'Em ê bi gelê xwe re tabloya ku derketiye holê binirxînin’

Hevberdevk û Hevserokên DTK, HDP, Partiya Çepên Kes KCD, HDP, Partiya Çep a Kesk û DBP’ê yên ku ji bo encamên hilbijartinan û diyarkirina nexşeriya heyama nû kom bûn, di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em ê bi gelê xwe re wêneyê derketiye holê binirxînin."

Enqere- Hevserok û hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk (Yeşîl Sol Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo encamên hilbijartinan binirxînin û nexşeriya heyama nû ango dema li pêş diyar bikin îro kom bûn.

Di civîna li navenda Giştî ya HDP'ê de, encamên hilbijartinên 14’ê û 28'ê Gulanê hatin nirxandin. Di civînê de hat diyarkirin ku dê nexşeriya dema nû jî bê diyarkirin û piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî ya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wek Hevberdevk/Hevserokên HDK, HDP, Partiya Çepên Kesk û DBP'ê hatin gel hev û encamên hilbijartinê û xebatên dema pêş nîqaş kirin.” Di berdewamiya daxuyaniyê de, bi awayekî xal ev nirxandin hatin kirin:

*Li gel konsepta têkbirin û tasfiyekirinê ku di salên dawî de li hemberî tevgera Kurd a siyasî tê meşandin me bi hev re têkoşîn û berxwedaneke esasî meşand û em dimeşînin. Li gel darbeya bênavber ku li hemberî îsrara azadiya gelê Kurd tê meşandin, gelê me li Kurdistanê bersiva herî girîng û eşkere di hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê de da. Em vê helwesta gelê Kurd ku li hemberî bêstatubûnê û înkara pergalê, bi daxwaz û têkoşîna xwe ya azadiyê îsrar dike, li hemberî zulmê tu tawîz nade bi rêzdarî silav dikin û bejna xwe li ber vê helwestê ditewînin. Em soz didin ku em ê vê helwesta gelê xwe di xebatên xwe yên pêşiya me de jî esas bigrin û bi awayekî bi bandor di siyaseta xwe de pêk bînin.

‘Em negihîştin hedefên xwe’

*Her wiha em helwest û sekna gelên Tirkiyeyê silav dikin ku li hemberî desthilatdariya faşîst a ku hemû derfetên dewletê bi kar anî, hemû komplo, defik, derew û dezenformasyon wekî rêbazeke siyasî pêk anî nîşan dan. Di vê hilbijartinê de ji 2 kesan kesek li hemberî pergala qesrê derket; ev yek ji bo me sedema mezinkirina têkoşîna civakî ya şoreşger û demokratîk e.

*Em qebûl dikin ku di hilbijartinê de em negihîştin hedefên xwe û li gorî van hedefan em bi ser neketin. Lê belê em bang li wan kesan dikin ku li ser encamên sandoqan bandor û diyarkariya têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê dinirxînin. Em her dem bi awayekî siyasî bi pêş ketin û bûn hêviya bindestan. Di dema nû de jî bandora me ya diyarkirinê dê di warê rêxistinî, polîtîk û civakî de bidome. Vê rola me jî herî zêde derdorên ku dibêjin “bi aqilê dewletê tevgeriyane” baş dizanin. Em ê bi înad û îsrar rola xwe ya têkoşîna demokrasiyê hîn zêdetir mezin bikin û bihêztir bibin pêşengên doza azadiyê.

 

*Em soza xwe ya serkeftina doza demokrasî û azadiyê ji nirxên xwe re, ji heval û hogirên xwe re didin ku li zindanan, li sirgunê û li her qada têkoşînê berdêl û ked didin.

Em ê bi gelê xwe re tabloya ku derketiye holê binirxînin

*Em rê nadin tu bêmoraliyê, bêtaqetiyê, qelsiyê û her wiha bi baweriyeke mezin em ê di rojên pêş de bi pêkhate û saziyên xwe re bi gelên xwe re bi awayekî berfireh encamên ku derketine holê binirxînin. Em ê ji van encaman para xwe derxin û li gel vê pergala neyarê ked, azadî, aştî, xweza, jin û ciwanan berxwedana xwe mezin bikin û bi pêş bixin. Serkeftin dê bibe ya gelên ku li hemberî faşîzmê têdikoşe!”