'Em hêvîdar in ku jinên Sûriyeyê têkoşîneke hevpar bimeşînin'

Parêzvana mafên mirovan Îman Ebû Esaf a ji Suweydayê, diyar kir ku jin pêşengiya têkoşîna demokratîkbûna Sûriyeyê dikin û got: “Dibe ku di demeke nêz de zemîneke hevpar a ku jinên Sûriyeyê bi hev re têbikoşin, ava bibe.”

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda- Xwepêşandanên ku di Tebaxa 2023’an de li Meydana Karama dest pê kiribûn, ji ber şerê navxweyî yê berdewam û zêdebûna krîza aborî li Suweyda, ku civaka Durzî li başûrê Sûriyeyê lê dijîn, berdewam dikin. Ji sala 2011'an û vir ve ku serhildanên bi navê 'Bihara Ereban' li Sûriyeyê belav bûn û heya îro pevçûn didomin, gel li dijî bêîstîkrariya siyasî, aborî û civakî bertek nîşan da.

Parêzvana mafên mirovan Îman Ebû Esaf a ji Suweydayê diyar kir ku jinên Sûriyeyê wê di demeke nêz de zemîneke hevpar a têkoşînê ava bikin.

‘Azadî li ser zayendekê tenê ne pêkan e’

Îman Bû Esaf di destpêka axaftina xwe de behsa şoreşa sala 2011’an ki û diyar kir ku ji bo xelasiya ji koletiyê şoreş derfetek mezin bû  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şoreşa ku di sala 2011’an de destpêkir heya 2023’an  berdevam kir. Rola jin di serhildanê de gelek bi bandor bû. Beriya şoreşê jin di asta duyem de bû rola wê her dihat paşguhkirin ev şoreş bû sedemek mezin ku jin xwe pêş bixwe û zane bibe. 

Li Sûriyeyê di sala 2011’an de jin û ciwan daketin kolanan lê hikumeta Şamê êrîşên pir dijwar bir ser çalakvanan pêk anî. Lê jin di ya xwe de bi israr bûn ji ber ku ev baş dizani bû azadî li ser zayendekê tenê ne pêkan e.”

‘Jinên li Sûriyeyê bi berxwedana xwe dengê xwe gihandin xîhanê’

Îman Bû Esaf di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî sala 2011’an tevî hemû astengiyan heta asteke mezin jinan dikarîbûn dengê xwe bighînin cîhanê, di hundir li cem hemû jinan hêrsek pir mezin hebû. Jinan li Suweydayê dikarîbûn dengê xwe û dengê hemû jinên Sûriyeyê bighînin cîhanê. Jin bi hejmareke mezin derketin û dikarîbûn zanebûna xwe, mafê xwe yê rewa di bajarekî hemwelatîbûna azad de îsbat bikin.”

‘Jin di her qadî de hebûna xwe didin diyarkirin’

Îman Bû Esaf di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta niha jî hin nerînên cuda hene û ew negihîştine teşeyekî siyasî ku vê serhildanê li ser asta giştî yan jî taybet bidin xuyakirin û wiha pê de çû: “Lê belê tişta herî baş baş ew e jin di hemû qadana de hemûna xwe didin der em jî hêdarin ku dê birêxistinbûna jinan di demek nêz de hîn xurtir be.”