‘Em ê xeyalên Sakîne Cansiz û Emîne Kara pêk bînin’

Leyla Kileş ku Emîne Kara (Evîn Goyî) nas dikir, di şexsê Emîne Kara de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî da zanîn ku Emîne Kara jinek pêşeng bû her roja xwe fedayê gel û jinan dikir.

VIYAN AMED

Qamişlo – Ji Endama Konseya Rêveber a KCK Emîne Kara (Evîn Goyî), Endamê Yekîtiya Hunermendên Kurd a Tev Çandê Mîr Perwer (Mehmed Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abduurahman Kizil di 23’yê Kanûnê de li navenda Çand û Hunera Ahmed Kaya ya Fransa Parîsê hatin qetilkirin. Emîne Kara ya di hemu qadan de ji bo azadiya jinên Kurd têkoşiya, di nav dilê jinên Kurd de bû yek ji pêşeng û têkoşînvanê lêgerîna azadiyê. Jinên ji Rojavayê Kurdistanê ku Emîne Kara bi wan re gelek kar û xebat daye meşandin wê bi bîr tînin û ji bo xeyalê wê pêk bînin sonda xwe nûjen dikin. Yek ji wan jinan Leyla Kileş e ku Emîne Kara nas dike, dibêje “Em ê xeyalên Sakîne Cansiz û Emîne Kara pêk bînin.”

‘Evîn bi pêşketina jinan dilşad dibû’

Leyla Kileş li ser kesayeta Emîne Kara diyar kir ku ew 24 demjimêran ji bo gel kar û xebat dida meşandin û da zanîn ku ew bi şans bûn jina pêşeng Emîne Kara nas kirine û keda wê ji bo jinan ji nêz ve dîtiye û got: “Evîn jinek pêşeng bû, her roja xwe fedayî gel û jinan dikir. Hevala Evîn her dem pêşiya jinan vedikir, dema keda ku dida jinan didît pir kêfxweş dibû. Her dem digot pêvajo pir giran e, dem ne ew dem e ku were rûniştandin divê rastiya dijmin a hov bibînin û bi yekitiya jinan parastina destkeftiyên gelê kurd bikin.”

Leyla Kileş destnîşan kir ku Emîne Kara ji bo wan perwerdeya zindî bû ew bi nîqaşên wê gelek bi bandor dibûn û got ku ew heyrana keda ku ji bo şoreşa jinan dida dibûn û wiha dirêjî da gotina xwe: “Keça min ji Evîn bi bandor bû, tevlî tevgera azadiyê bû gelek wek keça min hebûn ku Evîn ji xwe re pêşeng didîtin. Keça min ji perwerdekirin, ked û sekna Evîn gelek bi bandor bûbû ku heta niha jî li pey doza azadiyê kar û xebat dimeşîne. “

‘Em hesab ji dewleta Fransayê dixwazin’

Leyla Kileş komkujiya 2’emîn a Parîsê şermezar kir û destnîşan kir ku ev komkujî bi hevkariya Fransa û dewleta tirk pêk hatiye û wiha pê de çû: “Tenê yek daxwazê me heye ew jî komkujiya ku di nava 10 salan de cara duyem pêk hatiye û heta niha rastiya wê nehatiye ronî kirin, bên ronî kirin. Nakokiyek mezin di serê me de tê avakirin ku çima jinên pêşeng li Fransayê tên armancgirtin. Hemû dewletên ku berjewendiyên wan bi dewleta tirk re heye, lambaya kesk pêdixin û pêşengên me armanc nîşan didin. Divê Fransa hesabê vê komkujiyê bide û vê rewşê zelal bike. Heta ev komkujî zelal nebêe em ê li ser piyan bin û hesabê ji dewleta Fransayê bixwazin.”

‘Bi komkujiyan nikarin pêşiya azadiya jinan bigirin’

Leyla Kileş herî dawî diyar kir ku ew ê li pey şopa cangoriyên azadiyê bimeşin û da zanîn ku ew ê xeyal û armancên Emîne Kara û Sakîne Cansiz pêk bînîn û wiha bi dawî kir: “Îro bi saya jinên pêşeng em hatine wê astê ku me şoreş pêk aniye û em ê ji bo xeyalên bi hezaran şehîdan têkoşîna xwe mezin bikin û xeyalên wan bi şoreşê re pêk bînin. Em dibînin dijminên Kurdan îro ji hêza jinên azad ditirsin, ji lewre ji bo ku hêza wan bitebisîne, pêşengên wan qetil dike. Bila dijmin jî baş bizanibe, bi komkujiyan nikare pêşiya azadiya jinan bigire, berovajî em ê hêrs û kîna xwe li dijî neyaran mezin bikin û şoreşa xwe biparêzin. Bi şehadetê em kêm nabin, berovajî wê bi hezaran keç û xortên me beşdar dibin û tola bi hezaran Kurdan hiltînin.”