Di êrişa dewleta Tirk de 2 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk û çeteyên wî li gundê Bîr Hiso yê nêzî Pira Qereqozaqê malek topbaran kir. Di encama topbaranê de du zarok birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/01/20250111-20211115-075324-15901005761483100003-jpg45be61-image-jpg223aa5-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk û çeteyên wî li gundê Bîr Hiso yê nêzî Pira Qereqozaqê malek topbaran kir. Di encamê de zarokên bi navên Hanî Elî El Şewax (16) û birayê wî Casim Elî El Şewax (11) birîndar bûn.
Zarokên birîndar li Nexweşxaneya Emel a li bajarê Kobanê tên dermankirin.