‘Em ê bi jinên cîhanê yên têkoşer re di nava piştevaniyê de bin’

Jinên Kirmanşanê amadekariya 8’ê Adarê dikin. Aktivîsta siyasî H.G peyama bi dîmen ji ajansa me re şand û bi gotinên: “Roja 8’ê Adarê roja têkoşîna li dijî tarîtiyê ye” diyar kir ku wê bi hemû jinên cîhanê re di nava piştevaniyê de bin.

GILARÎ GÎLANÎ

Kirmanşan- Jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi ruhê têkoşînê wê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pêşwazî bikin. Di serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, jinên Kirmanşanê yên têkoşînek mezin raber kirin der barê 8’ê Adarê de ji ajansa me re axivîn.

Peyama piştevaniyê

Aktivîsta siyasî ya Kirmanşanê H.G peyama bi dîmen ku hem bi zimanê Farsî û hem jî bi Kurdî ji ajansa me re şand têkoşîna hemû jinên cîhanê silav kir û got: “Em jinên Kirmanşanê, di 8’ê Adarê de em ê bi hemû gelê xwe re bin. Li kolan, girtîgeh, mal an jî qadên şer, fabrîqa, zanîngehan li dijî cihêkarî û kedxwariyê têbikoşin. Şoreşgerên jin ên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin em piştevaniya xwe diyar dikin û silavên germ ji bo wan dişînin.”

‘Em êdî bêdeng namînin’

H.G bal kişand ser rola jinan a 8’ê Adarê û wiha got: “8’ê Adarê bandorek bi hêz li ser hişmendiya jinan ku li hemû cîhanê mezin dibe û fireh bibe dike. 8’ê Adarê ev bi salan e li dijî cihêkariya zayendî ya li dijî jinan bûye sembola têkoşînê. Jin li dijî dagirkeriya beden, rih, mahremiyet û xakê, bi hev re rabûn ser lingan. Li dijî tundî, cihêkarî û bindestiya dîrokî êdî em bêdeng namînin.”

‘Em ê di riya şoregerên jin de bimeşin’

H.G têkoşîna girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan û siyasetmedara jin a Kurd Sakîne Cansiz ku li Parîsê hat qetilkirin bi bîr xist û ev tişt got: “Em jinên Kirmanşanê di riya şoreşgerên jin de dimeşin. Hatina têkoşîna jinan a vê merheleyê, encama têkoşîna Sara û Zeyneban e. Heta em bigihîjin azadî, wekhevî û rastiyê, em ê vê riyê berdewam bikin.”

H.G. di peyam xwe de wêneyekî xwe yê ku di bin de dirûşma ‘8’ê Adarê roja têkoşîna li dijî tarîtiyê ye’ nivîsî, parve kir.