‘Em ê têkoşîna xwe li Enqereyê bidomînin’

Malbata Şenyaşar têkildarî çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li Meclisê daxuyanî da. Malbatê diyar kir ku ew ê ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê bikin û got: “Ger edalet bi cih neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome.”

Enqere- Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar têkildarî Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di 2021’ê de dane destpêkirin li Meclisê daxuyanî da. Dayika wî Emîne Şenyaşar û hin parlamenterên Partiya Çepên Kesk tevli daxuyaniyê bûn.

‘Pênc sal in edalet bi cih nehatiye’

Ferît Şenyaşar wiha axivî:

“Pênc sal in kêliyek jî êşa me kêm nebûye. Pênc sal in hêsirên çavên me dibarin. Pênc sal in zilm berdewam dike. Pênc sal in edalet bi cih nehatiye. Îro jî dayika min bi daxwaza edaletê li Enqereyê ye.

Dayika min 68 salî ye û tevî vî temenê xwe jî 846 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê girt. Tenê daxwazek wê heye, ew jî bicihanîna edaletê ye. Armanca wê ew e ku rayedar guh bidin daxwaza wê û qêrîna wê bibihîzin. Lê mixabin li Enqereyê xwedê giravî yên ku edaletê pêk tînin, qêrîn û hêsirên dayika min ji nedîtî ve hatin.

‘Em ê ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê bikin’

Ji bo jiyana adilane me çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê anî Enqereyê. Em ê piştî vê daxuyaniyê, ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê bikin. Heke ji bo pêkanîna edaletê sozekî bidin me, wê dayika min li Enqereyê nemîne dê biçe mala xwe ya li Pirsûsê. Çimkî dayika min naxwaze li vir bimîne. Divê hem ji çavên xwe hem jî ji çongên xwe emeliyat bibe. Dibêje heta ku edalet pêk neyê wê emeliyat nebe. Heke edalet pêk neyê em ê têkoşîna xwe li Enqereyê bidomînin.”

‘Ger lawê min bernedin ez ê li ber Wezareta Dadê dest bi rûniştinê bikim’

Piştre Emîne Şenyaşar jî axivî û destnîşan kir ku ew li dijî zilmê nobedê digre û wiha got: “Bila lawê min ê girtî berdin. Êdî bes e. Ez jî biçim mala xwe cem neviyên xwe. Malbata min qetil kirin, lawê min avêtin hepse. Hevjînê min li ber çavên min qetil kirin. Heke lawê min bernedin ez ê li ber Wezareta Dadê dest bi rûniştinê bikim û nobedê li vir bidomînim. Erdogan baş dizane, hikûmet jî baş dizane ku tu sûcek lawê min nîn e.”