‘Em ê careke din venegerin wan rojên zilm û zorê’

Parêzer Dalîla Ben Mubarek Musaddik diyar kir ku bi kûrbûna krîza siyasî ya li Tûnisê re girtin û zextên li ser muxalefetê zêde bûne û got: “Dema ku em hêza guhertina rêveberiyê nîşan bidin em ê careke din venegerin qadên zilmê.”

Tûnis- Mihemed Buazîzî ku zanîngeh qedandiye û li bajarê Sîdî Buzîdê navenda Tûnisê fêkîfiroş bû, piştî ku dezgeha wî ji aliyê polîsan ve hat girtin û rastî heqaretan hat, xwe şewitand. Xwepêşandanên ku piştî mirina Mihemed Buazîzî dest pê kirin veguherîn serhildana gel. Di dema serhildana gel a ku li dijî rejîma dîktator dest pê kir, Zeynel Abîdîn Bîn Alî ku 23 salan welat bi rê ve bir, di 14’ê Çileya 2011’an de tevî malbata xwe ji welat reviyan. Têkoşîna ji bo parastina destkeftiyên demokratîk ên bi şoreşê hatine bidestxistin didome.

Li welatê ku krîza siyasî lê berdewam dike, biryarên awarte yên serokkomar Qeys Saîd di sala 2021’ê de bûn sedem ku krîza siyasî kûrtir bibe. Parêzer û aktivîsta mafên mirovan Dalîla Ben Mubarek Musaddik, li ser kûrbûna krîza siyasî ya li Tûnisê nirxandin kir û diyar kir ku hemû sazî, di nav de desthilatdariya demkî ya Destûra Bingehîn û Meclisa Nûneran ku ji aliyê Serok Qeys Seîd ve piştî şoreşê hatin avakirin, hema hema hatine hilweşandin.

‘Ji sedî 11 kes beşdarî hilbijartina destûra bingehîn bûn’

Dalîla Ben Mubarek Musaddik, anî ziman ku Qeys Seîd dest bi avakirina saziyên nû kiriye û got: “Destûra bingehîn a ferdî hat amadekirin û li gorî wê hilbijartin hat kirin. Tenê ji sedî 11 kesên li Tûnisê beşdarî hilbijartinê bûn. Di encamê de parlamentoyek sexte û bê desthilatdar û kontrola hikûmet û serokatiyê bû. Bi vî awayî hemû raye xistin bin kontrola xwe. Hemû beşên civakê niha di bin fermana deshilatdariyê de ne ku bi yekdestî gavên bên avêtin destnîşan dike û tasfiye dike û bêyî şêwirîna opozisyonê û civaka sivîl wan radigihîne.”

‘Rêveberên welat li dijî muxalefetê ketin tevgerê’

Dalîla Ben Mubarek Musaddik diyar kir ku desthilatdarên welat ji bo rawestandina muxalefeta ku yekdestdariya desthilatdariyê red dike ketine tevgerê û got: “Ji bo ku li malên kesayetên muxalif ên naskirî civînên vekirî werin lidarxistin, banga hilbijartina pêşwext hat kirin û rewşa giştî were nîqaş û rêxistinkirin. Ji bo li sîstema berê ya demokratîk were vegerîn diyalogeke neteweyî hat destpêkirin. Lê belê ev hewldan bi ‘hevkarî û komploya li dijî ewlekariya dewletê’ hat sûcdarkirin. Lê sûcdarkirin bi kiryarên di dosyayê de li hev nakin. Tu sûc nîn e û naveroka wê dosyayê vala ye.”

‘Girtin ne hiqûqî ne jî siyasî ne’

Dalîla Ben Mubarek Musaddik, anî ziman ku ji Sibata 2023’an û vir ve ji komên rastgir ên civakî heta komên Marksîst-Lenînîst li dijî navên cuda tê meşandin û got: “Îslamparêz jî di heman dozê de kom bûn. Ev girtî ne xwediyê heman vîzyona siyasî ne û bi salan e di navbera wan de nakokî hene. Divê doz ne bi riya hiqûqî, bi riya siyasî were çareserkirin. Tu delîl tune ye ku piştrast bike van kesan carekê jî plan kirine ku welat û ewlehiya wî ya neteweyî bikin hedef. Di dozê de şahidên derewîn tên pêşkêşkirin. Ji ber ku ev dosya siyasî ye, dibe ku demek dirêj berdewam bike.”

‘Em bi krîza azadî demokrasî û edaletê re rû bi rû ne’

Dalîla Ben Mubarek Musaddik got ku darazê serxwebûna xwe ji dest daye û biryar ew e qanûnek nû derbikeve ku desthilatdariyê dide dadweriyê bi riya desteya demkî ya ku li şûna Konseya Bilind a Darazê bi fesihkirina wê ve. Dalîla Ben Mubarek Musaddik bal kişand ku otorîteya siyasî ferman daye desthilatdariyê ku bêyî hincet û bêyî îhtîmala îtîrazê biryarê bike, dadweran ji kar dûr bixe yan jî tayîn bike û ev yek jî tirsê di dadweriyê de çêdike û wiha got:

“Rastiyek heye ku azadiya îfadekirinê û muxalefetê astengkirin, xistina bin kontrolê ya darazê û kontrolkirina çapemeniyê ye. Gelek rojnamevan di girtîgehê de ne. Em ji bîr nakin ku dadger tên darizandin. Her wiha bi sûcên siyasî re rû bi rû ne û ji karên xwe bêpar mane. Em bi qeyranek xeniqandinê, bi krîza azadî, demokrasî û edaletê re rû bi rû ne. Mixabin çareseriya krîzên kombûyî bû ewlekarî.”

‘Rejîma berê tê teşhîrkirin’

Dalîla Ben Mubarek Musaddik bal kişand ku 14’ê Çileyê, dema ku rejîma dîktator hat rûxandin, serkeftineke siyasî bû, pêkanîna xewna dewleteke demokratîk bû wiha got: “Tişta ku Tûnisê di 10 salên piştî şoreşê de çebû, di heman demê de bi ya welatên din re heman bû. Şaşiyên ku hemû aliyên şer kirin, ji bo muxalefetê normal bûn. Medya û saziyên curbecur ji aliyê pergala berê ve hatin manîpulekirin. Di navbera rast û çep de, rejîma kevin tê teşhîrkirin û her aliyek hebûna yê din înkar dike. Pêwîst e di bin siya cudahiyê de bi hev re bijîn û vê yekê veguherînin tiştekî erênî ji bo avakirina welatê xwe.”

‘Em ê careke din destûr nedin zilm pêk were’

Dalîla Ben Mubarek Musaddik di berdewamiya axaftina xwe de got ku di dîrokê de şoreş, serkeftin û şikestin hatine jiyîn û got:

“Pêla şoreşgerî wê bi ser bikeve. Ji ber ku azadî parçeyek ji mirov e. Tenê xeta azadîxwaz dikare serkeftinê bi xwe re bîne, ev jî fedakarî, têkoşîn û sebrê dixwaze. Piştî ku me şoreşa herî mezin a aştiyane ya ku rûyê desthilatdariyê li Tûnisê guherand û tama azadiyê girt, em ê careke din venegerin qadên zilmê.”