‘Em dev ji doza xwe bernadin’

Jinên ji navçeya Til Rifetê kantona Şehbayê yên bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk dan diyar kirin ku wê li dijî her cureyê êrîş û tunekirinê wê berxwedana xwe bilind bikin û dev ji doza xwe tu carî bernadin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji 4’ê mehê ve dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfirehtir kirine. Di êrişên ku heya niha 2 jê zarok 47 kes jiyana xwe ji dest da de, binesaziya herêmê hat hedefgirtin.

Jinên Efrînê yên ku 5 sal in ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk neçar mane ku koç bikin û niha li navçeya Til Rifeta kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûxmê rêgirî û ambargoya hikûmeta Şamê ya li ser heremê jî di nav berxwedanê de ne helwestên xwe li dijî êrîşan anîn ziman.

‘Jiyana me bûye berxwedan’

Sadîqe Bekir behsa berxwedana gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê kir û got: "Bû 5 sal dewleta tirk êrîşî me dike û dixwaze em ji Şehbayê derkevin lê berxwedan û têkoşîna me ji êrîşên wan bi hêztir in. Jiyana me bûye berxwedan. Ev bû hefteyek Erdogan û çeteyên wî ve êrîşên xwe li ser me girantir kirine lê em tu carî ji topên wan natirsin. Balafirên wan her kêlî li ser asîmanê me digerin û dixwazin metirsiyê bixin dilê me lê wê negihîjin armancên xwe. Em li pişta pakrewanên xwe ne û hêza xwe û hestên tolhildanê ji şehedata wan digrin. Em ê heya dawiya jiyana xwe berxwedanê bidomînin. Gelê rojava berxwedêr e û xwedî li destkeftiyên xwe derdikeve."

'Hêrsa tolhildanê zêdetir dibe'

Rûjîn Mistkolo bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê di demên dawî de û hedefgirtina binesaziya herêmê û got: "Di van demên dawî de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêmên me zêdetir kirine. Rojane û bênavber bi balafirên xwe digerin û êrîş dikin. Yekser binesaziya herêmê cihên xizmetguzeriya gel kirine armancên xwe û wêran kirin, xwestin bi vê yekê aboriya gel lawaz bikin û berxwedana wan bişkînin. Tu carî berxwedana me nayê şikandin em her cureyê zehmetî û tunebûnê derbas dikin tenê ji bo azadiya welatê xwe. Em her çendî bedelên giran jî bidin ne poşman in, hêrsa tola wan zêdetir dibe û tu carî ji topên dagirkeran em natirsin. Em li Til Rifetê ruxmî hemû cureyên êrîşan dîsa dev ji berxwedana xwe bernadin û jiyana xwe didomînin ji ber ku tirsa me ji wan tune ye."