"Em hesab ji qatilên zarokên xwe û hevkarên wan dipirsin"
Malbatên ciwanên ku di encama bombebarana dewleta tirk a bi riya balafirên bê mirov di 20`ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan helwestên xwe anîn ziman û gotin: "Zarokên me sivîl bûn û wan zirar nedabûn tu kesî. Em dest ji axa xwe bernadin lê em hesab ji sîxur û dewleta tirk û hêzên garantor dixwazin."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Dewleta tirk di 20`ê Cotmehê de bi balafireke bê mirov (SIHA) taxa Kobaniya Nû bombebaran kir. Di encamê de ciwanê bi navê Hemze Hemze yê 23 salî ku ji gundê Gewrikê ye û Faris Mizê yê 17 salî ku ji gundê Boxazê ye jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zarokek, karker û hevserokê meclisa edaleta civakî jî birîndar bûn. Ajansa me nêrîn û helwesta malbatên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan girt. Xezne Mizê keça wê Hêlîn Kobanê di 2016`an de, di encama bombebarana dewleta tirk de li herêma Garê jiyana xwe ji dest da. Kurê wê Faris ku temenê wî 17 salî bû di encama bombebarana balafirên bê mirov de jiyana xwe ji dest da.
Xezne Mizê bi xemgîniyeke mezin wiha behsa kurê xwe û roja ku bûyer tê de qewimî kir: "Faris 13 salî bû dema dest bi xebatan kir. Her kesê jê re digot tu biçûk î tu çima dixwazî kar bikî lê wî gelek hez dikir û dixwest cihê xwe di nava vê şoreşê de bigre. Ew di nava kar û xebatên ciwanan de bû. Her kesê jê hez dikir, ji ber vê gelek saziyan dixwestin ku bibe ajokarê wan. Ji lewre wî herî dawî ajokarî dikir. Di roja ku bûyer çêbûn de mêvanên min hebûn, kurê min ê mezin çû cem malbata hevjîna xwe. Carekê min dît wesayîdek bi lez tê û kurê min tê de ye. Min ji kurê xwe yê mezin pirsî çi heye? Wî jî got tiştek tune ye ez nexweş im ez diçim nexweşxaneyê. Lê ez û hevjînê xwe ketin gumanê, ji ber vê me telefonê birayê xwe yê di nava hêzên asayîşê de kir û me ji cem xwe de jê re got kurê min Faris çi bûye û ew di kîjan nexweşxaneyê de ye. Birayê min jî got Faris birîndar e û ew di nexweşxaneyê de ye. Em li wesayîdê siwar bûn û çûn nexweşxaneyê. Me çiqas xwest ku em Faris bibînin jî bijîşkan nehîştin û digotin birîndar e. Demek derbas bû min dît ku kurê min ê mezin hat û porê xwe jêdike. Min dît ku kurê min ê biçûk Fairs jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî kirine tabûtê."
"Kezeba min şewitandin"
Xezne Mizê helwesta xwe ya li hember êrîşê wiha bilêv kir: "Dijminên me di nava me de ne, bi me re dixwin, vedixwin karê xwe jî dikin. Dibe ku yê bû sedema mirina kurê min, cenazeyê Faris jî hildabe ser milên xwe. Herdu zarokên min bi balafirên dewleta tirk, ji aliyê xayîn û dijminan ve şehîd ketin. Faris ne di şeran û mewziyan de bû, ew ciwanekî sivîl bû û karê xwe dikir. Ew hê 17 salî bû, hê bi temenê xwe şad nebûbû. Çawa ku kezeba min şewitandin, Xweda kezeba wan jî bişewitîne. Farisê min çi kiribû, ew di wesayîda xwe de rûniştî bû lê sîxuran agahî dan dewleta tirk û balafirên wan ên bê mirov ew bombebaran kirin. Heger dewleta tirk difikre ku em ê bi vî rengî bitirsin, ew gelek şaş e. Berovajî heta ku em sax bin, em ê di mal û axa xwe de bin."
"Em ê ji axa xwe dernekevin"
Her wiha dayika Hemze, Şahîbe Hemze dayika du şervanên tevgera azadiya Kurdistanê ye, her wiha lawê wê yê mezin ev 8 sal in ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye revandin. Şahîbeyê hestên xwe wiha parve kir: "Hemzeyê min hê biçûk bû. Karê wî li Kobanê bû, ajokariya saziyeke sivîl dikir. Em li ser axa xwe dijîn, me ne êrîşî dewleta tirk kiriye û ne mirovekî Erdogan qetil kiriye. Ew hema tê li ser sere me balafiran radike, xortên me yên ciwan hedef digre û kezeba me dişewitîne. Hey Xwedê kezeba wî jî bişewitîne. Birayê min hat cem me mal, min jê pirsî xêr e çi heye û kîjan ji zarokên min şehîd ketine. Ji min re got kes şehîd neketiye lê min gelek îsrar kir, ji min re got Hemze di encama bombebaranê de şehîd ketiye."
Şahîbe Hemza daxwaza darizandina sîxurên ku bûn sedema êrîşê kir û got: "Ev sîxur ji bo pereyê dolar sîxuriyê dikin û welatê xwe difroşin. Zarokên me bi pereyan firotin, hûn çima kezeba me dişewitînin? Werin em bi vê rewşa xwe ya belengaz pere bidin we lê hûn vî karî qirêj nekin. Hêzên Rûsya û Emerîkayê jî hevkariyê bi dewleta tirk re dikin. Hêzek ji bo petrolê hatiye û hêzek li pey berjewendiyên xwe ye. Yek ji wan jî êrîşên dewleta tirk ranawestîne û jê re nabêje êdî bes e. Em êdî ji axa xwe dernakevin, heger em mirin jî em ji van zarokên me yên şehîd ketine ne çêtir in. Em hesab ji van kesên ku bûn sedema şehadeta zarokên me dixwazin."