‘Em ê polîtîkayên Tirkkirinê qebûl nekin’

Jinên Efrînî û Şehbayê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan û diyar kirin ku ew ê pergala Netewa Demokratîk biparêzin, polîtîkayên asîmîlasyonê qebûl nekin û ji bo vê jî wê berxwedanê mezin bikin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Li hemberî êrîşan gel 6 sal in berxwedana xwe didomîne. Jinên ku ji ajansa me re axivîn, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk têkbirina sîstema Neteweya Demokratîk e.

‘Ez bêdengiyê şermezar dikim’

Ji jinan Lamîa Abbas diyar kir ku dixwazin vîna gel bişkînin û got: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe hewl dide herêmê vala bike. Di nav gelê Sûriyeyê de hevgirtin û yekîtî heye. Dewleta Tirk nikare vê piştgirî û yekitiyê tehemûl bike û li vir dixwaze vîna hevpar bişkîne. Di encama bombardûmana dewleta Tirk de zereke mezin li can û malên welatiyên gundan dibe. Her wiha ez bêdengiya civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan li hember van hemû suc û binpêkirinan şermezar dikim. Binpêkirin bi rêbazên herî hovane berdewam dikin.”

‘Armanc ew e ku bi êrîşan vîna jinan bişkînin’

Emel Mihemed ku di encama êrîşên dewleta Tirk de ji Efrînê koçî Şehbayê bûye, diyar kir ku bombebaran û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî gund û herêmên Şehba û Efrînê ne demkî bûn, demeke dirêj e berdewam dikin. Emel Mihemed amaje bi wê yekê jî kir ku hema hema rojane bombebaran û bi taybet li ser herêmên Sûriyeyê yên dagîrkirî tê kirin û got: “Di dema êrîşên li ser gundan de mirov dibin hedefa bombebaranan. Bi  balafirên keşfê yên Tirk pêşengên şoreşê di qadên civakî, siyasî û leşkerî de dikin hedef. Armanca dewleta Tirk a hedefgirtina pêşengên jin, têkbirina pergala Netewa Demokratîk û şikandina vîna jinan e ku weke stûnên şoreşa herêmê tên dîtin.”

‘Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’

Yek ji jinan Fayruz Omer jî diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya xwîna bi deh hezaran Sûriyeyiyan ji hemû mezheb, pêkhate û olan gelek serkeftin û destkeftî bi dest xistine û wiha got: “Tiştê bi nirx bi hêsanî dev jê nayê berdan. Em diyar dikin ku em ê riya şehîdên xwe bişopînin û têkoşîna şoreşgerî bidomînin. Pêkanîna pergala Neteweya Demokratîk yek ji hîmên îsrar û îradeya me ya ji bo jiyanê ye, ji bo wê em ê dev jê bernedin. Em ê têkoşîna xwe heta serkeftinê li tevahiya Sûriyeyê bidomînin.”

‘Em ê teslîmî dagirkeriya Tirk nebin’

Melek Alluş berxwedana 58 rojan a gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk bi bîr xist û got: “Gelê Efrînê beriya ku bi darê zorê koçber bibe, 58 rojan li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî nîşan da. Şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşan neçar man koç bikin ev 5 sal in li Şehbayê dijîn. Lê belê ev 5 sal in dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser gelê Efrînê yên koçber bûne û şêniyên herêma Şehbayê didomîne. Em ê teslîmî dagirkeriya Tirk nebin. Em ê polîtîkayên Tirkkirinê qebûl nekin. Heta axa me azad nebe û sîstema Neteweya Demokratîk pêk neyê emê li ber xwe bidin.”