‘Em dixwazin ji hişmendiya mêrsalarî xelas bibin’

Mêrên ku tevlî dewreya Perwerde a Kongra Star bûn tekez kirin ku tundiya li ser jin tundiya li ser civakê bi xwe ye û gotin: ”Em dixwazin ji hişmendiya baviksalarî xelas bibin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Kongra Star di 17 Mijdarê de dest bi vekirina perwerdeya mêran li Şedadê û Kampa Waşokanî kir. Di perwerdeyê de mijarên nijadperestî, tundiya li ser jin û hevjiyana azad e hat dest girtin.

Perwerdeya navçeya Şedadê li navenda Meclisê bi tevlîbûna 200 mêran destpêkir û ji aliyê Endama Rêvberiya Meclisa Navçeya Şedadê Melek Mihmed ve hate birêvebirin. Her wiha perwerdeya Kampa Waşokanî  bi tevlîbûna 17 mêran li Meclisa kampa Waşokanî hate dayîn. Dewreya Perwerdê dê sê rojan berdewam bike.

‘Xelasiya ji hişmendiya mêrsalarî azadî ye’

Fadil El –Ehmed ku yek ji beşdarê perwerdeya Kongra Star bû da zanîn ku armanc ji tevlîbûna dewreya perwerdê guhertina hişmediya mêrsalarî ye û wiha anî ziman:” Cûreyên tundiya li ser jin gelek in lê hemû jî ji hişmendiyê mêrsalarî ku bi hezarê salan civakê birêve dibe û kole kiriye .Eger em bînin ziman  kevneşopiyên civakî ku rê li ber pêşketina jinan girtiye yek ji rêbazên ku hişmendiya mêrsalarî di nava civakê de daye ava kirin. Em xelasiya ji hişmendiya mêrsalarî azadî dibînin.”

‘Em civakek li ser esasê hevjiyana azad û malbatek demokratîk dipejirînin’

Fadil El-Ehmed balkişand li ser xelasiya civakê ji tundiyê û got:” Jin dikare li ser esasê hevjiyana azad û malbatek demokratîk xwe ji tundiyê xelas bike. Bi vî rengî ne tenê jin ji tundî xelas dibe civak hemû xelas dibe . Îro di bin pergala netewa demokratîk jin gavên girîng davêjin û hebûna xwe didin xuyakirin lewma xelasiya ji hişmendiya baviksalarî bi tekoşîna herdû zayendan pêkane.”

‘Em dixwazin ji hişmendiya mêrsalar xelas bibin’

Mihêdî El- Dixêm diyar kir ku vegera jin û mêr cewherê xwe gaveke dîrokî ye û wiha anî ziman:” Jin û mêr ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatine kolekirin ji ber ku wan ji rastiya wan dûrxistine. Em di vê şoreşê de dixwazin vegerin cewherê xwe û di bin felsefeyek azad jiyan bikin. Em di wê baweriyê de ne ku jin wê bi fikir û tekoşîna xwe bikaribe jiyanek azad biafrîne ji ber ku civaka ku jin têde ne azad be hemû civak jî kole ye. Em dixwazin ji vê hişmendiyê xelas bibin û em piştgirî û bi rêzdarî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê dibin.”