‘Em ê bi îrade û hêza Gurbetelliyan reng û dengê jinê biteyisînin’

Rojnamegerên jin ên Wargeha Mexmûrê, diyar kirin ku Gurbetellî Ersoz ji bo tevahî jinên rojnamevan bûye îdeaya beşdariya kar û xebatên ragihandinê û wiha gotin: “Em ê heta dawî di nava têkoşînê de bin û reng û dengê jinê biteyisînin.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – 27 sal di ser qetilkirina pêşenga kevneşopiya rojnamegeriya jin ên Kurd Gurbetellî Ersoz ku Yekemîn Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku di 7’ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da, derbas bû. Şoreşger Gurbetellî Ersoz di tevahî jiyana de bi pênûs û kameraya xwe ji bo gelek jinan bû çavkaniya hêzê. Ji bo bîranîna Şoreşger Gurbetelî Ersoz di sala 2014’an de 7’ê Cotmehê wek Roja Rojnamegerên Jinên Kurd hate îlankirin. Dehan rojnamevanên jin ên mîrateya kevnoşopiya rojnamegeriya jin ên Kurd a ji Gurbetellî Ersoz girtin û bûn şopdara wê, heta nefesa xwe ya dawî têkoşiyan.

Rojnamegerên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi boneya Roja Rojnamegerên Jinên Kurd ji ajansa me re axivîn.

‘Jin di hemû qadên jiyanê de pêşengiya civakê dikin’

Mizgîn Kara, di destpêka axaftina xwe de di şexsê Şoreşger Gurbetellî Ersoz de tevahî pakrewanên çapemeniya azad bibîranî û wiha axivî: “Dema em berê xwe didin tevahî şoreşên cîhanê, jin di tu şoreşan de bi rola pêşengtiyê tevnegeriya ye. Lê dema em temeşayê şoreşa civaka Kurd û bi taybetî Tevgera Azadî dikin jin bi rola pêşengtiyê rabûye û têkoşiyaye. Minaka herî mezin jî berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ye. Jin di hemû qadên jiyanê de pêşengtiya civakê dike û ev hêz jî ji fikir û felsefeya Rêbertî digrin. Rêbertî hêzek mezin daye jinan. Pergala desthilatdar jî li ser bingeha tunekirina jinê hatiye avakirin û hewil dide jinê hedef bigre. Li Bakûr û Başûrê Kurdistanê rojane jin tên qetilkirin. Bêcezatiyên li dijî sûcên jinan, dibe sedema zêdebûna êrîşên li ser jinan. Bêdengiyek mezin li dijî qetilkirina jinan heye û yên ku bikaribin vê bêdengiyê bişkînin jî jin in.”

‘Gurbetellî Ersoz heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya’

Mizgîn Kara, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şoreşger Gurbetellî Ersoz di tevahiya jiyana xwe de têkoşiya û wiha got: “Jin di tevahî qadên jiyana xwe de li dijî pergala desthilatdar û feraseta mêrsalar şer dike û têdikoşe. Jiyana jinên Kurd hertim şer e. Yek jî van jinên ku hemû kêliyên jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir jî Gurbetellî Ersoz e. Gurbetellî Ersoz ji ciwantiya xwe heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û têkoşiya. Hevala Gurbetellî Ersoz li dijî êrîşan got, ‘ez heme, jin hene û îradeya jinê heye.’  Xwest hertim îrade, têkoşîn û berxwedana jinan û êrîşên li dijî jinan nişanî raya giştî bike. Dema em wek xebatkarên çapemeniya azad temaşeyî jiyana Gurbetellî Ersoz dikin, hêz û moral digrin. Hêz, têkoşîn û berxwedaniya rêhevalên Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û Nagihan Akarsel û dehan pêşengên çapemeniya azad, dibe çavkaniya hêz e. Ev hêz û bawerî dibe sedem ku em îro dikarin xebatên xwe bidomînin.”

‘Em ê bi vê îrade û hêzê heta dawî di nava têkoşînê de bin’

Mizgîn Kara, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ewê wek xebatkarên çapemeniya azad bibin reng û dengê jinan û got: “Em wek civaka Kurd rojane rastî êrîşan tên. Wek xebatkarên çapemeniya azad ya ji me tê xwestin em bikaribin mîrateya ku Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Nagîhan Akarsel ji me re hiştiye xwedî derkevin û bibin şopdarên wan. Em ê bi vê îrade û hêz heta dawî di nava têkoşînê de bin û reng û dengê jinê biteyisînin. Her wiha em ê hewil bidin êrişên li ser civaka me û li ser jinên Kurd nişanî raya giştî bidin û bibin şopdarên heqîqetê.”

‘Gurbetellî Ersoz ji bo jinên Kurd bû sembola têkoşîn û berxwedanê’

Rojnamevan Bêrîvan Tunç jî, da zanîn Gurbetellî Ersoz mohra xwe li dîroka ragihandinê daye û wiha axivî: “Jin û bi taybetî jî jinên Kurd li hemû qadên jiyanê mohra xwe lêdane. Yek jî van qadan jî qada ragihandinêye. Jinên Kurd ji bo jiyana civakî têkoşîn û berxwedanek mezin dane. Qada ragihandin bi salan rastî êrişên desthilatdariyê hat. Jinên Kurd li dijî êrişan hertim têkoşînek mezin dan û hertim reng û dengê xwe di ragihandinê de teyîsandin. Gurbetellî Ersoz jî yek ji van kesane ku mohra xwe li dîroka ragihandinê da û ji bo jinên Kurd bû sembolekî têkoşîn û berxwedanê. Gurbetellî Ersoz di salên herî dijwar de rûxme hemû êrişan jî kar û xebatên xwe da meşandin. Gurbetellî Ersoz îro ji bo tevahî jinên rojnamevan bûye îdeaya beşdariya kar û xebatên ragihandinê.”

‘Em ê li dijî tevahî êrişan erk û berpirsyartiyên xwe bicîhbinin’

Bêrîvan Tûnç, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê wek şopdarên Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan Îbiş, Rosîda Mêrdin, Gûlistan Tara û Hêro Bahadînan di xeta ku avakirinê de bi kamera û pênûsa xwe têbikoşîn. Em ê li dijî tevahî êrişan ji bo ragihandina heqîqeyê, pêkanîna xeyalên pêşengên ragihandina azad û mezinkirina têkoşîn û berxwedanê erk û berpirsyartiyên xwe bicîhbinin.”