'Em heqê xwe helal nakin em ê hesab bipirsin’
Aktivîstên TJA'yê ji Amedê berê xwe dan Narlikuyuyê û bi jinên mexdûrên erdhejê re hatin ba hev.
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA), bi jinên mexdûrên erdhejê yên li konbajarê Narlikuyuyê ya navçeya girêdayî navenda Semdûrê hatin ba hev. Di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de li pêşiya ‘kona jinan’ a ji aliyê TJA’yê ve hatibû vedan tevî ekîba ku ji Amedê hatin daxuyanî dan.
Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya, aktivîstên TJA'yê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demirel, Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rengin Ergul û gelek jin hatin konbajar û yek bi yek serdana erdhejzedeyan kirin.
Jinan piştre zincîr ava kirin û pêdiviyên ji bo mexdûrên erdhejê hilgirtin û di kamyonan de bi cih kirin. Di vê kêliyê de gelek rêxistinên civaka sîvîl tevlî zincîrê bûn û alîkarî kirin. Piştre jinan li ber konê TJA'yê ava kiribû daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Bijî 8’e Adar’ê Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê ye!” hatin vekirin. Di destpêkê de Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya mafê axaftinê girt.
Adalet Kaya li vir diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin û got:"Em ê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê!"
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, da zanîn ku dewlet li tu derê tune bû û wiha got:"Dewlet ne li pişta gel e. Dewlet ji bo armanc û bekaya xwe heye. Lê em ê felsefeya Jin jiyan azadî bidin jiyîn. Helalkirin tune ye wê hesabpirsîn hebe. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.