‘Em ê bi berxwedan û îsrara xwe dawî li dagirkeriyê bînin'

Endamên Rêxistina Sara ya herêma Efrîn-Şehbayê teqez kirin ku wê bi berxwedan û israra xwe dawî li kiryarên dagirkeriyê bînin û jinên li Efrîna dagirkirî azad bikin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji 18'ê Adara 2018'an ve dewleta Tirk piştî berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan herêma Efrînê bi komên çeteyên xwe ve dagir kir. Kiryar û hemû binpêkirinên mafên mirovan li Efrîna dagirkirî ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên kirin. Li Efrîna ku bi navê bihişta Kurdistanê dihat nasîn, niha jiyan li wir bûye dojeh. Jin û zarok bi kiryarên dagirkeran re rû bi rû dimînin. Ewlehî û jiyana bi îstîqrar li Efrînê nemaye. Rojane bûyerên revandin, qetilkirin, xwestina pereyan û îşkencekirina jinan diqewimin.

Der barê kiryarên dagirkeriyê li ser jinan li Efrîna dagirkirî de endamên Rêxistina Sara ya Efrîn-Şehbayê nêrînên xwe anîn ziman.

'Divê rewşa jinan li Efrînê bê şopandin'

Zeyneb Xelîl diyar kir ku wê bi xurtkirina rêxistina xwe li dijî her cureyê kiryaran rawestin û hemû jinan azad bikin û got: "Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin ve heya vê kêliyê hemû rêbazên kiryaran li ser jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ve tên meşandin. Ji qetilkirin, revandin û lêdanê bigre heta gelek cureyên din jinan hedef digrin û dixwazin jin li wan deveran bên tunekirin û teslîmkariyê qebûl bikin. Jinên Efrînî beriya dagirkirinê rêxistina xwe li dijî hêzên dagirker xurt kiribûn lewre niha li Efrînê yekser jin dibin armanca kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wî ne. Em weke Rêxistina Sara ya parastina mafên jinan bang li rêxistinên jinan ên navneteweyî dikin ku bi erkên xwe rabin û biçin herêmên dagirkirî da ku rewşa jinan li wir bêhtir bizanibin û alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin. Divê mafên jinan li ser rûyê erdê bê parastin û wan ji qirkirin û tunekirinê xilas bikin. ji bo azadiya hemû jinan pêk bînin û jinan ji deverên dagirkirî bi taybetî azad bikin em jî li Şehbayê rêxistina xwe xurt dikin."

'Bi têkoşîn û berxwedanê wê dawî li dagirkeriyê were'

Têkoşîn Mihemed jî kiryarên dewleta Tirk li Efrînê li ser jinan şeremzar kir û got: "Em bi tundî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê li Efrînê li ser jinan tên kirin şermezar dikin û tu carî qebûl nakin ku jinek rastî kiryar û îşkenceyan bên. Rojane jin bi qetilkirin û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Armanca dagirkeriyê jî ji van kiryaran ew e ku rola jinên Kurd tune bike û wan bindest bihêle. Em tu carî qebûl nakin ku careke din jin bindest bin û ji siyaseta dagirkeran re bibin kole. Em ê bi berxwedanî û îsrara xwe dawî li dagirkeriyê û kiryarên wan bînin."