‘Em ê polîtîkayên azadîxwaz ên zarokan bixin meriyetê’

Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê, balkişand ku bi milyonan zarokên tên xebitandin û wiha got: “Em ê di tevahiya şaredariyên DEM Partiyê de polîtîkayên azadîxwaz ên zarokan bixin meriyetê.”

Navenda Nûçeyan- Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş û Îhsan Seylan di navenda giştî ya partiya xwe de daxuyanî dan. Hevberdevkê Komîsyonê Îhsan Seylan wiha got: “Zarok wek karkerên erzan tên dîtin û zêdetirî 160 milyon zarokên di bin şert û mercên mêtingeriya kapîtalîzma hov de tevî mirinan, tên xebitandin.

‘Herî kêm 888 zarok dema dixebitîn hatin qetilkirin’

Îhsan Seylan da zanîn ku zarok li Tirkiyeyê arasteyî şert û mercên xizaniyê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarok di fabrîka, zevî, atolye, navendên perwerdeya pîşeyî de ji bo dewlemendkirina sermayedaran arasteyî tundiya piralî û îstîsmarkirinê tên kirin. Li gorî rapora ÎSÎG’ê di navbera salên 2002 û 2023’yan ên desthilata AKP’ê de herî kêm 888 zarok dema dixebitîn hatin qetilkirin. Li gorî madeya 71’emîn a Qanûna Kar a Hejmar 4857’an xebitandina zarokên 15 saliya xwe tije nekirine qedexe û sûc e.”

‘Divê demildest MESEM werin girtin’   

Îhsan Seylan da zanîn ku di Navendên Perwerdeya Pîşeyê de nêzî 1,5 milyon xwendekar hene û ji van 300 hezarên wan di bin 18 saliyê de ne û wiha pê de çû: “Ev zarok di bin navê stajê de ji wijdana karsazan re hatine hiştin. Desthilata bi MESEM’an re mil bi mil dimeşe, neçar e ku hesaba zarokên di MESEM’an hatine qetilkirin bide. Belgenameyekî ku “Ji hemû berpirsyariya hiqûqî û cezayî ya zarokê berdest, xwendekar, bi ser weliyê zarok e” didin îmzekirn. Divê demildest MESEM werin girtin û hemû berpirsyar hesabê bidin.” 

‘Divê ji bo çareseriya pirsgirêkên zarokan jî budçeyek were veqetandin’

Îhsan Seylan axaftina xwe de anî ziman ku piranî zarok di karên wek boyaxkirina solan, firotina tişt miştan, paqijkirina camên erebeyan, berhevkirina çopan de dixebitin. Îhsan Seylan bi bîr xist ku zarok têr û tenduristî xwarinê naxwim, henekî wan li derve radikevin, her roj nêzî 14 saetan dixebitin û ev tişt gotin: “Rizgariya zarokên ji çerxên kapîtalîzma hov re hatine hiştin, bi avakirina komîsyonekî çareser nabe, divê Wezareta Zarokan were avakirin. Divê ji bo çareseriya pirsgirêkên zarokan jî budçeyek were veqetandin û di şaredariyan de polîtîkayên azadîxwaz ên zarokan bikevin meriyetê. Avakirina aboriyekî demokratîk û komînal dê bibe bersiva me ya herî xurt a li dijî kapîtalîzmê.”