"Em dixwazin zehmetiyên koçberan bên çareser kirin"

Bijîşk û hemşîreyên nexweşxaneya Avrîn ji bo qutkirina rêya ambulance û dermanan li ser koçberên Efrînê helwestên xwe anîn ziman û gotin: "Em ê her dengê sivîlên koçber ji raya giştî û cîhanê re raghînin û bi mafê wan ên jiyanî bang bikin."

Şehba- Bi dirûşmeya "Her roj zarokên sûrî di xeleka mirinê de yan bi agir, yan jî bi qutkirina dermanan û dorpêçiyê de ne" bijîşk û hemşîreyên nexweşxaneya Avrîn a Kantona Şehbayê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê meşek li pêşiya navenda navenda Rûsan a li gundê Wehşiya ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xistin. Di meşê de hemû bijîşk, hemşîre, endamên Heyva Sor a Kurdî û gelê Efrînê amade bûn û wêneyên pakrewanên komkujiya Til Rifet û pankertên bi nivîsa "Bihêlin zarok bi aşîtî bijîn","Aşîtî û derman ji zarokên me re" hatibûn hildan. Meş ji çarxerêya gundê Wehişiyê ta navenda Rûsan berdewam kir. Bijîjkên tevlî meşê bûne helwestên xwe parve kirin.
"Ji ber qutkirina rê sivîl jiyana xwe ji dest didin"
Endama Komîteya Tendirustî ya meclîsa navçeya Ehdas a Şehbayê Rehîma Henan Hebeş balkişnad ser armanca wan ji darxistina meşê li pêşiya noqteya (navenda) Rûsan û wiha vegot: "Me xwest vê meşê li pêşiya rûsan dar bixin da ku pirsgirêkên koçberan çareser bikin. Rejîmê  li ser me qutkiriye nahêle pêdîviyên gel ên tendirustî derbas herêmê bibe, di heman demê de rêya ambulance jî girtiye û nexweşên pêwîstiyên wan bi derbasbûna Helebê hene nikarin derbas bibin. Daxwaza me ji Netewên Yekbûyî ew e ku çavên xwe li ser koçberên Efrînê vekin û bi erkên xwe yên mirovî rabin. Ji ber sedema qutkirina rê sivîl û bi taybet zarok jiyana xwe ji dest didin ji ber nikarin dermanên pêwist bibin. Me noqteya ( navenda ) Rûsan hilbijart ji ber ew hêza ku li herêmê hene û bi Rejîma Sûriyeyê re têkevin di nav diyalogan de."
"Koçberên Efrînê rastî xeteriyên mezin tên”
Rêvebera Heyva Sor a Kurdî ya şaxa Efrîn-Şehba Eliya Mihemed teqez kir ku wê her dengê koçberan ji raya giştî re raghînin û ev tişt anî ziman: "Em ê her dengê sivîlên koçber ji raya giştî û cîhanê re raghînin û bi mafê wan ên jiyanî bang bikin. Kantona Şehbayê di xeteriyek jiyanî re derbas dibe milê qutkiririna derman û rêya ambulance ve. Ev zêdetirî mehekê ye ku koçberên Efrînê di dorpêçiyeke mezin de dijîn û rû bi rû rastî zehmetî û astengiyan tên."