“Em Dozgerek bi cesaret dixwazin”
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya nobeta “edaletê” ya li ber Edliyeya Rihayê dayî despêkirin di roja 94’an de dewam dike.
Riha – Emîne Şenyaşar a du kurên wê û hevjînê wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji heman êrişê birîndar xelas bû, lêgerîna xwe ya “Edaletê” ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 94’emîn de didomînin.
Malbatê, li ser hesabên xwe yên medya civakî, hesabên twîtterê yên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Wezareta Dadê, Baroyên Îzmîr û Enqerê etîket kirin û ev peyam parve kir. Dosyeya Komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê vekin! Kî sûcdar be! Bila hesap bidin! Berî 3 salan, 3 mirovên me li nexweşxanê hatin qetilkirin. Tu rayedara vê yekê înkar nakin. Em dozgerekê bi cesaret dixwazin.”