‘Em difikirin ku bêyî DNA were girtin hatiye definkirin!

Ji Zuhal Arslan a li Semsûrê, ji roja erdhejê ve heta niha tu agahî nehat girtin. Xwişka wê Nîgar Gokdogan diyar kir ku ji Zuhalê agahî negirtine û got ku du caran avahiyê lêgerîn kirine jî tu agahî jê negirtine û nizanin dijî yan mirî ye."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr – Piştî erdheja 6'ê Sibatê, tevî dema derbasbûyî jî hê cenazeyên bi dehan kesên ku di nav de jin û zarok jî hene nehatine dîtin. Li Semsûrê ku di erdhejê de gelek apartman hilweşiyan, agahî ji 3 ji wan zarok ji dehan kesî nayê girtin. Malbat bi îlanan hewl didin ji xizmên xwe agahî bigrin.

Du meh in ji Zuhal Arslan agahî nayê girtin

Yek ji kesên ku windahiyên Semsûrê, Zuhal Arslan a 32 salî ye, li Taxa Alîtaşi ya kolana Bozbeyê dima. Ji wê rojê û vir ve agahî ji Zuhal Arslan a ku avahiya wê di dema erdhejê de hilweşiyabû nayê girtin. Endamên malbatan ku ji ber girtina riyan 2 roj in nikarin xwe bigihîjînin xirabeyan, diyar kirin ku tevî di xirabeyan de du caran lêgerîn kirine jî Zuhalê nedîtine. Endamên malbatê guman dikin ku Zuhal 2 rojên ewil ji aliyê dilxwazan ve hatiye derxistin û piştre bêyî DNA’ya wê bigrin hatiye definkirin.

'Cihê ku me serlêdan nekir nema’

Xwişka Zuhal Arslan Nîgar Gokdogan, diyar kir ku ji mînakên DNA'yê yên dane nikaribûne encamê bigrin, diyar kir ku cihê serlêdan nekirine nemaye û der barê mijarê de wiha axivî: "Em nizanin di du rojên ewil de çi qewimî. Em qet nizanin xwîşka min derket an jî birin cihekî din. Ji bo xwişka min ji bin xirbeyan were derxistin me gelek xebat meşandin. Du rojan me bi hêza xwe hewl da û piştre komên rizgarkirinê hatin. Me hefteyekê xirabeyan kola lê me tiştekî nedît.”

'Du meh in em lê digerin'

Hevjînê Nîgar Gokdogan Ferdî Gokdogan jî van agahiyan da; “2 rojên destpêke ne em ne jî ji malbata wê tu kes nikaribû bikeve xirabeyan. Em di roja 3’emîn de gihîştin xirabeyan. Em difikirin ku roja ewil ji aliyê dilxwazan ve hatiye dîtin û bêyî DNA’ya wê were girtin ji aliyê dewletê ve hatiye definkirin. Rojên borî jî goristanek hat vekirin, ew cenaze jî bêyî DNA’ya wê were girtin, hatibû definkirin. Wê şevê dema cara dawî hevjîna min pê re axivî, got, 'Ez li malê me.' Ango em dizanin teqez li malê bûye. Em difikirin ku hatiye derxisitin û bêyî DNA’ya wê were girtin hatiye definkirin. Du meh in em lê digerin.”

Navê çend kesên ku winda ne wiha ye: Furkan Aslan, Gazî Aslan, Hîranur Tumsavaş, Zelîha Demîr û Muhammed Enes Demîr.