"Em ê bi rihê berxwedana girtîgeha Amedê bigihîjin azadiyê"

Berdevka Meclisa Edaleta Jin a Herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Felek Yûsif, berxwedana li girtîgeha Amedê ya di 14`ê Tîrmeha 1982`an de bi bîr anî. Felekê diyar kir ku berxwedana Amedê bûye çavkaniya serkeftina şoreşa 19`ê Tîrmehê.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk di 1980`î de girtîgeha Amedê weke navnenda îşkenceya li dijî ciwanên Kurd ên şoreşger hilbijart. Li ser vê bingehê dewleta tirk li komek ciwanên ku ji damezrînerên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn, li girtîgehê îşkence dikir. Dewleta tirk li hember wan ciwanan hemû cureyên êşkenceyê bi kar dianî. Di girtîgehê de li ser bingeha gotina têkoşer Mezlûm Dogan "Berxwedan jiyan e" di destpêka salên 80`î de çalakiyên li dijî îşkence û dîlgirtina ciwanên Kurd dest pê dikin. Mezlûm Dogan di şeva cejna Neworzê de û di pêvajoya duyemîn ya greva birçîbûnê de, agir berdida bedena xwe û agirê Newrozê di hundir girtîgehê de geş dike. Ev çalakî ji girtiyên din re dibe hêvî û çavkaniya hêzê. Ji lewra di 14`ê Tîrmeha heman salê de, greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dest pê dike. Asta berxwedanê dewleta tirk neçar dihêle ku xwestekên girtiyan bi cih bîne û gelek kesan jî serbest berde. Bi vî rengî jî berxwedana girtîgeha Amedê ku di encamê de gekek têkoşeran lê jiyana xwe ji dest dan, di dîroka Kurdistanê de weke destan tê pênasekirin. 
Bi wesîleya salvegera berxwedana girtîgeha Amedê, Berdevka Meclisa Edaleta Jin a Herêma Firatê Felek Yusif bersiv da pirsên me.
Hûn berxwedana girtîgeha Amedê çawa dinirxînin?
Weke gelê Kurd meha Tîrmehê ji bo me, meha berxwedanî û têkoşînê ye. Ji salên 1980`yî heta 1990`î, girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi welatparêzên Kurd dagirtîbûn. Bi taybetî jî kesên ku Tevgera Azadiyê birêxistin kiribûn û damezerînerên destpêkê bûn, dihatin girtin. Ciwanên girtî bi rêbazên herî tund û dijwar ên êşkenceya derûnî û fîzîkî re rû bi rû diman. Di 14`ê Tîrmehê de komek ji ciwanên girtî, biryara destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê dan. Çalakvan li dijî desthilatdarî, zordarî, newekheviya dadgehê û îşkenceyên dewleta tirk bûn bersiv. Wan têkoşeran gelek peyam ji me re hiştin. Kemal Pîr dibêje; “Em ê ji mirinê jiyanê ava bikin.” Bi saya wê berxwedanê, dewleta tirk serî li hemberî çalakvanan tewand û asta îşkenceyê kêm kir. Dîsa di heman girtîgehê de di şeva Cejna Newrozê de, 20`ê Adarê rengekî din ê çalakiyan dest pê dike. Têkoşer Mezlûm Dogan pêşengiyê dike, agirê Newrozê gur dike û agir berdide bedena xwe. Mezlûm Dogan bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" ev çalakî li dar xist û ji bo me bû perspektîf. Wî ji me re nîşan da ku heger em li ber xwe bidin, em ê bigihîjin jiyana ku gelê Kurd dixwaze. Piştî vê çalakiyê çar ciwanên din, di girtîgeha Amedê de heman çalakiyê pêk anîn.
Berhemên wê berxwedanê yên berbiçav çi ne? 
Li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa 19`ê Tîrmehê bi rêket. Ev şoreş piştî 30 salan ji berxwedana 14`ê Tîrmehê bi ser ket. Şoreşa me berhema berxwedana girtîgeha Amedê ye û bicihanîna xeyalên wan têkoşeran e. Her wiha Rêber Apo ev 22 sal in di girava Îmraliyê de girtî ye. Armanca dewleta tirk ew bû ku şoreşa azadiyê li girtîgeha Amedê tune bikelê nikaribû. Ji ber vê hewel da ku li girava Îmraliyê Tevgera Azadiyê têk bibe, dîsa jî bi bin ket. Rêber Apo di şert û mercên tecrîda giran de, xwedî li biryara xwe derket û girava Îmraliyê ji bo tevahî mirovahiyê veguherand ekademiyeke bîrdozî û felsefî. Her wiha qêrîna berxwedêrên di girtîgeha Amedê de, gihîşt tevahî hevriyên wan. Ji ber vê pêngava 15`ê Tebaxê xwedîderketina li berxwedana wan bû. Bi vî rengî jî li rex têkoşîna bîrdozî û siyasî êdî xeta çekdarî dest pê kir.
Tevger û hewldanên dewleta tirk ên tunekirina mîrateya berxwedana 14`ê Tîrmehê çawa ne?  
Niha di sedsala 21’emîn de û di sala 2021`ê de, dîsa girtîgehên dewleta tirk bi siyasetmedar, çalakvan û welatparêzên Kurd dagirtî ne. Dewleta tirk bi bihaneya piştgiriya bi berxwedana Kobanê ya di 2014`an de li dijî çeteyên DAIŞ`ê, doz vekiriye. Di wê demê de li ser asta Kurdistanê û derveyî welat, gel piştgiriya Kobanê kirin. Gelê Bakurê Kurdistanê jî bi taybetî ji aliyê madî, manewî û fîzîkî ve dest dan Kobanê. Ew xwedî li seferberiyê derketin û parastina axa Kurdistanê kirin. Dewleta tirk ji wê demê ve hewl dide tola têkçûna çeteyan hilîne. Ji ber vê gelek herêm dagir kirin her wiha rojane gefan dixwe û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Lê gelê vê herêmê li ser şopa berxwedana 14`ê Tîrmehê, li dijî dagirkeriya dewleta tirk têdikoşe. Ji lewra dewleta tirk dixwaze piştî 6 salan tola tunebûna DAIŞ`ê ji gelê Bakurê Kurdistanê hilîne.
Roja 14`ê Tîrmehê ji bo we tê çi wateyê? 
Dewletat tirk li rex hemû êrîşan, jinên pêşeng hedef digre û qetil dike. Mînakên vê yekê jî gelek in. Têkoşer Sakîne Cansiz ku ew jî di girtîgeha Amedê de bû, weke jineke Kurd rastî tundiyeke gelek hov û derexlaqî hat. Ew pişt re bi çend hevalên xwe re, serbest tên berdan. Lê dewleta tirk bi êrîşeke hovane Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemez û Fîdan Dogan piştî dehan salan li paytexta Fransa, Parîsê di 2013`an de qetil kir. Pişt re jî li ser asta Kurdistanê û li derveyî welat jî gelek jin hedef girtin. Ji ber ku jinên Kurd pêşengiya berxwedanê, Tevgera Azadiyê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin, dewleta tirk difikre ku ew ê bikaribe gelê Kurd bi vî rengî qir bike. Lê berovajî Berxwedaniya ku Sakîne Cansiz li girtîgeha Amedê li hember hişmendiya zayendperest, hov û faşîst a dewleta tirk nîşan da, çawa ku Zîlan, Bêrîtan, Sema, Hevrîn û Zehrayan xeta wê şopandin, em ê jî bibin şopdarên wê.
Bi rihê berxwedana girtîgeha Amedê, hûn di sala 2021`ê de têkoşîneke di çi astê de didin meşandin?
Şehîdên me ronahî û pêşengên me ne. Berxwedana girtîgeha Amedê jî çavkaniya têkoşîn û hêza me ye. Em weke gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd li ser bingehê mîrateya ku wan têkoşeran li pey xwe hiştin, têdikoşin. Me bi saya berxwedanî û perspektîfên wan, gavên dîrokî yên ber bi azadiyê ve avêtin. Di salvegera berxwedana girtîgeha Amedê de, em têkoşerên wê berxwedanê û yên tevahî Kurdistanê bi bîr tînin û bi vê wesîleyê soza xwe nû dikin.