvarê ve em ranezane lê bila Erdogan baş bizanibe ku em ji van êrîşan natirsin. Heger dewleta tirk armanc dike ku em ji axa xwe koçber bibin, wê ev yek tu carî pêk neyê. Tirkiyeyê bi hezaran çete şandin Kobanê lê dîsa jî têk çû. Duh hêzên me serçeteyekî DAIŞ`ê li Dêrezorê girtin, piştî wê dewleta tirk yekser êrîşî Kobanê kir. Ev yek xwesteka dewleta tirk a tolhildana ji bo çeteyên xwe re teqez dike. Lê me di berxwedana Kobanê de xwîn, kezeb û zarokên xwe da, ma qey hêsan e em îro vê axê terk bikin. Ji ber vê em ji êrîş, sîxur û kirinên Erdogan natirsin."