‘Em ê li ser rêya Leyman û Yusrayan bimeşin’

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd êrîşên dewleta Tirk ên li dijî pêşengên jin şermezar kir û diyar kir ku wê li ser xeta jinên azadîxwaz xebetên xwe hîn xurtir bidin meşandin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Dewleta tirk di 20’ê Hezîranê de bi SÎHA’yan li gundê Til Şeîrê yê di navbera Qamişlo û Tirbespiyê komkujiyek pêk anî. Di encama komkujiyê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş û cîgera wê Leyman Şiwêş welatparêz Firat Tûmo jiyana xwe ji dest dan û Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Gabî Şemûn jî bi giranî birîndar bû. Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî pêşengên jin şermezar kir û diyar kir ku wê li ser xeta Leyma Şiwêş û Yusra Derwêş xebetên xwe hîn xurtir bidin meşadin.

‘Jin hedef tên girtin’

Ronak Mecîd pêşengên şoreşa jinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anî û got: “Destpêkê ez bejna xwe li beramberî Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş û hemû şehîdên rêya azadiyê di tewînim. Terorîst ew in ku ên xelkê sivil û bê çek dike hedef. Dewleta Tirk hertim kesên azadîxwaz ku ji bo bi destxistina mafê xwe xebat dikin, dikin hedef.”

Ronak Mecîd bal kişand pêşengên jin ên li Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û wiha dom kir: “Weke tê zanîn berê jî gelek kesên azadîxwaz û xebatkar li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistan û gelek bajarên din ji aliyê dewleta tirk ve bûne hedef, bi taybet jinan dikin hedef, ji ber dizanîn ger jin azad bibe wê civak azad bibe û wisan li civakê dike ku nebin kole. Ji ber ew kesên ku terorê dikin kesên kole û xwe firoş dixwazin. Lê belê ev karên terorî Erdogan wê heta dawî nebe û wê rojekê weke dîkdatorên din dawî lê were.”

‘Têkoşîna wan em ê bidomînin’

Ronak Mecîd destnîşan kir ku wê li ser rêya Leyman Şiwêş û Yusra Derwê bimeşin û wiha got: “Em weke jinên Başûrê Kurdistanê em soza xwe dûbare dikin, emê li ser rêya Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş berdewam bikin û emê ji bo azadiyê têbikoşin. Leyman Şiwêş gelek salan li Başûr Kuridstanê xebat da meşandin. Hertim di got ger yekitiya jinan hebe tu hêz nikarin li beramberî hêza wan bisekine. Ji ber wê her dema ku azadîxwazek şehîd dibû Leyman Şiwêş jinan di anî gel hev ji bo bi yek fikir û gotin li dijî dagirkeriyê bisekinin. Leyman Şiwêş ev çend sal bû nûnerê Kongra Star bû, li Başûrê Kurdistanê hewl û têkoşîna wê yekitiya jinan bû û bi yekitiya jinan li dijî dagirkeriyê bi sekinin. Her wiha di aliyê civakî de jî xwedî bandor bû. Daxwaza wê ya yekitiyê di nava jinên azadîxwaz û partiyên siyasî ên Başûrê Kurdistanê  tê dîtin. Em hemû bi yek dengî xemginiya xwe  diyardikin. Hedefgirtina her azadîxwazek jin xebatên me ên ji bo azadiya jin û civakê xurtir dike.”