“Em ê ji bo Îda û Aya têbikoşin heya kujer cezayê xwe bigrin”

Rêveberiya Ofîsa Zagonî ya Rêxistina Sara ya têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan Arzo Temo, qetilkirina herdu zarokên bi navê Îda El-Seîdo û Aya Mihmed bi tundî şermezar kir û da zanîn ku ew ê li pey doza wan têbikoşin heya kujer bên cezakirin.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Bûyerên qetilkirina jinan di civakê de her ku diçe zêdetir dibin. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber sedema hişmendiya mêrên serdest gelek jin di bin urf û kevneşopiyên civakî de tên qetilkirin. Di hefteyekê de li Kantona Hesekê – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê du zarokên bi temenê biçûk Îda El-Seîdo û Aya Mihmed ji aliyê malbatên xwe ve bi rengekî hovana hatin qetilkirin. Li dijî van tawanên qirêj jin li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bêdeng neman. Têkildarî mijarê Rêveberiya Ofîsa Zagonî ya Rêxistina Sara ya li hemberî tundiya li ser jinan Arzo Temo, nirxandin kir. 
Tundî û qetilkirina jinan ji ber urf û kevneşopiyên civakî ye
Arzo bal kişand ser qetilkirin û tundiya ku li ser jinan tê meşandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Her dem ji bo ku tundî û qetilkirina jinan were rawestandin û parastina mafên jinan were kirin, em semîner, daxuyanî û gelek çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Mijara tundî û qetilkirina jinan ji hezaran salan e ve ye didome, ji ber ku civaka me heta vê rojê jî jinan weke zayendeke kêm dibîne. Her wiha kevneşopî û hişmendiya berê li ser jinan didin meşandin. Piraniya van bûyeran bi bandora pergalên eşîrî tên kirin û jin ji aliyê hevjîn, bav, bira û zarokên apê xwe ve tên qetilkirin. Nêrîna jinan napejirînin û rola wê di avakirina jiyanê de winda dikin. Zagonên ku ji bo parastina mafên jinan di herêmên me de hatine rûniştandin, heya niha hin herêm bi taybetî li herêmên Ereban pêk naynin.”
Di nava hefteyekê de li Kantona Hesekê du jin hatin qetilkirin
Arzo destnîşan kir ser bûyerên qetilkirina herdu zarokan Îda El-Seîdo û Aya Mihmed ji aliyê malbatên wan ve û wiha domand: “Beriya hefteyekê du bûyerên qetilkina zarokan ji pêkhateyên Ereb ji aliyê malbatên wan ve li Kantona Hesekê rû dan. Îda El-Seîdo ya bi temen 13 salî, malbata wê bi zorê ew bi lawê apê wê re zewicandin. Lawê apê wê pir tundî lê dikir, ji ber vê Îdayê tevî temenê xwe yê biçûk tundî li ser xwe qebûl nekir û ji malê reviya. Paşê me hemûyan ew dîmenê bi êş ê qetilkirina Îda dît û hêrseke pir mezin bi me jinan re çêkir. Dîmeneke pir wehşî bû ji hemû pîvanên exlaq, hest û dilovaiyê hatibû ceridandin. Malbata wê digot me şerma eşîrê qetil kir, em jî dibêjin şerma mezin hûn in, ji ber ku tu sûcê vê zarokê tunebû tenê tundî li ser xwe qebûl nekir. Piştî bûyera qetilkirina Îda bi du rojan di heman hefteyê de zaroka bi navê Aya Mihmed ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin ku beriya salekê ji aliyê zilamekî serdest ve hatibû tecawizkirin. Em bûyerên qetilkirina jinan bi tundî şermezar dikin.”
Li hemberî tundiyê têkoşîna jinan
Arzo banga destekdayînê li hemû jinan kir ku li dijî van bûyerên bi êş têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Em ê wek Rêxistina Sara û hemû rêxistinên jinan, di nava lêgerîn û tevgerê de bin, wê rehetî ji me re tune be heya em mafên van herdu jinan mayinde bikin. Dê kujerên van zarokan bên dadgehkirin û ceza li wan wê bê birîn. Me doz û xwestekên xwe pêşkêşî dadgehê kirine û heya dawiyê em ê li pey vê dozê bin heya em mafên van jinan bi dest bixin. Banga min ew e ku hemû jin beşdarî vê dozê bibin û têbikoşin.”