‘Em ê felsefeya Rêber Apo jiyanî bikin’

Seroka Komeleya Jiyana Jinê Buşra Elî, konferansa jinan a li Beyrûtê pêk hat nirxand û got ku ew ê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji çar parçeyên Kurdistanê heta Afganîstanê jiyanî bikin.

Beyrut – Bi peşengiya Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Civaka Newroz, Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Paytexta Lubnanê Beyrut di navbera 18-19'ê Tebaxê de bi dirûşmeya “Li ser Şopa Jin, Jiyan, Azadî” konferansa Tecrûbeyên Tevgerên Jin ên Navneteweyî hat li darxistin. Konferans bi piştgiriya kampanyaya ku Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di navbera 3-15’ê Tebaxê de dabû destpêkirin, ji bo jinên serhildêr ên li Afganîstan û Şengalê hate lidarxistin.

Seroka Komeleya Jiyanê ya Jinan Buşra Elî armanca konferansê ji ajansa me re nirxand.

Buşra Elî bal kişand ku konferans ji bo piştgirîkirina daxuyaniya KJK'ê pêk hatiye û got: “KJK’ê di meha Tîrmehê de daxuyaniyek weşand û ji bo piştgiriya jinên Şengal û Afganîstanê kampanyayek da destpêkirin. 3’ê Tebaxê salvegera Komkujiya Şengalê ye, 15’ê Tebaxê jî salvegera qirkirina Efganîstanê ye û ev qirkirineke siyasî ye ku ji ber ji nûve derketina Talîbanê pêk hatiye. Weke Rêxistina Jinan û Komeleya Civaka Newroz me biryar da ku em piştgiriyê bidin kampanyayê. Me ev konferans amade kir û li dar xist da ku heta ji destê me tê em piştgiriyê bidin jinên Efganîstan û Şengalê.”

‘Konferans bû dengê berxwedanê’

Buşra Elî da zanîn ku konferans dengê berxwedana jinên Efganîstan û Şengalê bû û got: “Em hemû dizanin ku dema jinên Kurd li Rojava hatin qirkirin, li Şengalê jî li dijî jinên Êzidî qirkirin dihat kirin û di heman demê de li dijî jinên Efgan jî heman qirkirin hat kirin. Jinên Efgan li hemberî van qirkirinan bêdeng neman û bi jinên Kurd re bûn yek. Bi rastî bertekeke bi nirx bû. Me jî ji bo ku em nîşa bikim em li gel jinên Efgan û Şengalî ne konferans li darxisti.”

‘Em dikarin xeyalên xwe yên azadiyê pêk bînin’

Buşra Elî, da zanîn ku di konferansê de pirsgirêkên jinên Ereb, Îranî, Efgan, Kurd û Efrîkayê hat nirxandin got: “Me xwest ku felsefeya jiyanê ya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan diyar bikin. Ezmûnên berxwedanê yên jinên Kurd hatin nirxandin. Me diyar kir ku felsefeya jiyanê ya Rêber Apo li gorî taybetmendiyên her welatekî bi taybet jinên ji Afganîstanê dikare were sepandin. Weke jin em dikarin bi yekîtî û yekîtiyê bigihin xeyala xwe ya azadiyê. Armanca konferansê jî ev e.”

‘Jinan bersivek zelal dan’

Bûşra Elî da zanîn ku Komeleya Jiyana Jinê di çarçoveya Înîsiyatîfa NUN de ye ku li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê hatiye avakirin û ji 22 welatên cîhanê zêdetirî 200 sazî û kesayetî di nav de cih digirin û wiha got: “Weke Înîsiyatîfa NUN’ê hemdem bi daxuyaniya KJK’ê re daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku em li gel jinên Efganîstan û Şengalê ne û ji ber berxwedana wan em pîroz dikin.  Konferans ji bo piştgirîkirina jinên Şengal û Afganîstanê û ji bo piştgirîkirina felsefeya jiyanê ya Rêber Apo bersiveke zelale.”

Buşra Elî di dawiya axaftina xwe de bi vê peyamê bang li jinan kir: “Em jin li kuderê dibe bila bibe li Rojava, Bakur, Başûr, Şengal, Efganîstan û Rojhilat, em ê piştgiriyê bidin felsefeya jiyanê ya Rêber Apo, pênase bikin, bi hêz bikin û rêxistin bikin.”