‘Em ê li ser riya Nagîhan Akarsel zanista jineolojiyê bi pêş bixin’

Endama Akademiya Jineolojiya Efrîn-Şehbayê Zahîde Memo diyar kir ku qetilkirina endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hewldana înkarkirina hebûna hemû jinan e û got: “Ji bo jinan em ê Jineolojiyê bi pêşbixin.’

RÛBARÎN BEKIR

Şehba- Endama Akademiya Jineolojiyê û endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê herêma Kurdistanê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Nagîhan Akarsel di salvegera qetilikirina xwe de bi têkoşîna xwe tê bibîranîn. Di çalakiyên bîranînê de li ser xalên ku armanca êrîşê vedibêjin nîqaş tên kirin.  

‘Ji bo hemû jinan bû mînakl’

Endama Akademiya Jineolojiyê ya Efrîn-Şehbayê Zahîde Memo diyar kir ku qetilkirina Nagîhan Akarsel êrîşeke ku hemû jinên azadiyê dixwazin dike hedef e. Nagîhan Akarsel yek ji wan jinên têkoşer bû ku li dijî zîhnyeta hêzên serdest têkoşîn daye meşandine û got: “Nagîhan Akarsel di belavkirina Jineolojiyê de li Efrînê roleke mezin lîst. Di sala 2016’an de li navenda Jineolojiyê ya li Efrînê di dema lêkolînan de alîkarî da hemû jinan. Di pêşxistina fikrên jinan de Nagîhan Akarsel yek ji piştevanan bû, di aliyê îdeolojîk de ji bo hemû jinên cîhanê bû rol û model.”

‘Êrîş hewldana înkarkirina hemû jinan e’

Zahîde Memo destnîşan kir ku êrîşa ku Nagîhan Akarsel kiriye hedef, hewldanek li hemberî tunekirina zanyariyên jinan û înkarkirina hebûna wan e û wiha domand: “Kedeke mezin a Nagîhan Akarsel di pirsgirêka jinan de hebû, li hemû cihên Kurdistanê xebatê dabû meşandin. Li herêma Kurdistanê di vekirina pirtûkxaneyek taybet ji bo jinan de roleke mezin lîst û ji bo pirsgirêkên jinan têkoşiya. Ji ber vê yekê bû hedefa dewleta tirk a faşîst û hêzên serdest. Ev êrîş hewldana înkarkirina hebûna jinan û şikandina îradeya wan e. Nîşaneyek dîrokî ku neyê jibîrkirin li pey xwe hişt. Têkoşîna wê ne tenê ji bo mirovahiyê bû, ji bo xwezayê jî têkoşiya û ji xwezayê gelek hez dikir.”

‘Ez ê li ser şopa Nagîhan Akarsel bimeşim’

Zahîde Memo bi bîr xist ku wê li ser şopa Nagîhan Akarsel bimeşe û wiha got: “Em weke endamên Akademiya Jineolojiyê Efrîn-Şehbayê, soz didin hemû şehîdan, em ê riya wan û armanca gihandina jiyana azad û bi rûmet berdewam bikin. Di civak û jiyana kar de em ê wan weke rol model bigrin. Ji bo jinên ku li hemû aliyên cîhanê dijîn em ê zanista jineolojiyê bi pêş bixin û divê em ji hemû aliyan ve jinan bi rêxistin bikin û di her warî de bi wan re bibin alîkar.”