"Em ê bi çalakiyên xwe azadiya Rêber Apo misoger bikin û faşîzmê têk bibin"
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandinên xwe kir û got: "Em ê bi çalakiyên xwe azadiya Rêber Apo misoger bikin û faşîzmê têk bibin."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - 22 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye û rojane tecrîd ji aliyê dewleta tirk ve tê girankirin. Hêzên navdewletî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir kirin û planên dagirkirin û înkara Kurdan berdewam kirin. Li cîhanê û Rojhilata Navîn Kurdên ku xeta paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û jina azad parastin, her tim bûn armanca hêzên navdewletî. Kurdên ku her dem siyaseta demokratîk esas girtin, li dijî wan plan û lîstikên cuda hatin pêşxistin. Bi taybetî her ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û siyaseta demokratîk pêşniyarên xwe parve kirin û banga yekitiya Kurd kir, tecrîdkirina wî jî bêtir girantir bû. Di 27'ê sibata 2020'an de li Îmraliyê şewat derket, piştî wê di 3'ê Adara 2020'an de malbat û parêzeran bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Herî dawî di 14'ê Adarê de li ser hin malperên nûçeyan ên înternetê û hesabên medyaya dîjîtal hin îdiayên cidî der barê tenduristiya wî de hatin belavkirin. Piştî hevdîtina malbatê di 27'ê Nîsana 2020'an de bi birayê xwe re hevdîtina bi telefonê kir. Piştî îdiayê Buroya Hiqûqê ya sedsalê ragihand ku hevdîtinek pir kin a telefonê bi muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatiye.
Di 16'ê Nîsanê de dewleta tirk bi keşfa balafirên bê mirov êrîşî gundê El Pelûrê kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn, ji bo şermezarkirina van êrîşan Kongreya Star konê çalakiyan a nobetê a parastina mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedan û çar rojan domand.
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandinên xwe kir û dazanîn ku ewê bi çalakiyên xwe tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin.
"Çalakiyên me wê azadiya Rêber Apo misoger bikin"
Mizgîn da zanîn ku her diçe tecrîd li girava Îmraliyê girantir dibe divê bi awayekî demildest rewşa tenduristiya Rêber Apo bê diyarkirin û got: "Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn tê meşandin û bandoreke neyinî bi xwe re çêdike. Êrîşên li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê- Rojava, di heman demê de îro dewleta tirk êrîşî Metîna, Zap, Avaşîn û Garê dike. Ev yek jî bêtehmuliya dewleta tirk nîşan dide ku êrîşî ramanên Rêber Apo dike. Gel baweriya xwe bi felsefeya Rêber Apo tîne jiyana xwe ya rojane li ser wê bingehê didomîne. Dewleta tirk di hundirê tecrîdê de tecrîdeke din dide meşandin, ev bi serê xwe îşkence ye û mafên girtiyan tên binpêkirin. Dewleta tirk di vê dema dawiyê de li ser medyayên civakî nûçeyek belav kir ku rewşa Rêber Apo di nava xeterê de ye. Di vir de xwestin helwesta gel bizanibin ka wê gel xwedî li Rêber Apo derkeve yan na. Lê gel ji wê rojê û heye roja îro jî di nava çalakiyan de ye."
"Dewleta tirk ji dîroka welatê me ditirse"
Mizgîn diyar kir ku ji êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Elpelûrê diyar bûye ku dewleta tirk ji dîroka me ditirse û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Gel careke din wek xelek li derdora fikrên Rêber Apo kom bû û ji dewleta tirk re dan diyarkirin ku kes nikare roja gelê Kurd tarî bike. Ji bo agahiyek ji Girava Îmraliyê bê, gel ket nava tevgerê, konên çalakiyan vegirtin û nobetdariya wê kirin. Her wiha Kurd û dostên xwe li derveyî welat di nava çalakiyan de ne û heye roja îro jî çalakiyên xwe didomînin. Wê agahiyê hişt ku gel careke din li beramberî hişmendiya dewleta tirk serî hilde û asta têkoşîna xwe bilind bike. Dewleta tirk texmîn nekir ku dê gel rabe ser piyan û helwestên xwe diyar bike, ev yek berevajî li dewleta tirk zivirî. Di encamê de bi riya telefonê bi çend deqeyan axaftin bi Rêber Apo re hat kirin lê ev yek têrê nake, divê bi awayekî zagonî hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Ji bo vê jî careke din jinan bertekên xwe li beramberî tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin diyar kirin ku divê azadiya Rêber Apo bê misogerkirin."
"Rêber Apo xeta me ya sor e"
Mizgîn herî dawî destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 4'ê Nîsanê de careke din girêdana xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîşanî tevahî cîhanê dane û wiha bi dawî kir: "Di roja 4'ê Nîsanê de rojbûna Rêber Apo bû û jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava bi nameyekê girêdana xwe bi Rêber Apo re nîşan dan. Her dema ku dewleta tirk êrîşên xwe li ser herêmên me zêdetir dike, li beramberî wê çalakiyên me jî xurtir dibin û li rex wê welatparêziya gelê têkoşer derdikeve pêş. Di bingehê de dewleta tirk xwest ku em rojên xwe yên taybet wek cejna Newrozê, çarê Nîsanê pîroz nekin lê armancên wan pêk nehatin, careke din dewleta tirk êrîşa balafirên bê mirov êrîşî gundê El Pelûrê ku cara yekemîn Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye pêk anî. Lê dîsa jî armanca wan vala derket. Tenê armancek me heye ew jî azadiya Rêber Apo ya fizîkî ye. Êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye divê em bi awayekî lez Rêberê xwe azad bikin û bi wî re bijîn. Me wek Rêxistina Kongreya Star ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser gundê El Pelûrê konê çalakiyan vedan, kon bi nobetdarî hat girtin û li gorî reşwa şewba vîrusê me tedbîrên xwe girtin. Em ê çalakiyên xwe bi dawî nekin wê êdî çalakiyên me bi rengên cur be cur bên lidarxistin, heya ku agahiyek der barê rewşa tenduristiya Rêber Apo de neyê girtin, em ê her dem li ser piyan bin."