‘Em dikarin bi berxwedanê bi ser bikevin’

Seher Eyubî ya ku di nava jinên li seranserê welat li dijî zextên rejîma Talîbanê li ber xwe didin cih digre, bang li jinên Afganistan û Îranê kir ku dest ji berxwedan û têkoşîna azadiyê bernedin.

BAHARİN LAHİB

Kabul – Li Afganîstanê jiyan di bin siya zextên rejîma Talîbanê de didome. Fikar û tirsa jinan a der barê pêşerojê de roj bi roj zêde dibe. Lê li welat jinên ku serî li ber rejîma Talîban natewînin, bi her awayî hewl didin mafê xwe yê jiyan û azadiyê biparêzin û li ber xwe didin hene. Yek ji van jinan jî Seher Eyubî ye. Siyasetên tund ên rejîma Talîbanê ku mafê jinan ya perwerdehiyê desteser kir, bi polîtîkayên alîgeriyên zêdebûnê ya li welat di rojeva cîhanê de cihekî girîng digre, jinên ku bawer dikin siberoja azad a Afganîstanê wê bi azadiya jinê pêk were, dest ji berxwedana xwe bernadin û peyama ku guhertina azad a demokratîk û avakirina pergalê encax bi jinan pêkan didin.

Jin li Afganîstanê li dijî newekhevî, cudakarî, tundî, komkujî û xizaniya ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr û rastiya desthilatdariyê ve hatiye afirandin bi salan e di nava berxwedaneke mezin de ye. Mafê perwerdeyê ku di berxwedana xwe ya bîst salan de bi bedelên giran bi dest xistibûn, bi temamî ji destê wan hat girtin. Seher Eyûbî ya ku di encama şerekî mezin ê bi pergal, rastiya civakî û malbatê re karîbû bixwîne û biçe zanîngehê, bang li jinên Afganî û Îranî dike ku ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşin.

Seher Eyûbîya dibêje, “Ez di encama têkoşîneke mezin de karî bixwînim. Ji ber ku dayik û bavê min nehiştin ez bixwînim. Di encama şerê ku min bi wan re kir, ez bi ser ket û çûm dibistanê” diyar kir ku divê jinên ketine li pey pêşeroja xwe dev jê bernedin.

'Ez li pey xeyalên xwe çûm'

Seherê bi bîr xist ku dema dest bi dibistanê kiriye bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû maye û wiha got: “Ji bo xwendinê ez li zeviyê dixebitim, bi malbata xwe re sewalkarî dikir. Tevî ku ez 7-8 salî bûm jî di nava şert û mercên xebatê yên pir dijwar de dixebitim. Min dev jê berneda û li pey xeyalên çûm. Di civakê de xwendina jinan xerîb dihat dîtin, lewma malbata min ji ber van zextên civakî nexwest ez bixwînim. Lêbelê, min dîsa jî berdewam kir. Min heta pola 8’an li gund xwend. Bi malbata xwe re koçî bajêr kir û min li bajêr xwendina xwe domand. Min plan dikir ku xwendina xwe ya navîn temam bikim û biçim zanîngehê. Dema min ezmûnên zanîngehê qezençkir, dîsa rastî zextên malbata xwe hatim, lê min serî netewand û bi israr min got ez ê bixwînim.”

'Divê destpêke bi rastiya malbatê re têkoşîn bê kirin'

Seher  Eyubî bal kişand ser rastiya malbatê ku kêvirê avabûna herî bingehîn a pergala serdest a mêr e û destnîşan kir ku divê jin beriya her tiştî li hemberî rastiya malbatê têbikoşin û nêzîkatiyên malbatê yên serdest ên mêr û zayendperest bi ser bixin. Seherê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ger hûn dixwazin pergalek têk bibin an jî biguherînin, divê beriya her tiştî malbatê biguherînin û li dijî wê têbikoşin."

'Ez herdem bi xeyalên wekhaviyê jiyan kir’

Seher, anî ziman ku di tevahiya jiyana xwe de bi xeyala wek jinek nirx dayîna hebûna wê, ji ber nasnameya xwe ya zayendî nayê biçûk xistin û bêyî tune hesibandinê bijîm û diyar kir ku, “ Ez ji zarokatiya xwe heta niha, bi xeyalên wekheviyê jiyan kir. Ji derveyî xwendinê eleqeya min a siyasetê jî hebû,yek jî jinên di têkoşîna hemû nêzikatiyên cudakar û newekhev ya Talibanê de rol girt e.

'Ez derketim kolanan û daxwaza mafê xwe kir'

Yek ji wan jinên ku li seranserê welat ji mafê xwendinê bê par ma Seher Eyubî jî, bi van gotinên xwe bal kişand li ser girîngiya têkoşînê: “Dema min bihîst ku deriyên zanîngehan ji jinan re hatine girtin, xeyalên min şikestin. Lê min nehişt ku ev şikestina xeyalan min ji têkoşîn kirine dur bixe.. Ez derketim kolanê û daxwaza mafê xwe ya xwendinê kir.”

Seher di dawiyê de bang jinên li Afganîstan û Îranê ji bo azadiyê têdikoşîn kir û wiha got: "Em dikarin bi têkoşîn û berxwedanê mafên xwe bi dest bixin."