‘Em dixwazin mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bê mîsogerkirin’
Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê, li dijî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da û anî ziman: “Em dixwazin mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bê mîsogerkirin.”
Qamişlo – Helwesta li dijî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya têkildarî sînorkirina zimanê Kurdî roj bi roj mezin dibe. Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê, bi daxuyaniyekî ya ku bi beşdariya gel, mamoste û rêveberên dibistanan pêk hat, biryara hikûmetê şermezar kir û diyar kir ku ew ê rê nedin sînorkirina zimanê dayîkê.
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, di 27’ê Tebaxê de der barê zimanê Kurdî de biryarek da. Li gorî biryarnameyê, zimanê Kurdî di nava heftiyê de bi 3 dersan hat sînorkirin. Ev biryar, li Rojavayê Kurdistanê rastî nerazîbûnên tund tê. Di vê çarçoveyê de Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê û li dijî vê biryarê helwesta xwe bi daxuyaniyekê anî ziman.
Daxuyanî li dibistana Omer Îbrahîm hate dayîn. Beşdarên daxuyaniyên pankartên ku li ser “Ziman daneheva civakî ya zihniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bidest xistiye”, “Ketina bin hûkmdarî, serdestiya zimanekî din, pêvajoya mêtîngeriya mejî ye” û “Gelekî ku zimanê xwe winda kiribe her tiştê xwe winda kiriye” rakiribûn. Daxuyanî ji aliyê mamoste Nadira Îbrahîm ve hate xwendin.
‘Em vê gavê wekî destpêka siyaseta zimanî û perwerdeyê ya berfirehtir dibînin’
Nadira Îbrahîm, di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku ew biryara dawî ya ji bo ku zimanê Kurdî di warê perwerdeyê de bi awayekî berfirehtir û sazûmanî cih bigire, ji bo hemû kesên ku bi salan e di vî warî de ked dane, wekî pêşketineke girîng dibînin û got: “Ji bo hem zarokên Kurd bikarin bi zimanê xwe re têkiliyeke xurtir deynin û hem jî zimanê me di saziyên perwerdeyê de zêdetir cih bigire, bêguman gaveke erênî ye.”
Nadira Îbrahîm, di daxuyaniyê de da zanîn ku hînkirina zimanê Kurdî wekî çend saetan di hefteyê de û mîsogerkirina mafê Kurdan ê perwerdeya bi zimanê dayikê, ne heman tişt in û wiha got: “Em vê gavê ne wekî dawiyekê, wekî destpêka siyaseta zimanî û perwerdeyê ya berfirehtir dibînin.”
‘Kurdî zimanekî zindî ye’
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kurdî ne zimanek e ku divê wekî zimanekî biyanî an jî bijarte bê hînkirin. Kurdî zimanekî zindî ye ku dîrok, çand, bîra civakî û nasnameya Kurdan hildigire. Ji ber vê yekê, sînordarkirina hebûna zimanê Kurdî di perwerdeyê de bi çend saetan û bi hilbijartina çend dersên bijarte, hêvî û daxwaza rewa ya civaka Kurd bi tevahî pêk nayne. Standardên navneteweyî yên mafên mirovan û perwerdeyê jî girîngiya bikaranîna zimanê dayikê bi zelalî nîşan didin.”
‘Bila statûya Kurdî di perwerdeyê de bi awayekî yasayî û sazûmanî bê parastin’
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Lewma em dixwazin statûya Kurdî di perwerdeyê de bi zemînên yasayî û sazûmanî bê parastin. Sûriyeya ku tê de Kurdî, Erebî, Suryanî û zimanên din bi azadî bijîn û hebûna xwe bidomînin, dê demokratiktir, dadmendtir û bihêztir be.”
‘Zimanê me mafê me yê rewa ye’
Cala Yûsif a ku ji ajansa me re axivî, bertek nîşanî biryara hikûmeta demkî da û wiha got: “Di 15 salan de me têkoşînek mezin da û gelek destkeftî hatin bidestxistin. Yek ji wan jî zimanê Kurdî ye. Pêwîst e zimanê Kurdî wekî mufredat di dibistanan de were tesbîtkirin. Em wekî dayîk û gel vê biryarê qebûl nakin. Em bang li hemû kesên din dikin ku xwedî li zimanê Kurdî derkevin û biparêzin. Ji ber ku zimanê me mafê me yê rewa ye.”