'Em ê bi hev re Sûriyeya demokratîk ava bikin'

Endamên Meclisa navçeya Fafîna kantona Şehbayê piştgiriya xwe ji gelê Suweydayê re nîşan dan û gotin: "Em ê bi hev re û bi çalakiyên xwe sîstema xweseriya gel li tevahî Sûriyeyê ava bikin."

HESNA MIHEMED

Şehba- Li parêzgeha Suweyda yê Sûriyeyê ji 20' Tebaxê ve gel di nava xwepêşandan û çalakiyan de ye. Tevgera gelêrî ku li Suweydayê rû daye ket meha duyemîn, gel û bi taybetî jin bênavber li qada Karamê ya bajêr ji bo têkçûna rewşa aborî û jiyanî, belavbûna gendeliyê û daxwazên gel ên ji aliyê Hikumeta Şamê ve nayên dîtin, li hev dicivin û bertekên xwe li dijî sîtema hikumeta Şamê yê desthilatdar nîşan didin. Her wiha daxwaz kirin ku wekhevî, edalet hebe  û rewşa jiyanî û aborî li tevahî herêmên Sûriyeyê bi pêş bixin. Çalakvanan di çalakiyên aştiyê de pankartên bi nivîsên cuda ku azadî, rûmet, avakirina Sûriyeya azad  demokratîk hatin hildan.

Der barê çalakî û xwepêşandanên gel ên li Suweydeyê de endamên meclisa navçeya Fafîna kantona Şehbayê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ji wan re ragihandin.

Hêvîn Elî diyar kir ku wê sîstema Rêveberiya Xweser li tevahî herêmên Sûriyeyê bê belavkirin ji ber sîstemek demokratîk e û wiha vegot: "Em jinên Efrînê li Şehbayê berxwedana xwe li dijî dagirker û sîstemên desthiladar didomînin. Gelê li Suweydayê jî li dijî sîstema Hikumeta Şamê li ser piyan e û di nava çalakiyan de ye, em piştgirî didin wan ku di çalakiyên xwe de bi biryar in. Peyama gel ew e ku aştî, azadî, wekhevî di nava gelan de pêk bê û sîsema desthiladariyê ya Hikumeta Şamê têk biçe. Em ê bi hev re armancên xwe yê wekheviya di navbera gelan de pêk bînin."

‘Tehemula gel ji desthilatdariyê re nemaye’

Îlham Şêxo jî behsa piştgiriya xwe ji çalakiyên aştî û wekheviyê re kir û got: "Em piştevaniya şêniyên bajarê Suweydayê dikin ku di xeta berxwedan û têkoşînê de bi îsrar in, emê bi hev re bigihîjin Sûriyeya demokratîk. Gel êdî para xwe ji sîstem û desthiladariya Hikumeta Şamê girtiye û tehemula wan ji vê sîstemê re nemaye, şêniyên Suweydayê jî ev yek îsbat kirin. Banga me ji xelkê Suweydayê re ew e ku di çalakî û berxwedana xwe de berdewam bikin ji ber ku wê encamên gelek serkeftî bi xwe re bîne. Em jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ji wan re radigihînin."

‘Riya şêniyên Suweydayê riya rast e’

Evîn Îbrahîm jî berxwedan û çalakiyên li Suweydayê  tên meşandin silav kir û wiha pê de çû: "Em berxwedana gelê xwe li Suweydayê silav dikin û daxwaza me ji wan re ew e ku çalakiyên xwe bê tirs berdewam bikin ji ber berxwedana gel wê helbet bigihîje armanca xwe. Bi hilgirtina pankartên cur bi cur di çalakiyan de daxwazên wan diyar dibin. Riya ku xelkê Suweydayê tê de dimeşe riya rast e. Armanca me ew e em sîstema xweseriyê li tevahî Sûriyeyê bidin avakirin."