‘Em deyndarên berxwedêrên jin ên şerê Kobanê ne'

Kordînasyona Kongra Star a herema Firatê Zozan Bekir têkildarî salvegera êrîşa çeteyên DAIŞ ser Kobanê axivî. Zozan Bekir destnîşan kir ku ezmûna jinan ya di nava berxwedana Kobanê de teqez kir ku dê sedsala 21'emîn bibe ya azadiya jin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Piştî ku çeteyên DAIŞ êrîşî Mûsil û Şengalê kirin û jînosîdên mezin pêk anîn berê xwe dan Sûriyê jî. DAIŞ li Sûriyê bajarên Dêrezor, Reqa, Tebqa û Minbic girtin ku herî dawî bajarê Reqayê weka paytext raghandin. Bi vê gavê re çeteyan bi perespektîfên dewleta tirk berê xwe dan bajarê Kobanê ku ji sê eniyan ve êrîş pêk anîn. Di Adar, Hezîran û Tîrmeha 2014'an de, hewildaneke mezin hebû ku çete xwe bighînin Kobanê. Lê şervanên YPJ/YPG berxwedaniyeke bê hempa nîşandan ku rê nedan dagirkeriyê.

Di îlona hemana salê de, çeteyan xwe bi rengekî cuda birêxistin kirin ku êrîşa mezin di 15'ê Îlonê de dest pê kir. Şervanên ku li Kobanê bicih bûn û bi alîkariya gelê Kobanê, êrîşa DAIŞ ku bi piştgiriya dewleta tirk pêk hat, piştî 134 rojan şikandin. Berxwedana Kobanê di 26'ê Çileya 2015'an de biserket. Serkeftina ku li Kobanê hat jiyîn, hesabên tevahî hêzên li Rojhilata Navîn serwer berovajî kir ku ev serkeftin pêl bi pêl pêşve çû û DAIŞ ji aliyê erdîngarî ve tune bû.

Ev serkeftin ji gelek aliyan ve tê nirxandin, bi taybet jî beşdarbûna jinan ya di nava şerê Kobanê de û rola pêşengiyê lîstin, weke mezintirîn destkeftiyên jinan di sedsala 21'emîn de tê binavkirin. Şervanên YPJ'ê di eneyên herî destpêkê de li dijî DAIŞ şerkirin û çete gihandin asta ku ji tilîliyên jinan bitirsin, felsefeya jin, jiyan, azadî nûjen kirin.

Bi wesîleya 9'emîn salvegera êrîşa çeteyên DAIŞ li ser Kobanê, berdevka Kordînasyona Kongra Star ya herêma Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyey3e Zozan Bekir, sekreftina berxwedanê û pêşengiya jin di berxwedana li dijî êrişê nirxand.

'Êrîşên 15'ê Îlonê gelek tişt veguherandin'

Zozan Bekir di destpêka nirxandina xwe de bûyerên di 2013-2014'an de hatin jiyîn, wiha bi bîranî: "Em 15'ê Îlonê weke destpêka tunekirina DAIŞ ji Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Îraq binav dikin. Lewra ev roj weke zemînê serkeftinê dinirxînim. Êrîşa çeteyên DAIŞ li hember bajarê Kobanê bû xaleke ku hemû rewş veguherî ku ji Kobanê ber bi Baxozê herêm hatin rizgarkirin û DAIŞ têk biçe. Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de gelê Rojavayê Kurdistanê şoreş destpê kirin ku piştî derxistina Rêjîma Sûriyê ji Kobanê, Efrîn û Cizîrê serxwebûna xwe ragihandin. Bi vê şoreşê re gel pergala ku xwe dispêre nirx, exlaq, çand, demokrasî, wekhevî û azadiya zayendî avakirin. Ji bo ku bi derketina Rêjîma Sûriyê re tu alozî neyên jiyankirin, yekser meclîs, malên gel û saziyên di warî rêxistinî, xizmetguzarî, rêveberî, parastin û hwd hat avakirin. Piştî vê gavê êdî çeteyên cur be cur hatin birêxistinkirin ku wê demê tevlîheviyeke mezin hebû. Kobanê jî yek ji wan bajarên ku di salên destpêkê yên şoreşê de di dorpêçê de bû û rû bi rû yê gelek êrîşan hat."

'Avakirina DAIŞ planeke navnetewî bû'

Zozan Bekir a avakirina DAIŞ’ê weke planekê navnetewî nirxand wiha got: "Çeteyên DAIŞ xwedî rêxistinbûn û hebûneke kevnar e, lê di salên 2014-2015 navdar bû. Tirsa DAIŞ beriya sivîlan, leşkeran jiyan kirin. Ji bo vê jî herêmên ku çeteyan êrîş birin ser, rastî tu berxwedaniyê nehatin û bi rengekî rehet girtin. DAIŞ ji bo vê mijarê bi taybet xebatek berfereh meşandin, hemû komkujî, kiryar û rêbazên ku mirov pê qetil dikirin belge dikirin û bi raya giştî re parve dibû. Ev mijara bi zanebûn dihat kirin, bû sedema ku tirseke mezin di nava gelan de belav bibe û dema DAIŞ derbasî deverekê bibe civak serî tewandibe û nebin xwedî bertek. Di hemdema birêketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê, DAIŞ li Sûriyê û Îraqê belav bû. Ev yek ne tesadûf bû, careke din komplo û planên hêzên hegemon ku li Rojhilata Navîn bi bandor bûn. Bi taybet jî dewleta tirk ku berê van çeteyan dan herêmên Kurdan yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê."

'Hedefgirtina Kobanê armancgirtina hebûna gelê Kurd bû'

Zozan Bekir di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser sedemên hedefgirtina Kobanê û got: "Êrîşa DAIŞ li ser Kobanê pilaneke rêxistinkirî bû, di demeke ku DAIŞ li Reqa, Tebqa, Dêrezor, Minbic û Sirînê serwerwer bû gelek deverên din hebûn ku êrîşî bikin. Lê hêzên gilopal ji bo ku aloziyên li Rojhilata Navîn kûtir bikin û di nav de doza gelê Kurd winda bikin, ev hêzên teror birêxistin kirin. Ev êrîş di demeke ku rewşa Kurdan di rojevê de bû, her wisa şoreşek hatibû destpêkirin û çend sal mabûn ku sedsaliya Lozan jî bi dawî bibe, pêk hatin. Armanc ew bû ku beriya sedsaliya Lozan bi dawî bibe, sedsaleke din ji koletî û qirkirinê were destpê kirin û êdî Kurd nikarbin serî hildin. Kobanê bajarekî resen yên Kurdan e ku heta vê rojê jî bi Kurdewariya xwe li pêşe. Her wiha ji aliyê erdîngarî ve xwedî stratejiyeke mezin ku gelek deverên sereke dighîne hev. Ji bo vê DAIŞ hewil dan ku bi dagirkirina Kobanê re, tevahî herêman ji hev qût bikin û Rojavayê Kurdistanê bixin bin serweriya xwe."

'Jinên li dijî DAIŞ şer kirin komployên navdewletî vala derxistin'

Zozan Bekir a got ku “Piştî 134 rojan li bajarê Kobanê ku yek ji deverên herî biçûk yê Kurdistanê ye, berxwedan bi serket û komploya ku hatiye pilankirin binket” wiha bal kişand têkoşîna jinan di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de:

“Di berxwedana Kobanê de gelek jinên civakê li rex şervanan man û ji her warî de destek dan. Artêş ji ber DAIŞ reviyan û çekên xwe avêtin, lê di Kobanê jinên ku nizanin çekan jî bikar bînin man. Dema mirov vê xalê dinrxîne, difkire û meraq dike gelo ev jin xwedî hêz, vîn û baweriyeke çawa ne ku dikarbûn li hember van êrîşan bisekinin. Rêber Apo felsefeya azadiyê pêşkêşî jinan kir ku me jî ev bîrdozî bi dil û can hemêz kir. Hêzên zayend perest xwestin bi pirojeya DAIŞ re hebûn û têkoşîna jinan tune bikin. Jinan bi vê zanebûn û têghîştinê ji bo parastina ax û hebûna xwe li dijî DAIŞ şer kirin û liberxwe dan. Encama vê yekê jî serkeftina têkoşîn û baweriya jinan bû. Bi vê yekê re şervanên YPJ'ê gav bi gav tola jinên Êz,dî û hemû jinan hilanînin, tarîtiya ku li ser jinan hetibû ferzkirin ronî kirin û dan tevahî kûjerên jinan ku dê sedsala 21'emîn bibe ya azadiya jin."

'Têkbirina pergala zayendperest bi hêza jin pêkan e'

Zozan Bekir di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ezmûna jinan ya di nava berxwedana Kobanê de nasnameya jin teqez kir û got: "Êrîşên ku di roja îro de li ser jinan û pergala me de tên, ji aliyê heman hişmendiya ku DAIŞ bikar anî, pêk tên. Hedefgirtina jinên pêşeng, zane, bihêz û bandor, hêrsa hêzên desthilatdar nîşan dide. Ev hêz dizanin ku bi azadiya jin re, dê civakê jî azad bibe û di encamê de gelên bindest vejîneke nû bijîn. 9 sal li ser êrîşa çeteyên DAIŞ re diborin.

Di dirêjahiya van salan de jinan xwe di tevahî warên jiyanê de birêxistinkirin. Jinan ji pêvajoya êrîşên DAIŞ û heta niha, ezmûneke wiha derxistin ku jin vîn, hebûn û nasname ye. Jinên di berxwedana Kobanê de DAIŞ têk birin ji tevahî cîhanê re diyarkirin ku bi têkoşîn û hêz jin, têkbirina hêzên desthilatdar pêkan e. Em jî bi vê wesîleyê dibêjin; emê vê têkoşînê berdewam bikin, raste gelek destkeftiyên me hene lê li aliyekî din heta niha hebûn û nasnameya me tê gefxwarin. Em ê bi hêz, vîn û baweriya ku şervanên jin ku li hember DAIŞ’ê şer kirin, felsefeya Jin, jiyan, azadî civakeke azad û demokratîk ava bikin."