‘Em ê êşa 12 salan veguherînin têkoşîna azadî û edaletê’

Nêzî salvegera 12’an a fermanê, rêxistinên jinên Êzidî yên li çar aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş pêngaveke nû dan destpêkirin. Armanca pêngavê ew e ku bigihîjin hemû jin û kesên Êzîdî.

Şengal – Salvegera fermana 74’an nêz dibe û jinên Êzidî,bi êş û azarên xwe re hêviyeke mezin hilgirtine û hewl didin xwe bigihîjînin dîlgirtiyên xwe yên ku ev 12 sal in aqûbeta wan hê jî nediyar e. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Yekîtiya Jinên Êzidî-Sûriye (YJÊS), Jinên Êzidî yên Rûsyayê û Jinên Êzidî yên Ermenistanê bi daxuyaniyeke hevbeş bi dirûşma “Ji bo Edalet û Azadî Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” di 17’ê Tîrmehê de pêngavek ragihandin.

Bi destpêkirina pêngavê re çalakiyên jinên Êzidî dest pê kirin. Berdevka Ragihandina Jinên Êzidî Nûjîn Êzidî û Berdevka Mamosteyên Jin Lîza Feqîr li ser vê pêngavê ji ajansa me re nirxandin kirin.

‘Em dixwazin ji dîlgirtiyên xwe re bibin bersiv’

Berdevka Ragihandina Jinên Êzidî Nûjîn Êzidî diyar kir ku lidarxistina pêngaveke bi vî awayî xwedî misyonek girîng e û wiha vegot: “Ji bo civaka Êzidî bi taybetî û kesên ku ji destên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin ev pêngav gaveke girîng e. Ji bo naskirina çarenûsa dîlgirtiyên me yên Êzidî, tu gav ne ji aliyê dewletê ve ne jî ji aliyê hêzên derve ve nehatine avêtin. Em dixwazin ji dîlgirtiyên xwe re bibin bersiv, em bibin wesîleya ku mafên wan tune nebin û em bibin dengê wan. Bi vê pêngavê re em ê destê civaka xwe û dîlgirtiyên xwe xurtir bikin.”

Nûjîn Êzidî bal kişand ser êrîşên ku bi taybetî keç û jinên Êzidî hedef girtine û axaftina xwe wiha domand: “Her wiha ev pêngava ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di salvegera fermanê de da destpêkirin, ji kesên ku xwestin di şexsê jinên Êzidî de civaka Êzidî tune bikin re bû bersiva herî mezin. Bi taybetî êrîşên li ser jinên Êzidî yên ku xwestin baweriya Êzidayetiyê tune bikin. Ji ber vê yekê ev pêngav xwedî misyonek girîng e. Li gel vê, di fermanê de herî zêde jin bi êş û azaran re rûbirû man. Jin rastî destdirêjiyê hatin, êrîşî jinan û baweriya wan kirin.”

‘Bi yekîtiya jinên Êzidî re dê armancên pêngavê pêk bên’

Nûjîn Êzidî di berfirehiya nirxandinên xwe de tekez kir ku lidarxistina pêngaveke wiha ji aliyê tevgerên jinan ve dibe wesîleyek ku her jineke Êzidî ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve biçe. Nûjîn wiha bilêv dike: “Bi yekîtiya jinên Êzidî re wê armanca pêngavê pêk bê. Ne tenê jinên Êzidî her wiha hemû jin û civak divê xwe deyndarê vê civakê bibînin û xwe di ber vê civakê de berpirsyar bibînin. Xwedî li vê pêngavê derkevin û vê bidomînin.”

‘Ev pêngav wê bibe wesîle ku keç û jinên Êzidî vegerin cih û warên xwe’

Berdevka Ragihandina Jinên Êzidî Nûjîn Êzidî diyar kir ku ji bo vê pêngava hatiye destpêkirin, wek ragihandina jinên Êzidî, erk û berpirsyariya ku dikeve ser milên wan ew e ku pêk bînin. Her wiha li kêleka jin û civaka Êzidî bin û wiha domand: “Dîlgirtiyên me dibin dengê me; bi nêrînên ku ew didin re em dikarin hîn bêhtir dengê wan bilind û xurt bikin. Em hêvî dikin keç û jinên Êzidî yên ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, çi di nav welat de çi jî ji derveyî welat, bikaribin di vê salvegera fermanê de ji bo mafê xwe, da ku edalet pêk bîne û jenosîda li ser civaka me were naskirin. Vê hemleyê berfireh bikin û destê hev xurt bikin. Di heman demê de, ji bo ev fermana hatiye serê civaka me careke din neyê dubarekirin, em xwedî li hev derkevin.”

Her wiha bal kişand ku heya niha jî rewşa gelek keç û jinên Êzidî nediyar e û got: “Yên ku rewşa wan diyar e û nikarin xwe bigihîjînin me jî hene. Ev hemle wê bibe wesîle ku keç û jinên Êzidî bikaribin xwe derxin pêş, dengê xwe bilind bikin û vegerin cih û warên xwe.”

‘Bi êşa jinên Êzidî bihesin’

Nûjîn Êzidî banga hemû jinên cîhanê kir û wiha bi dawî kir: “Her jineke xwedî wijdan û yên mafên jinan dixwazin divê vê pêngavê pêk bînin û têbikoşin. Em dizanin gelek keç û jinên me yên Êzidî li seranserê cîhanê belav bûne. Li her cihê ku lê dimînin dikarin lêkolînan bikin û bi wan dîlgirtiyên me yên heyî re eleqedar bibin. Heta niha li 19 welatan jenosîd hatiye qebûlkirin. Divê jinên ji van welatan bikaribin mafên jinên Êzidî ji van welatan bixwazin. Ji Iraqê jî banga me ji hemû jinên Ereb û jinên li Iraqê re heye: Bila êşa jinên Êzidî bibînin û destê xwe bidin destê hev. Da ku dewleta Iraqê û rêxistinên li Iraqê bi vê pêngavê rabin û dawî li koçberî û dîlgirtinê bînin.”

‘Em xwe bigihîjînin dîlgirtiyên xwe’

Berdevka mamosteyên jin Lîza Feqîr jî di destpêka axaftina xwe de şehîdên fermanê bi bîr anîn û wiha got: “Ez jî weke keçeke Êzidî di fermanê re derbas bûme. Destpêkirina vê pêngavê cihê kêfxweşiyê ye. Di demeke wiha zehmet de pêngaveke wiha ji aliyê tevger û jinên Êzidî ve hat destpêkirin da ku em bikaribin destê xwe bigihîjînin destê dîlgirtiyan; ev pir girîng e. Tişta ku em ji Iraqê dixwazin ew e ku bi me re bibe alîkar da em bikaribin dîlgirtiyên xwe rizgar bikin û keç û jinên Êzidî vegerînin ser ax û baweriya wan.”

Lîza Feqîr bal kişand ser rol û misyona malbatên dîlgirtiyên fermanê û axaftina xwe wiha domand: “Erkekî girîng û mezin dikeve ser milên malbatên dîlgirtiyan. Bi taybetî divê bi me re bibin alîkar da ku em bikaribin piştî ewqas êşan xwedî li dîlgirtiyan derkevin. Daxwaza me ji dîlgirtiyên ku li Şengalê dimînin ew e ku bi me re alîkar bin da ku em bikaribin dîlgirtiyên di destên DAIŞ’ê de ne rizgar bikin. Ew ji me bêhtir êşa ku hatiye kişandin dizanin. Herî zêde jî rol dikeve ser keç û jinên Êzidî. Ji ber ku herî zêde êşa fermanê jin û keçên ciwan kişandin.”

Berdevka mamosteyên jin Lîza Feqîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû jin divê destê xwe bidin destê hev, tevlî vê pêngavê bibin û bi serkeftî bimeşînin.”