“Em ê di lêgerîna heqîqetê de gav paşve navêjin”

Rojnameger Nurcan Yalçin ku bi hinceta dîmena hevpeyvîna çêkiriyê tê darizandin û 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn, da zanîn ku ew ê dev ji pêkanîna pîşeya xwe bernede.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Rojnameger Nurcan Yalçin bi hinceta nûçeya xwe ya têkildarî jinan ya ku beriya êrişên sala 2015'an ên li navçeya Sûrê ya Amedê amade kir, bi îdîaya "alîkariya rêxistinê" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Nurcan Yalçin a ku cezayê wê di sêyemîn danişîna ku rojên borî hat dîtin zelal bû, diyar kir ku heyeta dadgehê bêyî ku ew û parêzerê wê parastinê bike di danişîna ewil de biryara xwe daye. Nurcan Yalçin a diyar kir ku bêyî delîlêk şênber hebe ceza lê hatiye birîn, bal kişand ku dadgehê tenê ji bo ceza bide dest bi vê darizandinê kiriye.

"Ev zext ji salên 90'î û vir ve didome”

Nurcan Yalçin, anî ziman ku li ser çapemeniya azad polîtîkaya zextê ya ku ji salên 90'î û vir ve bi zêdebûne berdewam dike heye û da zanîn sedema van polîtîkayan ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn. Nurcan Yalçin, diyar kir rojnamegerên ku li dijî polîtîkayên zext û tirsandinê ditêkoşin, di pozîsyonek deşîfrekirina polîtîkayên dewletê, eşkerekirin û lêkolîna qetlîamên li ser jinan de ne û anî ziman ku bi taybetî jî rojnamegerên jin bi êrîşeke pir cuda re rû bi rû ne.

"Nûçeya ku min 7 sal berê çêkiriye, niha derket pêşberê min"

Rojnameger Nurcan Yalçin diyar kir ku heta niha 2 doz li dijî wê hatine vekirin û di her du yan de jî bi heman sûcî ceza girtiye û dest nîşan kir ku di dosyayên dozê ya der barê sûcên ku pêşkeşê wê hatine kirin de yek delîlek şênber tune ye. Nurcan Yalçin der barê doza ku 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn de, wiha axivî:

"Dema li darizandina min mêyze dikin, em dikarin bibînin ku çend bûyerên absûrd tînin li gel hev û ji bo ez ceza bigrim têm darizandin. Ez ji du dozan de hatim darizandin û  di herdu yan de jî bi sûcê alîkarî û etaxî kirin ceza girt. Dema bê temaşe kirin, di dosyayê de tu delîlên ku vî sûcî piştrast bike nîn e. Ger hûn bipirsin çima, di çarçoveya lêpirsîna ku hat kirin de bi hinceta ku ez endama Komeleya Jinan a Rosa bûm hatim darizandin. Divê lêpirsînê de tevî tu delîlêk şênber tunebû jî, li ser îfadeyên şahidên veşartî ceza li min hat birîn. Piştre li navçeya Sûrê ya Amedê hêj qedexeyên xwerêveberiyê dest pê nekiribûn, min bi jinên li ber barîkatê hevpeyvîneke bi dîmen girtibû. Ev hevpeyvîn piştî 7 salan li ser derbas bû hat pêşberî min. Ev dîmen, hevpeyvîna min girt û rojnamegeriya min bûn mijara sûcdarkirinê.”

"Di danişîna ewil de der barê cezayê girtina min de mutala hat dayîn"

Nurcan Yalçin, diyar kir nûçeya ku 7 sal berê çêkiriye, îro anîne pêşberî wê û kirine mijara sûc. Nurcan Yallçin a destnîşankir ku ev ne rasthatinek e wiha domand: “Di danişîna ewil de dema hêj ez û parêzerê min me parastinê nekiribû, heyeta dadgehê mutala xwe pêşkêş kir. Di mutalayê de hat xwestin ku ez bêm cezakirin. Bi vê yekê re pêvajoya darizandinê pir dirêj nekir. Di danişîna sêyemîn de dadgehê ceza li min birî. Bi rastî ger hûn li nûçeyên ku min li Sûrê çêkirine binêrin, tu tiştekî ku weke alîkariyê bê hesibandin nîn e. Ji ber zimanê nûçeyên ku min di dîmenan de bi kar anî hatim cezakirin. Lê belê, tu delîl tune ku vê nûçeyê bi vî sûcî ve girê bide. Ger ji ber cezayê propagandayê hatiba dayîn dê gotiban zimanê nûçeyê ketiye propagandayê, lê ew jî tune.”

"Em ê gav paşve neavêjin"

Nurcan Yalçin, anî ziman ku hikûmet hem ji rojnamegerên jin hem jî ji xebatkarên çapemeniya azad ku komkujî û binpêkirinên mafan ên jinan eşkere dikin ditirse û got ku ji ber vê tirsê beşa ku ewil tê hedef girtin rojnameger in. Nurcan Yalçin, destnîşan kir ku ew ê weke rojnamegerên lêgerîna heqîqetê li dijî zext û êrîşên ku tên kirin gav paş de navêjin û herî dawî wiha got: “Em çiqasî bên darizandin û cezakirin jî ev yek ji heqîqeta pîşeyê em dikin, pav paşde ne de avêtin. Em ê di rêya mîrasa ku kevneşopiya çapemeniya azad ji me re hiştiye bimeşin. Em ê tu carî ala hevalên xwe yên rojnameger ên şehîd ketine û hatine qetilkirin nehêlin. Em ê li ser vê rêyê bimeşin û rastiyan bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin. Em li dijî zext û polîtîkayên qetlîamê yên li ser jinan, di hişmendiya xebata ku em dikin de ne. Em dizanin ku pîşeya em dikin pîroz e û pîşeyek ku dewletê ditirsîne ye.”