‘Em ê sînorên di navbera Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de rakin’

Jinên kantona Kobanê ku çirûska yekem a şoreşa jinan pêxistin, piştgirî dan serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê. Jinan destnîşan kir ku ew ê ji bo serkeftina şoreşê berê xwe bidin Rojhilatê Kurdistanê û sînoran ji holê rakin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Li warê Kurdan, li ser singa Kurdistanê jinên Mezopotamyayê ku xwe dispêrin bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan raperîn û şoreşên di bin navê "Jin, jiyan, azadî" de dane destpêkirin. Ev serhildan ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêviya rizgarî û azadiyê.

Di sedsala 21'emîn de jinên Kurd ji bo jinên cîhanê û Rojhilata Navîn pêşengiya serhildana li dijî pergala mêr-dewletê kirin. Çirûska yekemîn a şoreşa jinan di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Şoreşa ku 10 sal in li dar e, jinan dikaribûn di tevahî warên jiyanê de bibin xwedî destkeftiyên berbiçav ku jinên ji pêkhateyên cuda jî xwe di nav de bibînin û îlhamê jê digrin. Şoreşa azadî û jiyana nû şaxên xwe berda tevahî parçeyên Kurdistanê, bi taybetî jî jinan ev tecrube hembêz kirin û di her derfetê de têkoşiyan da ku bikaribin şoreşa Rojava Kurdistanî bikin. Ji lewre di Îlona 2022'an de li Rojhilatê Kurdistanê jin bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" daketin kolanan û 7 meh in serhildan berdevam dike.        

Jinên Kobanê, serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dilgermî silav kirin û piştgiriya xwe bi riya ajansa me anîn ziman.

'Divê serhildana ‘ Jin, Jiyan, Azadî ' were mezinkirin’

Evîn Berewad anî ziman ku serkeftina serhildana Rojhilatê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî girîng e û ev nirxandin kir: "Çirûska azadî, lehengî û têkoşîna jinan li Kobanê dest pê kir û li Rojavayê Kurdistanê û cîhanê berfireh bû. Wekî tê zanîn a niha jinên Rojhilatê Kurdistanê li hemberî mêtingerî, zordarî û çarşeva reş serî hildane. Bi vê gavê re jinên Rojhilat bi gelek êrîş û îşkenceyan re rû bi rû man. Ji ber vê çirsûka şoreşa jinan li ser vê bingehê dest pê kir ku me dît dirûşma "jin, jiyan, azadî" careke din xwe da der û vê carê cîhanî bû. Ev 7 meh in ku hikûmeta Îranê hewl dide bi hemû rêbazan çirûska vê şoreşê vemirîne. Herî dawî jî zêdetirî 900 xwendekarên jin bi jehrê xistin. Em weke jin vê nirxandinê dikin, heger serhildana Rojhilatê Kurdistanê were binxistin, wê vê carê êrîşî şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê bikin. Lewre divê ku serhildana Rojhilat were mezinkirin û şoreşa Rojava were parastin da ku ev mîrate mayînde bibe."

'Em ê şoreşa jinan hemû êrîşan biparêzin'

Evîn Berewad da zanîn ku ew ê çirûska şoreşa jinan weke agirê Newrozê biparêzin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Me weke jin destkeftiyên xwe bi kedeke mezin û berdêlin giranbuha bi dest xistin. Şoreşa me jî xwedî taybetmendî û cudahiyên mezin e, ji ber vê hêzên serdest di her derfetê de êrîşan pêk tînin. Ji ber vê em ê destûr nedin tu hêzan ku çirûskên azadiyê vemirînin. Em niha jî di werza biharê de ne, çawa ku gelê Kurd heta niha agirê cejna Newrozê parastin û têkoşerên weke Zekiya Alkan, Sema Yuce û hwd. canê xwe kirin agirê Newrozê, em ê jî şoreşa jinan ji hemû êrîşan biparêzin û nehêlin ku çirsûka wê were vemirandin. Me ev biryar û îsrara xwe di peyamên 8'ê Adarê de bi rengekî eşkere ragihandin. Hêviyên me jî ew in ku çirûska "jin, jiyan, azadî îro li Rojhilatê Kurdistanê geş bûye, li tevahî Kurdistanê mayînde bibe."

'Hêrsa xwe veguherandin serhildanên azadiyê'

Jina bi navê Cîhan Bozan destnîşan kir ku wê jinên Kurdistanê bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" azad bibin. Cîhan Bozan piştgiriya xwe bi van gotinan anî ziman: "Dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bûye dirûşma serdemê ya jinan. Me jî weke jinên Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe li gorî naveroka vê felsefeyê birêxistin kiriye. Bi serhildana Rojhilatê Kurdistanê re ev dirûşm cihekî girîng û mezin di rojeva jinên cîhanê de girt. Hikûmeta Îranê bi riya Îslama radîkal jiyana jinan li gor xwe birêxistin kiriye. Jinên Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina Jîna Emînî re êdî nerazîbûn û daxwaza guhertina pergala Îranê anîn ziman. Qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve, bû wesîleya serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Em weke jinên Kobanê vê serhildanê silav dikin û vê têkoşînê pîroz dikin. Em bi her ewayî piştgiriyê didin wan, heta em ez vê bibêjim. Dema mijar dibe Kurd û Kurdistan em sînoran nas nakin. Em ê sînorên di navbera xwe de derbas bikin û berê xwe bidin Rojhilatê Kurdistanê."

'Em ê ji bo serkeftina şoreşa jin berê xwe bidin Rojhilatê Kurdistanê’

Semîra Ehmed bal kişand ser hevgirtina jinên Kurd ya di demên zor de û got ku ewê sînoran rakin û biherikin Rojhilatê Kurdistanê û wiha bi dawî kir: "Ez di destpêkê de rabûn û serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê pîroz dibînim, bi taybetî jî xwedîderketina wan li felsefeya "Jin, jiyan, azadî." Jinên Rojhilatê Kurdistanê xwedî cesaret, bawerî û vîneke mezin in ku dikaribûn çarşefa xwe ya reş bavêjin û vê têkoşînê veguherînin serhildanê, xwe ji bend û qeydên pergala mêr-dewlet rizgar bikin. Di van demên zor de pêdiviya me bi hevgirtinê heye, çawa ku di berxwedana Kobanê de jinên Bakurê Kurdistanê sînoran rakirin û herikîn Kobanê, çawa ku di şerê Efrînê de ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan berê xwe dan Efrînê, em ê jî hewl bidin li gel jinên Rojhilatê Kurdistanê şoreşa azadiyê bi ser bixin."