‘Em ê li Sûdanê xela û birçîbûneke ku heya niha nehatiye dîtin bibînin’

Nûnerê Sûdanê yê WFP Eddie Rowe bi gotinên: "Ez ditirsim ku em ê di vê demsala ziwa de astên nedîtî yên xela û kêmxwariniyê bibînin ku Sûdanê hilweşîne" û got ku divê hemû korîdorên veguhestina xwarinê vekirî bimînin.

Navenda Nûçeyan – Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) hişyarî da ku heya bi riya korîdorên mirovî alîkarî neyê kirin dê krîza birçîbûnê ya li Sûdanê girantir bibe.

'Em ê krîzeke ku heta niha nehatiye dîtin bibînin'

Nûnerê Sûdanê û Rêveberê Welatê WPF Eddie Rowe ji ajansa nûçeyan a Almanî ya Asharq al-Awsat DPA re got: "Ez ditirsim ku em ê di vê demsala ziwa de astên nedîtî yên birçîbûn û kêmxwariniyê bibînin û ev rewş dê Sûdanê hilweşîne. Rawestandina demkî ya korîdora mirovî ya bi riya Çadê re her wiha pevçûnên berdewam, prosedurên destûrdayînê yên ji bo sewqiyata mirovahî, astengiyên burokratîk û tehdîdên ewlehiyê, ne pêkan e ku xebatkarên mirovahî di asta ku ji bo peydakirina hewcedariyên birçîbûnê yên li Sûdanê hewce ne, bixebitin.”

'Ji bo belavkirina xwarinê pêwîstiya me bi temînata ewlehiyê heye'

Eddie Rowe diyar kir ku divê hemû korîdorên veguhestina xwarinê, nemaze korîdora ji Adre ya li Çadê heta Darfûra Rojava ku asta birçîbûnê lê xeternak e, vekirî bimînin û WFP û hevkarên wê divê ji kesên ku hewl didin li Bakurê Darfûrê rojê carekê xwarin bixwin çareseriyê bibînin. Her wiha diyar kir ku pêwîstiya wan bi lez û bez bi temînateke ewlehiyê heye.

Pêdiviya 25 milyon mirovan bi alîkariya mirovî heye

Li gorî hejmarên Neteweyên Yekbûyî (NY); nîvê nifûsa Sûdanê, bi qasî 25 milyon kes, hewcedarên alîkarî û parastina mirovî ne. Nêzî 18 milyon mirov bi bêewlehiya xwarinê ya dijwar re rû bi rû ne. Pevçûnên ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de dest pê kirin, ji 15'ê Nîsana 2023'an û vir ve berdewam dikin. Di encama şer û pevçûnan de bi qasî 8,1 milyon mirov ji cih û warên xwe bûn, 6,3 milyon ji wan jî li welat mane.